Di navbera nihêrtin û dîtinê de -2-

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 14 Îlon 2026 - 07:30

  • Di cewherê xwe de pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkeke hiqûqî an siyasî ye; ew encama sedsalan a 'nedîtina heqîqeta gelekî' ye.

NURHAQ GULBAHAR

Ji bo dîtineke ku serwextiyê ava dike re, fikirandin divê. Dîtina ku ramanê ava dike û ramana ku perda li pêş dîtinê ji holê radike di nav danustandineke binyadî de ne. Di encama peçûn an pevgirêdana van her du diyardeyan jî heke hizra dîtînê ji şênberiyê dûr be, wê demê ‘hilbijardin’ derdikeve holê. Hilbijardeya nedîtinê, hêzeke dijwar a deshilatdariyê ye. Serdestî û bindestî, kirde û kiryarê ava dike. Di cewherê xwe de pirsgirêka li derdora hebûna gelan, civakan, koman derdikeve jî bingehê xwe ji vê rastiyê digre. Bi destê deshilatdar û serwer de hilbijardeya nedîtin û yekdestkirinê pêk tê. Gava desthilatdarî li şûna ku xak û gelan bi giyan û heqîqeta wan bibînin, tenê di nav berçavkên înkar, ferman û ewlehiyê re li wan dinêrin, krîzên kûr ên dîrokî derdikevin holê.

Pirsgirêka Kurd ku bi sedsalan e didome, di cewherê xwe de ne tenê pirsgirêkeke hiqûqî an siyasî ye; ew encama sedsalan a "nedîtina heqîqeta gelekî" ye. Heta ku ev korbûna siyasî derbas nebe û hişmendiya serdest fêrî "dîtineke heqîqî" nebe, ti pêngav an hewldanên rûkal nikarin birîneke ewqas kûr bipêçin.

Sîstemên desthilatdar û navendî bi salan e li pirsgirêka Kurd şêweyê dîtinên xwe ferz kirin. Di encama vê de dema ku pirsgirêk derketin jî tenê wekî pirsgirêka "ewlehiyê", bi gotina wan "teror" an jî "paşvemayîna aborî" xwestin dîtinê ava bikin. Ev arastekirineke hilweşîner bû. Vê nêzîkbûnê sedema kûr a birînê ji nedîtî ve dest girt û tenê şer û hilweşîn kûrtir kir.

Di nav vê têkoşîna Gelê Kurd a bi dehan sal de xwe bi her awayî bi hebûnî kirin xwedî wateyeke hişmendiyê ye. Ev hebûnîkirin ne tenê li hember deshilatdariya serdest pêk hatiye, ji vê jî grîngtir di heman demê de li hemberî xwe jî, XWE ava kiriye. Bi nasnameyî, bi serwextî û bi dahatuyeke hevbeş, hebûn êdî di pêvajoya xwebûnê de ye.

Heman ev rastî bi taybetî ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di vê têkoşîna henase bi henase ya çareseriya civaka demokratîk de her diçe şênbertir dibe. Têgîna "Civaka Demokratîk û Netewa Demokratîk" di bingeha xwe de ne tenê bernameyeke siyasî ye, belkî "guhertina şêweyê dîtina cîhanê" ye.

Ev nêzîkatî dîtina kevneşopî ya ku çareseriyê di sînor, dewlet an desthilatdariya nû de dibîne dişkîne. Ew hişmendiyek nû ya dîtinê ava dike: dîtina aliyê beramber ne wekî "dijminê ku divê were tunekirin", belkî wekî kirdeyekî li dorhêla hevbeşiya birêvebirina jiyanê digre dest. Tune nabe û tune jî nake. Têkoşana ji 50 salî zêdetir vê rastiyê bi dijberê xwe jî da fahmkirin. Dema ku dîtina siyasî ji nîqaşên sedsala borî rizgar dibe, aştiya demokratîk dibe tiştekî mimkun û zindî.

Pêvajo, tenê bi guherîna qanûnan an li ser maseyên peymanan sernakeve; divê ev kirdar veguhere "perwerdehiya dîtinê" ji bo civakê. Divê çavên civakê ji bo fêmkirina êş, ziman û çanda aliyê din vebin. Dema ku civak fêrî dîtina aliyê din bibe, astengiyên psîkolojîk ên li ber aştiyê hildiweşin. Ev ji hêla gelê Kurd ve her hebû. Di roja me ya îro de li taziyeyên şehîdên Kurdistanê de dayikên şehîdan bi êşa xwe re, êşa dayikên leşker û polîsan tînin ser ziman. Naskirina êşa hevpar dîtinê jî şênber dike. Kêliya dîtîna êşa dayikên Kurd ji hêla dayikên leşker ên Tirk ve wê vê şênberiyê veguhezîne mayîndekirina dahatuya hevbeş.

Dîtina rastîn wêrekiya dîtina dîrokî û heqîqetê ye; û tenê ev dîtina hişmendane dikare dergehê pêşerojeke demokratîk û hevseng ji bo hemû gelan veke.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.