Zîlan; Hevalyara Şahmaranê

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 29 Hezîran 2026 - 07:30

  • Rêbwar û şervanên bêaman ên vî warî, di wateya xwe ya kûr de bi tevahî hebûna xwe hevalyarên Şahmaranê ne. Yek ji hevalyarên herî dilnazik û dilzîz ên Şahmaranê, Zîlan e; ew Zîlana ku di çavên xwe de mirin kuştiye.

 

Divê leheng bi zimanekî destanî werin ziman. Ew zimanê destanî ku hevênê xwe ji helbestê digire, berê xwe dide warê xewnên ji evînê. Xewn, heqîqeta bi raz û nihênî ye û em herî zêde ser bi wî warî ne. Rêbwar û şervanên bêaman ên vî warî, di wateya xwe ya kûr de bi tevahî hebûna xwe hevalyarên Şahmaranê ne.

Yek ji hevalyarên herî dilnazik û dilzîz ên Şahmaranê, Zîlan e; ew Zîlana ku di çavên xwe de mirin kuştiye.

Her kes xwedî çîrokeke Zîlanî ye. Heta 30ê Hezîrana 1996an, siha tal a komkujiya Geliyê Zîlan di nav reh û rûwên bedena me de digeriya. ‘Rom ketiye Geliyê Zîlan’ wekî hişmendî û bîreweriyeke veşartî di kerika guhê me de deng vedida. Dayik û dengbêjan bi vê klamê, şerbeta serwextiya dîrokê hêdî hêdî bi devê zarokên ji êgir filitî re dikirin. Serpêhatiya me û navê Zîlanê, heta wê rojê wiha bû.

Heta roja 30ê Hezîrana sala 1996an... Ji wê rojê û pê de, navê Zîlanê bû bahoz û gerdelûleke bi qasî rûxandin û avakirina dinyayê mezin. Ew roj, teqîna daneheveke 66 salan bû. Ji meha Tîrmeha sala 1930î, yanî ji wê komkujiya rûreş û heta roja 30ê Hezîrana sala 1996an, şoreşgereke ku navê Zîlanê ji xwe re hilbijartibû, di şênberiya Geliyê Zîlanê de li dijî tevahî qirkirin, talan, mişextkirin û zilmê teqîneke mezin a tolhildanê pêk anî. Zîlana şoreşger bi hilbijartina navê xwe, çarenûsa xwe jî diyar kiribû û ev çarenûs dê bi awayê herî bi heybet bi cih baniya. Wekî serdemekê, mîna werçerxekê hejiya û her kes û her alî hejand. Ew Zîlan bû. Ji ber wê yekê, di dîroka Kurdistanê de veqetandekek wekî ‘Beriya Zîlanê û Piştî Zîlanê’ çêbû. Û her ji ber vê ye ku îro her kes xwedî çîrokeke Zîlanî ye.

Zîlan bi xwe hişmendî ye. Xwedî serwextiya kêlî û dîrokê ye. Ew bi hemû hûrgiliyên xwe, çalakiya xwe ya fedaî amade dike. Rê û rêbaz, cih û dem, her wiha armanc û peyama xwe zelal û qewîn dike. Dizane dê çi û çawa pêk bîne. Her hûrguliyekê bi wateyê dihûne. Dijwariya watedayîna van hûrgiliyan mirov şaş û metel dihêle. Ji bo teqemeniya xwe, Zîlan gund bi gund digere; li wan malên ku bi destê dewletê hatine şewitandin, kavil bûne û herifîne, perçeyên hesinan kom dike. Dibêje: ‘Di nav vê bombeyê de divê hesinên wan mal û gundên hatine şewitandin hebin, da ku ew jî bi bombeya min tola xwe hilînin.’ Ev serwextî heybet e, mirov dihejîne, asoya dîrokê û kêliyê nîşan dide. Cihê rêz û serbilindiyê ye.

Di çavên Zîlanê de mirin bi xwe miriye. Wê evîndariya xwe ya jiyanê, bi derbaskirina tixûbên mirinê xemilandiye. Pêwîstiya wê bi pesn û pênaseyan nîne. Havênê wê ji helbestê ye. Ew xwediyê zimanê warê xewn û bedewiyê ye. Madem ku ew ziman jî yê helbestê ye, nexwe divê Zîlana hevala Şahmaranê bi awayekî helbestî were ziman:

Hin jin hene

Dema dimeşin, kanî diherikin li pey wan

Hin jin hene

Dema dimeşin, kanî digrîn li dû wan

Hin jin hene Dema dimeşin, kanî digirin dîlana wan

Diherikin wek şîr

Diherikin wek hêvî

Diherikin çîrok û jiyan...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.