Nirxandinên Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn

Sêşem 3 Adar 2026 - 17:00

  • Abdullah Ocalan, çareseriya di navbera Kurd û Tirkan de weke “çareseriya Rojhilata Navîn” dinirxîne û têkildarî geşedanên dawî gelek caran balê dikişîne ser polîtîkayên Ingilîzan. 

Di demeke li Rojhilata Navîn geşedanên girîng diqewimin de, yek ji kesên di vê mijarê de nirxandinên herî berfireh dike jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan hem di parastinên xwe yên berê de hem jî di hevdîtinên li Îmraliyê û hem jî di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên li Rojhilata Navîn bi berfirehî dinirxîne. 

Rêzedosyeya Ajansa Welat (AW) a têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê û manîfestoyê îro jî didome. Di dosyeya dawî de ajansê nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî azadî û ewlehiya Kurdan derxist pêş. Beşa dawî ya rêzedosyayê wiha ye: 

Abdullah Ocalan, di manîfestoyê de, bi sernava “Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Çareseriya Entegrasyona Demokratîk” de di der barê rewşa pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn de çavdêriyek girîng dike. Abdullah Ocalan dibêje: “Kurd pirsgirêka herî giran a Rojhilata Navîn dijîn, lê ew di heman demê de di pozîsyona herî îdeal de ne ji bo çareseriyê. Çareseriya Kurd-Tirk çareseriyek Rojhilata Navîn e. Ewqas girîng û ewqas lezgîn e ku çareseriyek li vir dikare tevahiya Rojhilata Navîn ber bi çareseriyekê ve bibe. Ji ber vê yekê, çareseriya Tirk û Kurd ne çareseriyek asayî, herêmî ye, ne jî çareseriyek teng a pirsgirêkek e. Ew bi tevahî çareseriyek Rojhilata Navîn e. Û ew ê tewra bandorek gerdûnî jî bike. Her kes jixwe bala xwe dide vê yekê. Ew hewl didin ku wê fam bikin. Û ev tiştê rast e ku were kirin.”

Ji ber ku ev pirsgirêkek Rojhilata Navîn e, divê bi hêzên din ên serdest ên li herêmê re, û ya herî girîng jî bi hêzên navneteweyî re têkiliyek hebe. Bi gotineke din, divê em li ser siyaseteke derve ji bo Kurdan biaxivin. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê çar dewletên ku Kurd lê dijîn de wiha ne: “Li gorî vê prensîbê, me dewleta neteweyî terikand; me ew bi neteweya demokratîk guhert û bernameya me dê li dora ‘neteweya demokratîk’ were avakirin. Têkiliya wê bi dewletên cîran re girîng e. Ji ber ku divê pêşî ev were çareserkirin. Û ji bo vê çareseriyê, ‘entegrasyon’ têgeha rast e. Bi gotineke din, ‘yekbûn’. Ew tam berevajî asîmîlasyonê ye. Niha, tiştê ku ev çar dewlet li ser Kurdan ferz dikin asîmîlasyon e. Asîmîlasyon çi ye? Helandina di nav neteweyên serdest de… 

Wekî di manîfestoya xwe de, Abdullah Ocalan, di hevdîtinên xwe yên bi şandeya DEM Partiyê re perspektîfên berfireh li ser Rojhilata Navîn pêşkêş dike. Bi giranî li ser pêşketinên li Sûriyeyê disekine, Abdullah Ocalan carinan çareseriyan jî pêşkêş dike ji bo derketina ji vê rewşa dijwar.

Abdullah Ocalan di nirxandinekê de di meha Gulanê de li ser polîtîkayên Brîtanî li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyeyê wiha dibêje: “200 sal in ku Ingilîz nakokî afirandine. Serhildana Babanzade li Silêmaniyê hebû, ev baş tê zanîn. Ew hîn jî mudaxeleyî vê mijarê dikin. Wan nakokî kûrtir kirine; nêzîkî sêsed serhildan hene. Gelo destê Brîtanî di hemûyan de hebû? Erê. Min serhildana dawî di nav lepên xwe de dît. Niha ew min ji bo hemûyan sûcdar dikin. Wan ez wekî qurban hilbijartim. Tirkiyeyê jî min wekî qurban dît. Wan ez wekî terorîstê sereke pênase kir. Ger rewş wisa be, bila ew berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Brîtanî di vê yekê de pispor in.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî li ser siyaseta êrişkar a ku li Sûriyeyê, bi taybetî li dora Rojava diqewime disekine. Di hevdîtinek meha tîrmehê de ew bi kurtasî modela ku ew ji bo Sûriyeyê xeyal dike wiha rave dike: “Tiştê ku ez ê ji bo Sûriyeyê pêşniyar bikim qanûnek rêveberiya herêmî ya berfirehkirî ye. Li vir dewletek federal tune. Ew modelek rêveberiya herêmî ya nûjenkirî, bingehîntir û qanûnîkirî ye ku xwedî aliyên aborî û çandî ye. Niha, parêzgarek, rêveberiyek taybetî ya parêzgehê heye; ew sîstemek kaotîk e.”

Dema em gihîştin meha Kanûnê, gefên li dijî rêveberiya xweser a Rojava zêde bibûn. Abdullah Ocalan, ku ev yek ji nêz ve dişopand di hevdîtinekê de bi şandeyê re di destpêka Kanûnê de hişyarî û pêşniyarên xwe rêz dike: “Divê ez tev li meseleya Sûriyeyê bibim. Mesela Sûriyeyê bi qasî meseleya Tirkiyeyê girîng e. Lê rê û rêbaz ne diyar in. Li dora wan eşîr, Amerîkî, her kes hene. Vê yekê ji rêveberiya Rojava re ragihînin: Ji bo ku hûn li hember Şamê di rewşek dijwar de nebin, dibe ku çend gavên pratîkî hebin. Yek, derbasbûna sînoran; du, hevkarî li herêmên petrolê. Ji bilî van, dibe ku çend mijarên din jî hebin. Ji bo ku 10’ê Adarê bixebite. Em ê paşê bi wan re li ser vê yekê nîqaş bikin.”

Di meha çileyê de Abdullah Ocalan hema hema tevahiya civîna bi şandeyê re ji bo vê mijarê vediqetîne. Wekî ku tê zanîn di 6’ê Çileyê de komên HTŞ’ê êrişek li ser taxên Kurdan li Helebê dest pê kiribûn û piştî valakirina Reqa û Dêrazorê, şer gihîştibû ber deriyên Rojava. Di nîvê meha çileyê de, di wê dema ku şer û êriş xurt bibûn û li çar aliyê cîhanê Kurd rabibûn ser piyan, hevdîtinek nû bi Abdullah Ocalan re pêk hat.

Di vê hevdîtinê de, Abdullah Ocalan israr dike ku mudaxaleyê bike û wiha dibêje: “Sedema ku em hessas tevdigerin eşkere ye. Ger pêşbîniyê min nebûya, ew ê ber bi Xezeyê ve biçûya, ji ber vê yekê divê ez wê ji wan re nehêlim. Mudaxale pêwîst e. Ez vê yekê bi zelalî û bêguman dibêjim; her çend demkî be jî, divê alî înîsiyatîfê bigirin û pevçûnan rawestînin. Divê ew teqez rawestin. Her tiştî ji bo du hefteyan an mehekê rawestînin. Werin em hinekî li ser bixebitin; ez ê formulekê amade bikim. Gelek dest li wir hene, ne tenê Tirkiye. Amerîka û Îsraîl tê de ne. Ger em destwerdanê nekin, darbe û provokasyon dê neçar, bibin. Divê ew fêm bikin ka bandora min çi ye, rola min çi ye.”

Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de gotina xwe ya ku di raya giştî de pir caran tê nîqaşkirin, ku “ev komploya duyemîn a 15’ê Sibatê li dijî min e” dubare dike. Wekî din, ji bo ku giraniya rewşê tekez bike, Abdullah Ocalan israr dike û bi van gotinan daxwaz dike ku derfet jê re werin avakirin: “Bila êrişên li Sûriyeyê ji her du aliyan ve rawestin. Derfetek bidin min, bila ez mudaxeleyên pêwîst bikim; dibe ku ez her kêliyê hewce bikim ku mudaxele bikim. Divê ez bi Barzanî, Talabanî, PJAK û SDG’ê re hevdîtinê bikim. Divê ez her kêliyê mudaxele bikim.”

AW / NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.