Sedemên sereke yên tundiya li dibistanan
Pêncşem 16 Nîsan 2026 - 16:00

- Pisporê Psîkiyatriyê Ozden Polatoz, tundiya roj bi roj li dibistanan zêde dibe nirxand û got: “Xizanî, rageşiya nava malê û tundiya li ser medyaya dijîtal çendek sedemên bingehîn ên vê tundiyê ne.” Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê Cûdî Îmrek jî polîtîkayên perwerdeyê rexne kir.
Di êrişa li dijî Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu ya li navçeya Sêwereg a Rihayê de 16 kes birîndar bûn. Di demeke li ser vê bûyerê dihat axaftin de îcar jî li Mereşê li dijî dibistanekê êriş hate kirin û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesê êriş pêk anî zarok bû û vê jî careke din berê gel da polîtîkayên zarokan û pergala perwerdeyê ya îktîdarê.
Têkildarî bûyerên tundiyê yên li dibistanan tu pergaleke daneyan a birêkûpêk û navendî nînin. Tenê bûyerên tundî û ewlehiyê yên di sala perwerdeyê ya 2017-2018’an de li 362 dibistanan qewimîn li ser medyayê hatin parvekirin. Lêbelê ev hejmar tenê ji bûyerên li ser çapemeniyê hatine parvekirin pêk tê. Li gorî qeydên edlî, di navbera salên 2012-2022’yan de herî kêm 120 xwendekar li hundirê dibistanê bûn mexdûrên tundiyê. Ji ber ku ev dane tenê bi hinek herêman bisînor in, rewşa tevahiya welat venabêje. Li gorî pisporan, sedema vê tundiyê jî tundiya civakî, pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên psîkolojîk ên di navbera ciwanan de û piştgiriya kêm a dibistanan e.
Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Pisporê Psîkiyatriyê Ozden Polatoz, diyar kir ku êrişên li cihên wekî dibistanan ku divê cihên biewle bin, hestê baweriyê ya zarokan ku hestekî bingehîn e têk dibe. Ozden Polatoz, wiha domand: “Bûyerên bi vî rengî dibe ku di zarokan de hestê ‘tu cihekî biewle tune ye’ mayinde bike. Di zarokên tundî dîtin an jî dibin şahidên tundiyê de stresa ji ber travmayê, depresyon, pirsgirêkên xewê, belavbûna bala wan û hwd. tên jiyîn. Her wiha dema zêde rastî vê tên jî xetereya ku hestê empatiyê winda bikin û tundiyê asayî dibîne derbikeve holê. Piraniya zarokên serî li tundiyê didin ji dibistanê qut bûne û piraniya wan di nava malê de tundiyê dibînin. Xizanî, şerê nava malê, zexta hemtemenên wan û çanda tundiya medyaya dijîtal jî çandek hêmayên sereke yên vê tundiyê ne.”
Ozden Polatoz, wiha domand: “Helbet malbat ji bo zarokan qada yekemîn a parastinê ye lê di rewşa tundiyê ya heyî de ev bi tena serê xwe têr nake. Pirsgirêk tenê bi venêrîna dayik û bavan çareser nabe. Gelek malbat di mijara têkilîdanîn, venêrîna naverokên dijîtal, ferqkirina pêdiviyên hestiyariyê û piştgiriya psîkolojîk a zû de dikevin kêmasiyê. Hewce ye mekanîzmayên piştgiriyê yên li ser bingeha malbatê bên xurtkirin. Êrişên çekdarî yên li dibistanan li ser zarokan ne tenê tirsek demkî ava dike, her wiha ji bo dema dirêj bandoreke neyînî çêdike. Di zarokan de fobiya dibistanê, vekişîna civakî, windakirina baweriyê û ji hêla ruhî ve rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Lewma jî di nava pergala perwerdeyê de ne tenê ewlehiya fîzîkî lê ewlehiya psîkososyal jî bi pirsgirêk e. Hewce ye xizmetên tenduristiya ruhî ya zarokan zêde bibin û mekanîzmayên dibistanê esas digirin bên xurtkirin.”
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê Cûdî Îmrek jî wiha got: “Nabe ku tundiya li dibistanan tenê bi tevgerên şexsî bê nirxandin. Li gel xizanî, newekhevî û rageşiyên civakî, her wiha polîtîkayên perwerdeyê jî vê rewşê giran dikin. Pergala perwerdeyê bênavber diguhere û ev jî zextek domdar li ser zarokan çêdike. Êrişên Mereş û Sêweregê, baweriya bi ewlebûna dibistanan zeîf kir. Ev bûyer ne bûyerên şexsî ne. Dibistan, di mijara rêvebirina krîzan û ewlehiyê ve bi qasî tê xwestin amade nînin. Polîtîkayên heyî pêşiya vê tundiyê nagire, zêdetir xwe dispêre mudaxileya piştî bûyerê.”
Cûdî Îmrek, diyar kir ku xizmetên rêberiyê kêm in û axaftina xwe wiha qedand: “Mamoste jî ji piştgiriya pêwîst bêpar tên hiştin. Hevkariya di navbera malbat-dibistanê de girîng e. Lêbelê krîza aborî û pirsgirêkên civakî ev têkilî qels kiriye. Hewce ye pergala perwerdeyê ji terza pêşbirkê were derxistin û pêdivî bi bi ferasetek wekhevîparêz, zanistî û demokratîk heye.”
MA / EDENE / HAMDÛLLAH YAGIZKESEN







