- Arşîv ne pirtûkxaneyên tozgirte ne; ew neynika mirovahiyê ne. Ew rê nadin ku tecrûbe, êş û biryardariya mirovatî di nav kûrahiya demê de winda bibe.
NURHAQ GULBAHAR
Bîrdank ango arşîv dengê rabirdûyê yê. Zanîn û feraseteke bi pergal ji bo avakirina bîrdankê pêwîste. Di heman demê de sudwergirtina ji bîrdankê jî bi taybetî ji bo fahmkirina kêliya xwe pir grîng e. Rasterast peywendiya xwe bi dîrokê re heye û ev peywendî bi destgirtineke hişmendî şênber dibe. Belgeyek, nameyek an jî wêneyekî arşîvê ne tenê zanyariyeke fermî ye; ew his, pênase û dengê rasterast ê heyama ku hatiye guhestin e.
Arşîv şahidên bêalî yên dîrokê ne. Ew çîrokê ne bi rêya daxwaz û şîroveyên îro, lê bi rastiya wê dema ku belge tê de hatiye afirandin ji me re radigihînin. Ji ber vê yekê, arşîv ne tenê çîroka serkeftinên desthilatdaran, lê çîrok û dengê civakê, jinan, kedkaran û yên ku di rûpelên dîroka fermî de hatine jibîrkirin jî diparêzin.
Arşîv ne pirtûkxaneyên tozgirte ne; ew neynika mirovahiyê ne. Ew rê nadin ku tecrûbe, êş û biryardariya mirovatî di nav kûrahiya demê de winda bibe. Ji bo famkirina dema derbasbûyî, arşîv mifteyeke zêrîn e—mifteya ku dergehê rastiyê li hember me vedike û rêyên me yên ber bi siberojê ve zelal dike.
Wêneyek weke diyarî ji bîrdanka têkoşîna azadiya Kurdistanê mijara me ya vê nivîsê ye. Wêne ji akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê ye. Jin û mêrên şoreşgerên Kurdistanî, xwe li akademiyê ava dikin.
Dîmenek li ber çavan dirêj dibe; rêyeke ji ax û zinaran, erdeke ku bêhn û tîniya çiyê hildaye nav bedena xwe û komeke rêwî ku gavên wan bi giraniya barên wan şidiyaye. Bihare an payîze nayê zanîn, gelo êvare an danê sibehê ye nayê zanîn. Di destên wan de bidonên şîn… Ew şîniya ku di nava gewriya ziwa ya axê de dixuye, ne tenê reng e; ew xeyal, hêvî û ava ku jiyanê diparêze ye.
Ev wêne, ji derveyî çarçoveyeke dîtbarî, pencereyek e ku ber bi felsefeya herî kûr a hevrêtiyê ve vedibe.
Di çanda nûjen û bajarî de, têkiliya jin û mêr gelek caran di nav qalibên xwedîderketin, hiyerarşî û zayendparêziyê de tên sepandin. Lê li vir, di vê meşa bêdeng a ber bi pîroziya avê ve, hemû pênaseyên kevnar hûr û hela dibin. Di navbera jin û mêr de peydakirina rê û rêbazê hevsengî û parvekirina bar, şikandina rol û rêûresmên bi hezaran salan ji wêne difûre. Hay jê nîn in ku wênekêş wêneyên wan dikişîne. Dibe ku haya wênekêş jî jê nebe ku di cewherê xwe de wateya vî wêneyî çiqas kur û xwedî bîrdoziyekê ye. Dîdara jin û mêr a di berpirsiyariya jiyan, erk û hevdu temamkirinê ye. Her du jî zend û bendên xwe ji bo heman armancê badane, di heman geliyê zûha de li pey ava jiyanê ne.
Mirovahî çawa fêrî hevaltiya rastîn dibe? Dibe ku bersiv di vê dîtinê de veşartî be.
Dema ku jin û mêr mil bi mil ber bi kaniyê ve dimeşin, ew ne tenê hewcedariyeke fizîkî a wekî avê hildigirin; ew pênaseya nû ya hevaltiyê jî dipêjin. Di vê hevrêtiyê de serdestî tune ye, hejmar an jimar tune ye; tenê meşeke hevseng û tije wate heye. Bîdonên şîn ku di destê wan de eynî pîvanê hildigire, dibe hevsengiya exlaqî ya di navbera du giyanan de.
Ev wêne, ji me re dibêje, hevaltiya jin û mêr a rastîn ew e ku her du jî dikarin ber bi heman kaniyê ve bimeşin, giraniya heman xewnê hilgirin û di wê riyê de rûmeta hev biparêzin. Ew meş, meşa afirandina cîhaneke nû ye—cîhanek ku tê de jin û mêr ne li hemberî hev, lê mil bi mil, di heman riya toz û çilmisî de ber bi ronahî û avê ve dimeşin.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Çanda fikirandinê û xwendina zeman
12 cotmeh
Bihara Payîzê: Nagihan Akarsel
5 cotmeh
Berpirsiyarî û pêkanîn
28 îlonê
Hişmendiya li derdora sê peyvan
21 îlonê
Şehîd; Qewlê azadiyê
31 tebaxê
Şervana heqîqetê
24 tebaxê