Teyisandina wateya peyvê

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 15 Hezîran 2026 - 07:30

  • Di heman demê de bi rêbazê danustandinê an go diyalogê pêkanîna guhertin û veguhertinê bêtir şayanê jiyanê ye. Jiyaneke bi rûmetê kemilî jî bi kedê û xebatê gengaz e.

 

Henase di tevahî zindiyan de nîşaneya jiyan û zindîbûnê ye. Jiyan, di navbera henaseya yekem û ya dawiyê de dibe serpêhatiyek. Kurt an dirêj, lawaz an xwirt, di nav kevaneke ku ji henaseyan pêk hatiye de berdewam dike jiyan. Lê di heman demê de henase dibe avakarê diyardeyeke din. Ew jî deng e. Dengê di zindiyan de bi henase ava dibe û her zindiyek xwedî dengekê ye. Lê di mirov de dengê ku di encama henase de pêş dikeve guhertinekê pêk tîne. Deng di mirov de dibe peyv, dibe gotin, dibe nav, dibe ziman û dibe heqîqeta ku li peyvê barkirî. Di nav xumamiyeke sergirtî de bi dengekî taybet navlêkirina diyardeyan dibe sedema veqetandineke pir dijwar a ji zindiyên din.

Ziman rêbazek ji rêbazên herî xwirt ê peywendiyê ye. Bi hêzkirina peywendiyê ango xwirtkirin û avakarî, di peywendiyan de bi rêya ziman pêk tê. Li cihê ku ev peywendî qut dibe alozî, gengeşe, pirsgirêk û xitimandin ava dibin. Ev yek xwe weke girêkên kor ên ji hev naveçrin, henaseya hevbeş a gelan teng dikin. Ji bo ev henase ku nîşaneya jiyanê ye neçike û di ritma xwe de her berdewam bike ji bo her tiştî pêwistî bi diyalogê an go danûstandinê heye.

Peyv wateyan li xwe bar dikin. Wateya peyvan derbarê taybetmendiyên civaka xwedî ziman gelek tiştan dibêje. Wate di peyvên me de veşartîne û heqîqeta di gotinê de dikare rê ji guhertinên mezin re veke. Peyva rast di cihê rast de, nextê peyvê bêtir bilind dike.

Di nav vê nîv meha hezîranê de du civatên pir girîng hatin li darxistin. Li gorî van rastiyan dema ku mirov li her du civatên ku bi nîvenga Kurdan pêş dikeve dinê re pêwistiya gel û bandorkariya geşedanên ku diqewimin jî, ji peyv û têgînên ku derketine pêş dibine. 6 û 7ê Hezîrana îsal, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK 24. Civata xwe ya giştî li dar xist. Nûnerên ji 4 parçe Kurdistanê derbarê geşedanên ku diqewimin û erkên ku weke kongreya netewî pê rabin guftugo kirin û weke encamnameyekê bi raya giştî re parve kirin. Di vê pêvajoya qirfok û aloz de ji her demî zêdetir hişyarî û pêwistiya ‘Yekîtiya’ gelê Kurd hate destnîşankirin. Her wiha li Stenbolê jî di navbera 13 û 14ê hezîranê de bi vexwendina 29 rewşenbîr û nivîskaran ve bi navê ‘Di sedsala duwem de Veguherîna Komara Demokratîk’ konferansek hate li dar xistin. Di vê konferansê de jî bi taybetî bi rêya diyalog an go danustandinê pêkanîna guhertin û veguhertina ku pêwistiya gelan pêk heye derkete pêş.

Hêza peyvan heke herî zêde li ser pirsgirêk û pêwistiyên jiyan û civakan de xwe biteyisîne wê demê, termînolojiya ku di van her du cıvatan de derdikeve pêşberî me, pêwistiyên me yên sereke jî nîşan didin. Yekîtiya îradeyî ya gelê kurd û bi danûstandinê avakirina hêza guhertin û veguhertinê. Hevgirtin û yekîtiya di nav gel de ji her demî zêdetir pêk hatiye, lê weke îradeya siyasî şênberkirina vê rastiyê weke ferzkirina serdemê li pêşberî tevahî hêz û aliyên siyasî yên Kurd e. Di heman demê de bi rêbazê danustandinê an go diyalogê pêkanîna guhertin û veguhertinê bêtir şayanê jiyanê ye.

Jiyaneke bi rûmetê kemilî jî bi kedê û xebatê gengaz e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.