Şehîd; Qewlê azadiyê

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 31 Tebax 2026 - 07:30

Şêhid/wêne:AW
  • Îro li Kurdistanê di bin wan konên sersaxiyê de, em di rastiyê de li derdora armanca şehîdan kom dibin. Dayikên şehîdan parazvanên vê wateyê ne. Şehîd; qewlê herî bedew ê azadiyê.

NURHAQ GULBAHAR

Li ku derê, çawa û çi demê dibe bila bibe, hebûna herî bi nirx û bi wate, daxwaza jiyaneke bi rûmet û hewildana ji bo wê ye. Li hemberî jiyaneke mirî û ji kerametê dûr – ku ev daxwaza her cure serdestiyê ye – danîna ser rêya jiyana bi wate, hilbijardeya herî bi hêz e. Û ev hilbijardin, xewnereşka hemû serdestan e. Bila ev serdestiya di nava malê de be, ya çînekê li ser çîneke din be, an jî ya netewekê li ser neteweke din be; ji bo serdestan, daxwaza jiyaneke bi wate û bi nirx, xeternaktirîn hilbijardin e. Ji ber ku serdest dizanin hilbijardin, bi xwe re helwestê tîne. Ev helwest jî xîretê û xîret jî bi her ziraviyên xwe honandina jiyanê bi azadiyê re pêk tîne. Tam di vê kêliyê de, ewên ku bi jiyana xwe berdêlên herî giranbiha didin, şehîd in. Êdî mohra xwe li vê rastiyê didin û derbasî qonaxa wateya herî kûr, berfireh û dijwar dibin. Şehîd wate û heqîqeta herî saf û pîroz e. Bi gotineke din, havênê xwebûnê ne şehîd.

Di jiyanê de dewlemendiya herî hêja û bi nirx, keda bêhesab e. Şehîd in yên ku bi vê kedê kêliya xwe û dahatûya xwe serxistin. Bi hêz bûn, ji ber ku bi gotina xwe re yek bûn. Şehîd ji rastiya ku pê bawer bûn, kêliyekê jî dûr neketin. Bi vê rastiyê şehîd xwe di her kêliyekê de ava dike.

Sirra ku ji dayikên xwe yên qedîm wergirtibûn ev bû: Navlêkirin, diyarkirina çarenûsê ye. Weke hemayîlekê ev sirr li xwe pêçan. Weke şîrê wê dayika pîroz, dest bi çîroka xwe ya kurt lê têra xwe dagirtî kirin. Her yek ji wan, navê xwe yê ku di dilan de razayî şiyar kir.

Çar demsalan dan ser şiverêyên lutkeyan û hinavê çiyayan. Çar demsal, weke kincekî ji xwezayê li xwe kirin. Ji ava her kanî û çemekî vexwarin, weke şîrê dayikê. Di çar demsalan de li çar perçeyên Kurdistanê bûn parazvanên her bihosteke axa welatê xwe û her nefereke li ser heman axê. Bi dengê dahola dilê dayik-jinan, ritma jiyanê wergirtibûn. Bêfikar bi hawara welatê xwe ve çûn. Ew bûn xwedî kenê herî bedew ê vî welatî. Bedew û lihevhatî, jîr û zana û xwedî hêza bi serwextî. Ew bûn ên ku dan ser rêya şoreşê. Di nav vê rêwitiyê de ew hevalên şilêran bûn. Bi bêhna nergizên welatê xwe sermest bibûn.

Ken xemla rûyê wan ê bedew bû. Ken herî zêde li rûyê wan dihat; kenê wan ê çavan dibiriqî, dibû kanî û ji dilê çiyayan diherikî. Kenê wan diyariya wan a herî bedew e. Jiyana bi ken û coş herî zêde li wan tê.

Ji bo şehîd, bicihanîna berpirsiyariyan û serxistina erkên armancê ye. Îro li Kurdistanê şehîd me tînin gel hev. Şîn, bi dîdara şehîdan re dibe havênê têkoşîna siberojê. Şehîd berdêla herî giranbiha ya armancê ye. Îro li Kurdistanê di bin wan konên sersaxiyê de, em di rastiyê de li derdora armanca şehîdan kom dibin. Dayikên şehîdan parazvanên vê wateyê ne.

Şehîd; qewlê herî bedew ê azadiyê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.