Sêdareyên li Îranê; Tirsa ji siya azadiyê

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 20 Tîrmeh 2026 - 07:30

  • Gava em berê xwe didin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, em bi dîmenekî berevajî lê bi heman asta cinawiriyê re rû bi rû dimînin. Li Îranê dewlet kujerên xwe venaşêre; berovajî, kuştinê dike merasîmeke fermî.

 

Dîroka Rojhilata Navîn, bi taybetî jî dîroka erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, tije ye bi rêbazên hov û tarî yên ku dewletan ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kar anîne. Dema ku em li polîtîkayên tepisandin û tunekirinê yên dewletên herêmê dinêrin, em dibînin ku hişmendî heman hişmendî ye, tenê mask û amûrên ku têne bikar anîn diguherin. Di vê çarçoveyê de, du mînakên herî berçav û xwînî li ber çavên me ne: Pêvajoya "Kuştinên Faîlê Wan Nediyar" a salên 1990î li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, û polîtîkaya sîstematîk a "Sêdarekirinên Fermî" ku îro li Îranê bi şêwazekî hov tê meşandin.

Her du rêbaz jî, di cewherê xwe de, ji bo heman armancê xizmetê dikin: Afirandina tirsê, bêdengkirina civakê û tunekirina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd û muxalifan. Lê belê, şêwazê cîbicîkirina wan bi rêbazên cuda pêk tên.

Di salên 1990î de, dewleta Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê şerekî qirêj da destpêkirin. Li dijî gelê Kurd, dewletê saziyên der-qanûnî yên wekî JÎTEM, tora Susurlukê û kontrayên mîna Hizbullahê derxistin pêş. Di vê serdemê de zêdetirî 17 hezar rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û gundiyên Kurd hatin revandin, di bin çavan de hatin wendakirin an jî cenazeyên wan li keviyên rêyan û di bîrên asîdê de hatin dîtin.

Navê vê pêvajoyê hatibû dayîn: "Faili Meçhul" (Kujerê wî/wê nediyar). Lê di rastiyê de, her kesî dizanibû ku kujer kî ye. Dewletê bi zanabûn kujerên xwe vedişartin, qanûnên xwe binpê dikirin û bi rêya bêcezabûnê re rê li ber tawanên nû vedikir. Armanc ew bû ku civak di nav nezelalî û tirsê de were xeniqandin. Dayikên Şemiyê ku îro jî li qadan in, hawara li dijî vê veşartin û bêdengiya dewletê ne.

Gava em berê xwe didin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, em bi dîmenekî berevajî lê bi heman asta cinawiriyê re rû bi rû dimînin. Li Îranê dewlet kujerên xwe venaşêre; berovajî, kuştinê dike merasîmeke fermî. Rejîma Komara Îslamî, bi rêya dadgehên şoreşê û di bin navê "şerîet û qanûnê" de, li ber çavên cîhanê zana, çalakvan û girtiyên siyasî yên Kurd, Belûc û Îranî li sêdareyan dixe.

Gava em li amarên giştî û dîrokî yên Îranê dinêrin, reşahiya tabloyê çêtir xuya dike. Îran bi salan e piştî Çînê welatê yekem e ku herî zêde cezayê mirinê bi kar tîne. Li gorî amarên Kampanya ‘Sêşema Na ji Darvekirinê re’ di nav 2 salên dawî de li Îranê 3 hezar û 888 kes hatine darvekirin. Ev du salên dawî tenê di pêvajoya erkdariya Mesud Pezeşkiyan e ku bi soz û benda reformxwaziyê hatibû ser erk. 

Dewleta Îranê cezayê mirinê wekî amûreke şerê psîkolojîk bi kar tîne. Li vir şefafiyeta di kuştinê de, ji bo çavtirsandineke hov e. Bi vê tirsê tevizandina civakê ye. Ji rêzêkirina hovîtiyê ye. Peyama ku dewlet dide civakê zelal e: "Heke hûn serî hildin, qanûna min dê we bi fermî bikuje."

Dema em her du pergalan didin ber hev, em dibînin ku: Li Tirkiyeyê dewletê bi rêya "bêqanûniyê" û veşartinê civak dilerizand; li Îranê dewlet bi rêya "qanûnên xwe yên hov" û bi eşkereyî tirsê belav dike. Li Bakur, girtî li zindanan an di bin çavan de bi nepenî dihatin qetilkirin; li Îranê girtî piştî dadgehkirinên çend xulekan, bi fermî ber bi werisê sêdarê ve tên meşandin. Di her du rewşan de jî, qurbaniyên herî mezin her tim Kurd, kêmneteweyên bindest û dengên azadîxwaz in.

Çi bi werisê sêdarê yê fermî yê Komara Îslamî ya Îranê be, çi jî bi guleyên nediyar ên torên tarî yên JÎTEM û kontrayên li Bakurê Kurdistanê be; armanca hişmendiya dewlet-neteweyên herêmê yek e: Hêviya azadiyê ya gelan di xwînê de bifetisînin.

Lê dîrokê nîşan daye ku, wekî çawa kuştinên faîlê wan nediyar nekarîn vîna gelê Kurd li Bakur bişkînin, werisên sêdarê yên li Tehranê jî dê nekaribin dengê "Jin, Jiyan, Azadiyê" û daxwaza azadiyê ya li Rojhilat bêdeng bikin. Ji bo mirovahiyê yekane rê, bilindkirina dengê demokrasî, azadî, hevgirtin û edaletê  ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.