- 30 sal di ser re derbas bûye lê hevokeke wisa ye ku heqîqeta xwe ji dest neda ye. Sala 97 jî jiyana li gorî peyvê ji hevrêyên xwe dixwest û di roja îro de jî dîsa rastiya ku tê xwestin heman heqîqet e. Ji xwe ferqa Rêberan jî ev e.
Di cîhana îroyîn de ku teknolojî her tiştî dike dîjîtal, em rojane bi hezaran wêneyan dikişînin û wan di bîrgehên telefonan an jî li ser ewrên înternetê de kom dikin. Lêbelê, hejmara van wêneyên ku me dixe nava hestên kûr û me dibe gavên berê, pir kêm in. Demek hebû ku wêne ne tenê pelgên kaxezê bûn; ew nîşanên dilsoziyê, diyariyên herî biqîmet ên navbera heval, dost û evîndaran bûn. Mirov wêneyekî xwe yê herî delal hildida, li pişt bi destxetekî xweş çend gotinên ji dil dinivîsand û weke diyarî pêşkêşî yê hemberî xwe dikir.
Ew wêneyên ku dihatin dayîn, bi tenê rûxareke tazî nîşanî mirov nedidan. Hêza rastîn a wan wêneyan li pişt wan bû. Gava ku mirov wêne dida ber çavên xwe û diçerxand, bi peyvên xweş, bi bîranînên germ re rûbirû dima. "Ji bo bîranîna rojên xweş...", "Ji dostê te yê ku tu carî te ji bîr nake re..." Ew nivîsên li pişt wêneyan, mîna demkapsuleke biçûk bûn. Her carê ku te li wî wêneyî mêze bikira, te ne tenê ew kêliya li ser wêne dîtibû, te dengê kes, bîranînên wî çaxî û germiya wê dostaniyê ji nû ve jiyan bikira. Ew wêne di nava albûman de an jî di nava rûpelên pirtûkan de wekî xezîneyên veşartî dihatin parastin.
Wêneyên kevn ên bi nivîsên li pişt wan, bîranînên me yên herî saxlem bûn. Ew nîşan didan ku dema mirov ji bo hezkiriyên xwe vediqetand, bi qîmet bû. Nivîsandina bi destê mirov bixwe jî beşek ji ruhê wê diyariyê bû; ji ber ku destxetê her mirovî mîna şopa tiliya wî yekta û taybet bû.
Îro, di serdema dîjîtal de, em bi lezek mezin digerin. Em bi yek tikandinê bi hezaran wêneyan ji hev re dişînin. Lê belê ev zûguhêzî, nirx û kûrahiya diyarîkirina wêne û nivîsandinê kêm kiriye. Wêneyên dîjîtal di nav qelebalixa pelên telefonê de winda dibin; ew nema xwediyê wê taybetmendiya "destgirtî" û "kesane" ne ku meriv bikaribe di destê xwe de bigire û li ser pişta wê bi sebir binivîse.
Di nava têkiliyên têkoşîn û rêwiyên azadiyê yên Kurdistanê de jî ev çand xwediyê cihekî pir pîroz e. Şervan û şoreşger weke diyariya herî bi qîmet wêneyan didan hev. Di dîdaran de yekem tişta dihat xwestin albumên wênayan bûn. Ji nîşaneyên li ser wêneyan lehengî û îxanet dihate zanîn. Parvekirina wêneyên şehîdan pîroztirîn diyarî bûn. Li pişt wan wêneyan hevokeke ji nîvenga hebûnê û dîroka rojê, wê kêliyê dixist nav tevna nemiriyê.
Ev albûm di nav têkoşînê de bi xwe re arşîveke mezin ava kir. Arşîva her şoreşgekê/î bi qasî salên di nav şoreşê de dagirtî bû. Kevn buna şoreşger, bi qasî tîrbûn û mezinbûna vê arşîvê bû. Mêzekirina li van arşîvan kêfa melevaniya deryayan li mirov zêde dike. Nexasim heke mirov di nav vê melevaniyê de ji roja me ya îro re jî ronahiya heqîqetê bibîne aramiya kêfxweşiyê jiyan dike. Di nav gencîneya arşîvekê de wêneyek bi destê min ket. Darek ji vî wêneyî re malovanî dike. Destek vî wêneyî digre. Yê kî/ê ye nayê zanîn. Tenê hevokek li sere û dibêje; ‘Kemal, Kesên ku li gorî gotin û peyvan dijîn, hevrêyên herî biqîmet in. 7.9.997 Abdullah Ocalan.’ Hevokek lê têra xwe dagirtî, hevokek lê ji bo roja me ya îro jî bi heman heqîqetê ava bûyî. Şeş peyv in lê ji dem û mekan derbas kirine.
Ev hevok, bi tenê bîranîneke takekes nîşanî me nade; ew felsefeya jiyanekê, exlaqê hevrêtiyê û pênaseya dilsoziya bi nirxên azadiyê re datîne holê. Rêber Ocalan bi vê nêrînê re nîşan dide ku diyarkirina wêne û peyva li ser pişta wê, di rastiyê de girêdanbûna bi "sozê" re ye. Wêneyekî bi vî rengî, ji bo têkoşer û rêwiyên azadiyê dibe çavkaniyekî mezin ê hêzê, rênîşanderekî ku di her kêliya zehmet û dîrokî de ruhê berxwedanê zindî dihêle û wateyek mezin dide têkiliyên hevrêtiyê. Her kesek dikare li şuna navê Kemal ê xwe deyne û vê hevokê ji bo xwe bigre dest. Di kesayetê Kemal de wateya hevokê ji her takekî azadîxwaz re ye.
30 sal di ser re derbas bûye lê hevokeke wisa ye ku heqîqeta xwe ji dest neda ye. Sala 97 jî jiyana li gorî peyvê ji hevrêyên xwe dixwest û di roja îro de jî dîsa rastiya ku tê xwestin heman heqîqet e. Ji xwe ferqa Rêberan jî ev e. Bihûrandina ji dem û mekan e. Ev yek di vî wêneyî de bi awayê herî xwerû derdikeve holê.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Ji Dostoyevskî heta Îmraliyê heyîna rojê
13 tîrmehê
Gotin û kirin
6 tîrmehê
Zîlan; Hevalyara Şahmaranê
29 hezîranê
Çar çirayên Kurdistanê
22 hezîranê
Teyisandina wateya peyvê
15 hezîranê
‘Ne heddê we ye!’
8 hezîranê
‘Zevî sext û esman dûr’
1 hezîranê






