Di navbera peymana mafên zarokan û rastiyê de

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 23 Mijdar 2026 - 07:30

  • Mafên zarokan divê tenê di dîroka dîplomasiyê ya Neteweyên Yekbûyî de nemîne; ew pîvana exlaqî û dadwerî ya her civak û dewletekê ye.

NURHAQ GULBAHAR

Gotineke kevnar a gelên xwecihî yên Emerîkayê heye ku dibêje; ‘Me ev dinya weke mîras ji dapîr û bapîrên xwe wernegirt, me ev dinya weke emanet ji zarokên xwe wergirtiye.’ Ev hişmendî rêza herî xwerû him ji bo dinê û hîm ji bo diyardeya nifşên nû nîşanî me dide. Him Jîn û him jî Jîngeh bi hev re weke emanetên herî bi nirx di vê gotina qedîm de cihê xwe digrin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 20ê Mijdara 1959an de Daxuyaniya Mafên Zarokan qebûl kir, û piştî sî salan, di 20ê Mijdara 1989an de Peymana Mafên Zarokan (UNCRC) hate pejirandin. Peyman di 2ê Îlona 1990î de kete meriyetê û bû belgeya herî berfireh a mafên mirovan a taybet ji bo kesên di bin 18 saliyê de. 20ê Mijdarê weke Roja Mafên Zarokan hate qebûlkirin. Bi wesîleya vê rojê rewşa ku zarok tê de ne û her wiha bi zarokan re avakirina zanîna mafên xwe dibe rojev.

Ev danezan ji 54 madeyan pêk tê û li ser çar rêgezên bingehîn radiweste. Maddeya 2;Divê hemû maf bêyî ferq û cudahiya ziman, nijad, zayend, ol an rewşa malbatî werin dayîn. Maddeya 3: Di her biryar û kiryareke têkildarî zarokan de, berjewendiya zarok divê di rêza yekem de be. Maddeya 6: Parastina jiyana zarok û dabînkirina şertên geşedana fîzîkî, derûnî û civakî. Maddeya 12: Mafê zarokan ê ku di mijarên têkildarî xwe de biaxivin û nêrîna wan li gorî temen û gihîştina wan bê nirxandin.

Tirkiyeyê Peymana Mafên Zarokan pejirand û di sala 1995an de peyman ji bo wê kete meriyetê. Lê belê Tirkiyeyê di dema pejirandinê de li ser Madeyên 17, 29 û 30 şerh û beyanên taybet danîn û diyar kir ku ew van madeyan li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (1982) û Peymana Lozanê (1923) şîrove û cîbicî dike. Şerhê Tirkiyeyê ji bo madeya 17, wê yekê nîşan dide ku kontrola çapemenî, weşan û naverokên medyayî li gorî qanûn û sînorên navxweyî yên dewletê tê rêvebirin. Şerha ji bo madeya 29; li gorî Makezagona Tirkiyeyê, zimanê fermî û zimanê sereke yê perwerdehiya giştî Tirkî ye; ji ber vê yekê girêdana bi Makezagon û Lozanê rêzgirtin û cihdayîna zimanan di perwerdehiyê de di çarçoveya sîstema fermî ya heyî de dihêle. Her wiha ji bo madeya 30 jî bi şertê Lozanê, Tirkiyeyê pênaseya "kêmîne" bi komên ne-misilman ên ku di Lozanê de hatine destnîşankirin ve sînordar dike, û komên din ên zimanî an etnîkî — wekî Kurdan — di çarçoveya fermî de bê pênase dike. Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023an de di nirxandina xwe ya ji bo Tirkiyeyê de banga paşvekişandina şerhên li ser van madeyan kir. Lê heta vê kêliyê jî derbarê vê mijarê de jî hêla Tirkiye ve çi gaveke erênî nehatiye avêtin.

Di nav hemû mafên zarokan de, mafê jiyanê mafê herî bingehîn, sereke û pêşîn e. Bêyî ku zarok bi ewlehî bijî, tu mafekî din — çi perwerde be, çi tenduristî be, çi jî geşedana azad be — nikare wateya xwe ya tam bi dest bixe. Dema zarokek jiyana xwe ji dest dide, ne tenê kesekî di bin 18 saliyê de tê windakirin, belkî pêşerojek, xewnek û hemû mafên wî/wê yên din jî bi dawî dibin.

Lê belê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bîra civakî û raporên mafên mirovan tijî navên wan zarokan e ku di şertên cuda — di pevçûn, operasyonên leşkerî, kêmbûna parastinê an di nava civak û malbatê de — jiyana xwe ji dest dane. Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Narîn Guran weke navên diyar ên vê rastiya dijwar in. Li gorî daneyên Navenda Mafên Zarokan a Komeleya Kargeha Fikir û Hunerê di 8 mehên sala 2026an de li Tirkiyeyê herî kêm 542 zarok bi sedemên ku dikarîbûn pêşiya wan bê girtin jiyana xwe ji dest dane. Ev rêje bi xwe jî ji bo zarokan rewşa xirab radixe ber çavan. Ji xwendinê dûrketin, zewaca di temenê piçuk de, karkirin, tundûtûjî, koçberî, bandora rasterast a pevçûnan, jiyana di nav şert û mercên ne bi tendûrist de dijwariya li ser stuyê zarokan in. 

Parastina mafê jiyanê ne tenê qedexekirina kuştinê ye, lê avakirina hawîrdoreke ewle ye ku tê de tu zarok — çi di gundekî sînorî be, çi li kolaneke bajêr be, çi li nava malê be — di xetereya mirinê de nebe. Her wiha bi zimanê xwe yê dayîkê wergirtina perwerdeya xwe û tevahî xizmetguzariyên jiyanê mafê her zarokekê ye ku lî ser nîqaş pêwist nake.

Mafên zarokan divê tenê di dîroka dîplomasiyê ya Neteweyên Yekbûyî de nemîne; ew pîvana exlaqî û dadwerî ya her civak û dewletekê ye. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, pêkanîna rastîn a peymanê hewceyî rakirina astengiyên li pêşiya zimanê dayîkê, têkoşîna bi bandor li dijî karkirin û îstîsmara zarokan, misogerkirina bêkêmasî ya mafê jiyanê û hesabpirsîna dadwerî, û danîna berjewendiya zarok li ser her hesabekî din e. Bêyî van gavan, peyman û daxuyanî li ser kaxezê dimînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.