- Rêbertiya ku rojekê rêya çiyayan nîşan dida, îro ew kes e ku rêya çareseriya siyasî, biratiya gelan û entegrasyona demokratîk nîşan dide.
NURHAQ GULBAHAR
Wêneyekî din ku heqîqeta têkoşana 52 salan diteyisîne, ji nav bîrdankê silavê dide roja me ya îro. Ji ber gihayên hişk û zer, demsal payîz e; lê êvare an danê sibehê ye ne diyar e. Ji wan kêliyan e ku dem di nav hev de dirêse. Gir û latên zuha bi dar û deviyên tîbûyî re nîşaneyên jiyanê diteyisînin. Li pêş rênîşanerek heye ku bi du tiliyên xwe armancê, asoyê an jî menzîlê destnîşan dike. Bi hemû şaneyên xwe bi armanca xwe ve hatiye girêdan. Li pey wî, du hevrê û şervanên rênîşaner ên jin ku di destê yekê de çek heye, gavek li pey rênîşanerê xwe ne. Ciwanekî xwîngerm li ser tahtekî dixwaze bipengize. Yên din jî wekî komekê li pey rênîşaner in da ku bibînin ew her du tilî amaje bi çi dikin. Kelecan û liv û tevgera komê, ku dixwazin armanca van du tiliyên rênîşaner bibînin, pir zindî xuya dike. Komeke ku ji jin û mêran pêk tê; derxistina çiyayan ne karekî hêsan e. Dibe ku henaseya hin ji wan têr neke û rev revî ji menzîlê birevin jî, lê jin û ciwan di rêza yekem de di nav wê meşa bi kelecan de cihê xwe girtine.
Ev wêneyê ji bîrdanka têkoşînê, ji Akademiya Mahsûm Korkmaz e. Ji cil û bergan diyar e ku rahênaneke leşkerî heye. Rahênan jî bo derxistina çiyayan e. Baş e, di sembola vê koma di wêneyê de, bi dehhezaran kesan derxistina serê çiyayan çawa pêk hat? Ew bawerî çawa hate avakirin? Ji her tiştî zehmettir avakirina vê baweriyê bû. Di sala 1992an de li heman cihî, heman ew kesê rênîşaner ango Rêber APO raza vê yekê bi hevrêyên xwe re parve dikir û digot: «Gotineke APO heye ku her roj ji xwe re dibêje; ez nayêm xapandin û kesî naxapînim! Di dîrokê de, li Kurdistanê mirovê ku nehatiye xapandin û kesî naxapîne ez im; jiyana min wisa ye. Li hemberî hemû rastiyan ez wisa me. Min hemû kişandin ber bi rastiyê ve.»
Raza ku bi dehhezaran kes derxist serê çiyayan û li wan çiyayan bi jin û mêran jiyaneke din afirand û milyonan kes dan ser rêya rênîşeneriya wî, di vir de veşartî ye. Xapandina dîrokî ya li ser gelê kurd di kesayetê xwe de sererast kir. Raza ku di gotin û di wêneyê bîrdankê de veşartî ev e.
34 sal piştî vê gotina dîrokî, dîsa heman rênîşaner di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de peyamê dide heval û gelê xwe û her wiha dijberê xwe jî û dibêje: «Ez ne têm xapandin û ne dixapînim.» Ruxmî tevahî guherîn û veguhertinan, rêgezên Rêberan hene û ev rêgez hevgirtî ne. Kesayeta rêgezî ya Rêber, ji ber wisa ye ku di her qonaxekê de baweriyê bêhtir bi hêz dike. Îro, rola rêbertiyê di derbazkirina vê ezmûna dîrokî ber bi qada siyaseta demokratîk de xuya dibe. Helmeta dîrokî ya herî mezin a siyasî ew e ku hêza di salên borî de li çiyayan hatî berhevkirin, bibe havênê dahatûyeke azad û hevbeş.
Rêbertiya ku rojekê rêya çiyayan nîşan dida, îro ew kes e ku rêya çareseriya siyasî, biratiya gelan û entegrasyona demokratîk nîşan dide. Ev wêneyê ji raboriyê hatî, ne tenê bîranîneke berê ye, lê belê pireke felsefî ye di navbera "dîroka berxwedanê" û "avakirina aştiyê" de. Rêbertiya rastîn ew e ku dikare di şert û mercên herî giran de rêya hebûnê nîşan bide, û gava dema wê hat, hemû wê ezmûnê veguhêzîne bingeha jiyaneke azad, demokratîk û aşitiyane.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Ji bîrdanka (arşîva) têkoşanê -1-
19 cotmeh
Çanda fikirandinê û xwendina zeman
12 cotmeh
Bihara Payîzê: Nagihan Akarsel
5 cotmeh
Berpirsiyarî û pêkanîn
28 îlonê
Hişmendiya li derdora sê peyvan
21 îlonê
Şehîd; Qewlê azadiyê
31 tebaxê