Dîdara Rêber bi zarokan re

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 10 Tebax 2026 - 07:30

  • Rêber Apo mînaka jiyana xwe da wan û got: "Min ji 7 saliya xwe ve xwe çêkir heta niha. Dê û bavê we aciz bibin jî, azadî û serxwebûn lazim e."

NURHAQ GULBAHAR

Di 14ê Kanûna Paşîn a sala 1993an de, li Şamê mêvanên Rêber Abdullah Ocalan hebûn. Hin malbatên ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn ku bi Rêberê xwe re bicivin û şêwir bikin. Lê belê, di nava van mêvanan de hin mêvanên pir taybet jî hebûn; ew jî zarok bûn. Keç û kurên delal ên Kurdistanî, bi cil û bergên xwe yên herî xweşik û herî li hevhatî, wê rojê hatibûn didara Rêberê xwe.

Rêber APO, piştî ku axaftin û guftugoya xwe ya bi mezinan re qedand, bi taybetî dem û cîh da zarokan. Wî ew yek bi yek pêşwazî kirin, destê wan girt, ew maç kirin û rewşa wan pirsî. Zarok bi kelecanek mezin li dora Rêber APO kom bûn. Wî ji zarokan pirsî ka ew wî nas dikin an na. Zarokan bi hizra zanîna wê kêliya dîrokî gotin ku ew Serok nas dikin û ji bo dîtina wî hatine.

Rêber APO piştî vê pêşwaziya germ, pirsek kûr arasteyî zarokan kir û got: "Bi dîtina we, gelo 'Çi dike Serok, karê Serok çi ye?'"

Zarokan piştî kêliyekê fikirîn, bi zimanekî sade lê tijî wate bersiv dan. Bersivên wan ên ku yek bi yek hatin gotin, ev bûn:

•Rêya rast dide ber me.

•Serxwebûn û azadiyê ji me re tîne.

•Kurdistanê rizgar dike.

•Li dijî xayînan disekine.

•Ziman fêrî merivan dike.

•Millet zana dike.

Serok ji zarokan re pirsîna xwe dewam kir û got: "Wekî din çi ji destê min tê, ez dikarim çi bikim? Ji zarokan re tişta herî baş çi ye ku ez karibim pêk bînim? Hun şekir dixwazin an tiştekî din?"

Zarokên ku bi evîna welat mezin dibûn, bê dudilî gotin:

•Serê çiyayan dixwazin.

•Şerê dijmin dixwazin.

•Kurdistanê dixwazin.

•Zanebûnê dixwazin.

Wî temenê her zarokî pirsî û wan jî yek bi yek temenê xwe gotin. Rêber Apo mînaka jiyana xwe da wan û got: "Min ji 7 saliya xwe ve xwe çêkir heta niha. Dê û bavê we aciz bibin jî, azadî û serxwebûn lazim e." Bi vî rengî, diyaloga germ û perwerdekar a di navbera Rêber APO û zarokan de qederekê berdewam kir.

Di Dîrokê de Helwest, di Îro de Berpirsiyarî

Daxwaz û ruhê wê dîdara bi zarokên Kurdistanê re, îro jî di nava jiyanê de bi heman coşê berdewam dike. Di doza rizgariya Kurd û Kurdistanê de, hizra azadî û serxwebûnê di vê serdemê de bi hişmendiyeke gerdûnî û gerdûnparêz tê tacîdarkirin.

Di roja me de, ev rêveçûn ji qonaxeke werçerxî û dîrokî derbas dibe. Di van deman de, erkê ku ji serokatiyan tê payîn; ruxmî tevahî astengî, êrîş û reşkirinên sîstemên serdest jî, ronîkirina şaneyên hişmendiya civakî ye. Di pêkanîna vî erkê giranbuha de, Rêber APO rola xwe ya serpereştî û serokatiyê bi awayekî bêkêmasî pêk tîne. Wekî ku wî zarokê 33 sal berê aniye ziman: "Serokatî gel zane dike."

Lê divê em hemû baş bizanin ku zanîn û hişmendî di heman demê de berpirsiyariyeke mezin e. Ev berpirsiyarî; têgihiştin, şênberkirin û bi serketinê pêkanîna armancên azadiyê ye. Îro li ser milê her kesî ye ku xwedî li erkê xwe yê zanînê derkeve û zanabûnê veguherîne hêza serketinê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.