- Guhdarîkirineke bi baldarî, rûbirûbûna rasteqîn û têgihiştina demokratîk... Aştî û çareseriya civakî ne tenê bi daxwazan, bi cesaret û guhertineke kûr a hişmendiyê pêkan e.
Ji bo mirovahiyê her rojek perçeyeke ji dîrokê. Hêmanên ku dîrokê ava dikin piralî ne. Rêbazên raman û hişmendiyê, siyaset, zanist, şer, civak, hilbijardeyên di kêliyên werçerxî de û hwd gelek hêman di çêkirina dîrokê de xwedî bandoriyekê ne. Di roja me ya îro de jî em li ber qeraxa avakirina kêlî û dahatuya xwe ne. Ji ezmûneke nîv sedsalî ya di lutkeya dijwariyê de weke Kurd û Tirk ji nû ve hewildana sererastkirina peywendiyeke siyasî, civakî û dahatûyê heye. Pêngavên diyalogê, nîqaşên li ser qadên demokratîk û daxwazên aştiyê, careke din nîşan dan ku civak di warê çareseriyê de biisrar e. Lê belê, her pêvajoyeke çareseriyê ne tenê bi daxwazan, bi guhertineke kûr a hişmendî, wateyî û siyasî pêk tê.
Gotineke qedîm a çermsorên Emerîkî ku weke hizra civakê ye, xwe digihîne hizra civaka Kurd û dibêje: "Guhdarî bike, heke na tê bibî kerr û lalê zimanê xwe. Rûbirû bibe, heke na tuyê bibî dîlgirtiyê dilê xwe. Fêhm bike, heke na tuyê bibî dînê aqilê xwe." Ev hizra kevnar rastiyeke ku îro divê her alî di pêvajoya çareseriyê de li ber çav bigire, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Dema em vê gotinê li ser pêngavên çareseriyê û rastiya civaka îroyîn datînin, çar pîvanên sereke yên felsefî, civakî, dîrokî û siyasî derdikevin pêş.
Di nava leza jiyana modern û aloziyên cîhana îroyîn de, mirov bi gelemperî bi guman û fikarên mezin re rûbirû ne. Heke mirov nikaribe cîhana nû, guhertinên siyasî û pêdiviyên demê bi awayekî rast fêm bike, hişê civakî di nava guman û alozayan de diqelişe. Têgihiştineke kûr ji bo avakirina jiyaneke hevpar şertekî bingehîn e. Wekî ku gotin dibêje; hişê ku nikaribe wateyekê bide bûyeran, bi demê re li dijî xwe dest bi şer dike.
Civakên roja me ya îro xwedî pirrengî û dînamîkên cûrbecûr in. Carinan her kes dixwaze biaxive, nêrîna xwe ferz bike û dengê xwe bide bihîstin, lê guhdarkirina hevdu kêm dimîne. Heke aliyên civakî û rewşenbîr guh nedin hev û tenê bi zimanê xwe yê ferzkirî biaxivin, ev yek dibe sedema perçebûnê. Zimanê me yan jî helwesta me ya hişk, me ji rastiyên hevdu re kerr û lal dike. Divê bi qasî xwedî gotina xwe, xwedî feraseta guhdarîkirina yên li hemberî xwe jî bi mirov re hebe da ku rêya hevbeş peyda bike.
Rûbirûbûn hilpekînê ava dike. Dîroka gelek civakan tijî travma, koçberî, zordarî û êşên giran e. Carinan ji bo ku mirov nekeve nava wê êşê, yan van tiştan înkar dike yan jî dixwaze zû bide jibîrkirin. Lê belê, heta ku mirov û civak bi rastiya dîrokî re rûbirû nebin, ew ê nikaribin ji bin van baran rabin. Revîna ji rastiyê dilê civakê dike zindan; mirov di nava bîranînên bi êş de asê û dîl dimînin. Aştî, berî her tiştî cesareta rûbirûbûneke rasteqîn hewce dike.
Çareserî ne bi ferzkirinê, lê bi guhertineke stratejîk a ku li ser bingehê edalet û demokrasiyê ava dibe pêkan e.
Ev dema ku ji bo çareseriyê hatiye vekirin, ji bo hemû aliyan ceribandineke dîrokî ye. Heke ev pêvajo bixwaze bigihîje serkeftinê, divê zimanê şer û înkarê bide cîhê guhdarîkirineke bi baldarî, tirsên dîrokî bidin cîhê rûbirûbûneke rasteqîn, û tengasiya hişî bide cîhê têgihiştineke demokratîk.
Wekî ku gotina qedîm bi bîra me tîne: Heke em guhdarî nekin, em ê ji hev re bibin kerr; heke em rûbirû nebin, em ê di dîroka xwe de bibin dîl; heke em fêm nekin, hişê me dê me bixe nava bêwatebûnek tam. Niha dema wê ye ku em bi hişmendiyeke nû, bi aştî û çareseriya civaka demokratîk re dîdara xwe ya wateyê ava bikin.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Dîdara Rêber bi zarokan re
10 tebaxê
Ji Enfalê heta Fermana Şengalê
3 tebaxê
Wêneyek û hêza peyv û hevrêtiyê
27 tîrmehê
Ji Dostoyevskî heta Îmraliyê heyîna rojê
13 tîrmehê
Gotin û kirin
6 tîrmehê
Zîlan; Hevalyara Şahmaranê
29 hezîranê
Çar çirayên Kurdistanê
22 hezîranê