Çanda fikirandinê û xwendina zeman

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 12 Cotmeh 2026 - 07:30

  • Xwendina zeman di kêliyê de amrazekî hêja yê ramyariyê ye ji bo ku mirov di cîhana hejiyayî de hevsengiya xwe biparêze.

NURHAQ GULBAHAR

Ji bo me Kurdan çanda fikirandinê pêwiste. Fikirandin bi xwendina zeman, wate û sehekan ve ava dibe. Tenê bi xwendina pirtûkan ve ne girêdayî ye; belkî awayê nêzîkbûna mirov û civakê ye li beramberî jiyanê, pirsan, pirsgirêkan û rastiyê. Çanda fikirandinê ew hawirdor û kevneşopiya hişmendiyê ye ku tê de pirsîn, gumanberî, analîz, guhdarîkirina nerînên cûda û lêgerîna li ser rastiyê dibin normeke rojane.

Xwendin çalakiyeke zihnî, felsefî û hundirîn e. Mirov dikare rîtma zeman, wateya kêliyê û herikîna dîrokê gelekî baş fam bike, lê heke ev têgihîştin nebe çalakî, biryar û sekna kiryarî, di nav qada razberiyê de dimîne. Çanda fikirandinê di heman deme de rêbazên fikirandinê ye jî. Ev çand û rêbaz gava ku bi kedê, hewldan û sekna li dijî dijwariyan re dibe yek, dibe jiyana rastîn.

Heke mirov tenê li ser xwendina kêliyê bisekine, xetere heye ku bikeve nav tevliheviyekî "demkî". Xwendina zeman heke bi rêxistinkirina paşerojê û hişyariya rabirdûyê re neyê girêdan, dibe sedema bêtewazuniyê. Jiyan ne tenê famkirina gerdûnê ye, di heman demê de xebata ji bo watedayîna pêşeroj, hewildana avakirina kêlî û di kêliyê de ristina paşerojeke nirxbilind e.

Rêber Abdullah Ocalan ku di xwe de bi awayê herî bi hêz çanda fikirandinê ava kiriye û ji ber wê jî pênaseya Bîrmendiyê jî wergirtiye, ji bo xwendina zeman daneheveke xurt a rênîşaner pêşkêş dike û dibêje: ‘Bi awayê rast xwendina zeman têrker nîne. Bi qasî rast xwendinê, fikirandineke xuliqdar û nermahiya polîtîk jî jiyanî ye û diyarker e. Asoya me ya polîtîk têra xwe divê fereh û kur be. Firehî di wateya asoya civaknasiyê ye û kurahî jî hişmendiya dîrokê ye.’ Bîrmendî û rêbertiya Rêber APO ya vê serdemê di çanda xwe ya fikirandinê de hevgirtin û dîdara van her du diyardeyan e. Ev jî hişmendiyeke raserî kêlî û mekanê ye. Di berdewamiya nirxandina xwe de hişmendiyê bi kêliyê ve gire dide û dibêje: ‘Û em dizanin nermahiya polîtîk, çalakiya ew îradeyên bi xwe bawere ku hêza pratîk û hişmendiyê di xwe de avakirine.’ Di vekirina her xitimandinekê de pêngavên ku ji hêla Rêber APO ve tên avêtin, teyisandina vê îradeyê ye.

Xwendina zeman pênaseyekî analîtîk dide mirov. Lê jiyan ji hest, pewendiyên civakî, evîn, êş û biryardariya mirovan, civakan pêk tê. Mirov dikare kêliyê felsefî bixwîne, lê heke di nav wê kêliyê de hîskirin, parvekirina hestiyarî û hewildana avakariyê tune be, ew xwendin sar û ji jiyanê dûr e.

Hişê ku her tiştî analîz dike, carna nahêle dil bi azadî û bêhesab tecrûbe bike. Jiyan ne tenê pirsgirêkek e ku divê bê çareserkirin an xwendin; belkî sirrek e ku divê bê tecrûbekirin. Mîna mirovekî ku li ser kîmyaya avê û goşeya pêlan zanist e, lê tu carî xwe naxe nav deryayê û melevaniyê nake. Xwendin nexşeyê dide dest mirov, lê nexşe bixwe ne rêwîtî ye.

Encam ew e ku xwendina zeman di kêliyê de amrazekî hêja yê ramyariyê ye ji bo ku mirov di cîhana hejiyayî de hevsengiya xwe biparêze. Lê belê, bedewiya herî mezin di wê de ye ku mirov piştî xwendina wê kêliyê, bi temamî bijî, hez bike, biafirîne û gav bi pêş de bavêje.

Dîtina di kêliyê de pira di navbera felsefeyê û estetîkê de ye. Xwendina zeman gava ku tenê bi hiş bibe, sar dimîne; lê gava ku dibe "dîtin"eke giyanî û wêjeyî, vediguhere afirînerî û jiyana rasterast. Bedewiya jiyanê ne di dirêjahiya temen de, belkî di kûrahiya wan kêliyan de ye ku mirov karîbû ji nihêrtina ji rêzê rizgar bibe û bi kûrî bibîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.