Ji bîrdanka têkoşînê -3-

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 2 Mijdar 2026 - 07:30

Abdullah Öcalan/15 Têbax 1990
  • Wêneyê 15ê Tebaxa 1990î yê li akademiya Mahsûm Korkmaz, bi hemû hûrguliyên xwe ve rûyê wate û hişmendiya têkoşînê radixe ber çavan. Ew nîşan dide ku têkoşîneke azadiyê çiqasî bi gel re ye, di kûrahiya dilê zarokekî û germiya pîrozbahiyên gel de çawa mezin dibe.

NURHAQ GULBAHAR

Di felsefeya aqlê Kurd ê serdemê de hîmê bingehîn, avakirina di kêliyê de ye. Bi avakirina xwe re, avakariya dorhêla xwe an go bi avakirina dorhêla xwe re jî avakariya xwe, di zik hev de birêve diçe. Dihizire, hest pê dike, rê û rêbaz peyda dike û ew ava dike. Lê beriya her tiştî dibîne. Dîtineke ku kêliya dîrokê ava dike. Wêneyê vê heftê ya ji bîrdanka têkoşaneke bêhempa, kêliya wê dîtinê ye. Şahidiya kêliya wêneyekî dikare bi qasî bi sedan rûpelan raman, hest û ruhê serdemekê bide der. Wêneyê ku di 15ê Tebaxa 1990î de li Akademiya Mahsum Korkmaz di dema pêşwazîkirina pîrozbahiyên gel de hatiye kişandin, tam xwedî vê taybetmendiya îkonîk e. Ev ne tenê dîmenekî demkî ye; ew belgeya ramanekê, têkiliyeke kûr a di navbera pêşeng û gel de, û wêneyekî zindî yê bîra kolektîf e.

Di nava qada ku bi coşa 15ê Tebaxê tijî ye, baldariya li ser zarokê piçûk ku di nava cilên rengîn de ye, semboleke xurt ê pêşerojê ye. Pêşengê ku li hemberî zarok an jî endamên gel bi rêzdarî û germî tevdigere, peyameke zelal dide: Têkoşîna ku tê dayîn ji bo azadî û siberoja van nifşên nû ye. Destek bi xurtî bi roja xwe girtiye û destê din jî bi zarokê re ye. Îkonîke ev wêne. Rêberê ku bi milyonan kes navî wî berz dikin, di kesayetiya xwe de bi awayekî herî bi hêz dîdara kêlî û dahatuyê pêk tîne. Di nav wê qada berfireh de wê zaroka rengîn dibîne, bi nazenînî lê mêze dike û bala xwe bêtir dide ser wê. Li pêş zarokê xwe diçemîne da ku hebûna wê bêtir diyar bike. Kêliyê ava dike Rêber. Bi her du destên xwe dîdara kêliyê û ya dahatûyê pêk tîne.    

Ev wêne diyar dike ku hêza rastîn ne tenê ji çek an stratejiyan, lê herî zêde ji hişmendî, bawerî û hembêzkirina gel tê girtin. Û her wiha dahatû di kêliyê de ye. 

Wêneyên bi vî rengî karê pireke di navbera rabirdû û pêşerojê de dikin. Ew bîra civakî ji jibîrkirinê diparêzin. Di roja îroyîn de, gava mirov li van arşîvên dîrokî dinêre, mirov ne tenê bûyerên salên derbasbûyî dibîne, di heman demê de mirov ruh, bawerî û coşa wê serdemê jî bi awayê herî zelal hîs dike. Ev wêne wekî belgeyeke bêdeng lê bi heybet radiweste ku nîşan dide çawa gel û Pêşewa destê wan di nav destê hevde ye. Havênê ku têkoşanê gihand heta vê kêliyê jî ev dîdara dîrokî bû. 

Dibe ku em bipirsin bê gelo ev zaroka xwedî kirasê kesk û sor û zer kê bû, ji kuderê bû û niha çawa ye. Her wiha gelo ev kêlî di bîra wê de maye an na? Lê ev pirs li aliyekî em zanin ku ev zarok di kêliyê de bûye remza wateyê. Em jî di nav raza vê bedewiyê de hewil didin vê wateyê bijîn.

Wêneyê 15ê Tebaxa 1990î yê li akademiya Mahsûm Korkmaz, bi hemû hûrguliyên xwe ve rûyê wate û hişmendiya têkoşînê radixe ber çavan. Ew nîşan dide ku têkoşîneke azadiyê çiqasî bi gel re ye, di kûrahiya dilê zarokekî û germiya pîrozbahiyên gel de çawa mezin dibe. Di bîra kollektîf a gel de ev dîdara dîrokî wê her tim zindî bimîne û xwedî rêz û hestiyariya ku heq dike bi dest bixe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.