- 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê dirûşmek, şoreşeke ontolojîk e ku hêzê ji jor tîne nav jiyanê û azadiyê dike mercê hebûnê."
NURHAQ GULBAHAR
Di dîroka hişmendiya mirovahiyê de, derketina têgînan her dem rê li pêşiya guhertin û veguhertinên mezin re vekirine. Têgîn ji deryaya ramanê derdikevin û xwedî karîgeriyeke dîrokî ne. Daneheva hişmendiyekêne û ji dem û cîh derbas dikin. Helbet têgîn ji rastiyê an heqîqetê qut nînin. Bi gotineke din bandora têgînan li gorî peywendiya bi heqîqetê re xwedî hêz û karîgeriyê ye. Çîqas jiyanî be ewqas bi hêz e, çiqas bi hêz be jî ewqas karîger e. Ji ber vê divê her têgînek di nav wateya xwe de were destgirtin. Her wiha bi jiyanê re di nav peywendiyeke hebûnî de be.
Di dîroka mirovahiyê de hêza peyvê ku êdî weke têgîn hişmendiyekê ava dike, mohra xwe li demê xistine. Di roja me ya îro de heqîqeta ku li derdora ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hatiye diyardeya heqîqeta serdemê ye. Peywendiya van her sê peyvan bi daneheveke dîrokî bi jiyanê re, civakan re û bi rastiyê re pêk hat. Hêza sê peyvan bendên li pêş jiyanê şikandin û herikîneke mezin da destpêkirin.
Di dîrokê de 3 peyvên ku hişmendî ava kirine her hebûne. Peyvên ku bi sêyiyan hatine hûnandin, bûne afirînerên paradîgma, zîhnîyet û nîzamên nû yên her serdemê. Ji împaratoriyên kevnar heya baweriyan, ji şoreşên siyasî yên nûjen heya tevgerên civakî yên îro, mirovahiyê bi rêya sê peyvan hewil daye cîhan pênase bike.
Sêyiyeke ku di dîroka hişmendiyê de pir tê zanîn, li ser bingeha desthilatdariya rasterast û hiyerarşiyê ava bû. Dema Jûlyûs Sezar piştî serkeftina leşkerî got "Veni, vidi, vici" (Hatim, dîtim, min bi ser xist), wî formuleke tîpîk a hişmendiya baviksalarî û împeratorî pêşkêş kir. Di vê formulê de hêz ji jor ber bi jêr ve diherike; subjeya bingehîn ferdê serdest e û civak an jî axa bindest tenê dibe objeya vê serkeftinê.
Dema em berê xwe didin qada teolojîk, sêyî ya "Bav, Kur û Ruhê Pîroz" heman vê hiyerarşiyê vediguhezîne qadeke giyanî û ezmanî. Ev formulasyon nîzameke pîroz û mistîk ava dike ku tê de mirov li hemberî sêgoşeya xwedayî pasîf e. Di her du modelan de jî – çi erdî be çi ezmanî – hêz li ser bingeha serdestî û teslîmiyetê hatiye avakirin.
Lêgerîna mirovahiyê ya ji bo azadiyê, di sedsala 18'an de bi Şoreşa Fransayê re gihişt qonaxeke nû. Dirûşma Azadî, Wekhevî, Biratî hevsengiya dîrokê guhart. Ev sêyî desthilatdarî ji pîroziya ezmanî û şûrê împeratoran stand û anî ser asta "hemwelatî" û dewleta nûjen.
Lê di vir de sînorekî mezin ê felsefî berçav e: Ev sêyî di nav çarçoveya "dewlet-netewe" û hişmendiya serdest de ma. Azadî wek mafekî hiqûqî yê ku ji aliyê dewletê ve tê dayîn hat dîtin. Wekhevî û biratî jî ji ber ku hişmendiya baviksalarî û xezîneya desthilatdariyê hilnediweşandin, nekarîn bibin bersiv ji bo hemû çîn, zayend û komên bindest re.
Di vê xalê de Jin, Jiyan, Azadî wek şoreşeke paradîgmayî derdikeve holê. Ev sêyî ne zêdehiya dirûşmeke siyasî ye; di cîhana felsefeyê de daneheva Hebûnê ye. Li vir jin ne tenê zayendek e; jin pênaseya hemû kom, çîn û hebûnên ku bi hezaran sal in di hişmendiya baviksalarî de hatine tepisandin e. Ew ne objeya rizgariyê ye, bixwe kiryar û sûbjeya afirîner a vê pêvajoyê ye.
Jiyan di vê formulê de ne tenê biyolojî an jî mayîna li ser piyan e. Jiyan, parastina ekolojiyê, çandê, hebûna azad û nirxên mirovahiyê ye ku li dijî mekanîzmaya kuştin û dagirkeriyê ya desthilatdariyê sekiniye.
Azadî di vê paradîgmayê de ne dîyarî an jî mafekî hiqûqî ye ku dewlet bide hemwelatiyê xwe. Azadî, encama rasterast a Jin û Jiyanê ye; mercê hebûna hebûnê bixwe ye.
Mirovahiyê di rêwîtiya xwe ya dîrokî de ji "Veni, vidi, vici" a Sezar ku li ser rûxandin û dagirkeriyê ava bibû, derbasî nîzama pîroz a teolojiyê bû. Ji wir gihişt "Azadî, Wekhevî û Biratî" ku saziya dewletê pîroz kir.
Lê belê, "Jin, Jiyan, Azadî" tixûbên dewlet, hiyerarşî û baviksalarayê derbas dike. Ew hêzê ji jor tîne nêv jiyanê; berpirsiyariyê dide civakê û azadiyê ji asteke hiqûqî dikişîne asteke ontolojîk (hebûnî). Vê yekê ev dirûşm ji sêyiyên din ên dîrokê cuda kiriye û kiriye felsefeyeke gerdûnî ya sedsala 21'an.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Şehîd; Qewlê azadiyê
31 tebaxê
Şervana heqîqetê
24 tebaxê
Guhdarîkirin, rûbirûbûn û têgihiştin
17 tebaxê
Dîdara Rêber bi zarokan re
10 tebaxê
Ji Enfalê heta Fermana Şengalê
3 tebaxê
Wêneyek û hêza peyv û hevrêtiyê
27 tîrmehê