Çarşema Serê Nîsanê
Duşem 13 Nîsan 2026 - 17:00

- Di nava kûrahiya bêdawî ya demê de, beriya ku peyv bibe deng û raman bibe hebûn, gerdûn di nava xewneke spî û mîstîk de pêçayî bû. Di wê valahiya ku ne serê wê hebû û ne jî dawiya wê, tenê Dura Pîroz diçirisî ew dureke wisa bû ku hemû sirrên afirandinê, hemû rengên jiyanê û hemû semfoniyên hebûnê di nava dilê xwe de dihewand.
Ev dur ne tenê tiştekî maddî, lê kîsika potansiyela xwedayî bû ku li benda kêliyekê bû da ku bibe kaniya herikîna gerdûnê. Di baweriya Êzîdatiyê de Çarşema Serê Nîsanê bîranîna wê teqîna mezin a nûrê ye ku tê de ev dura bêhempa şikiya û nûra wê mîna deryayeke bêbinî li seranserê valahiyê belav bû. Ew kêlî, kêliya herî pîroz a dîroka gerdûnî ye roja ku Nûr veguheriye Madeyê û jiyanê bi rengên biharê di bin sîbera perçiqîna duryê de dest bi rêwîtiya xwe ya ebedî kiriye.
Beriya ku gerdûn bibe ev sêwirandina ku em îro tê de dijîn, her tişt di nava mircaneke sêrbaz de veşartî bû. Ev mircan ango Dur, navika gerdûnê bû ku tê de çar hêmanên bingehîn ax, av, hewa û agir di nava hevsengiyeke kamil û bêdeng de bûn. Gava Tawizî Melek, bi wê rûmeta xwe ya herî bilind û bi fermana Xwedayê mezin, li vê duryê nêrî, ji bandora wê nûra herî kûr dur şikiya. Ev şikestin ne hilweşînek bû, lê zayîneke kozmîk bû. ‘Padîşahê me bixwe kerem kir ji duryê, eniya xwe daye ber mîhr û nûrê, gerdûn lê bi cih kir ji nêzîk û dûrê.’ Ev gotinên pîroz nîşan didin ku her parçeyekî gerdûnê, ji stêrka herî dûr heta kûlîlka herî biçûk a ser çiyê, perçeyekî wê duryê ye. Çarşema Serê Nîsanê, cejna vê yekîtiyê ye, bîranîna wê roja yekemîn e ku roja yekem car tîrêjên xwe li ser rûyê zeviyên şil û hêviyên nû belav kir û çerxa jiyanê ya ku em îro tê de hîmên xwe dibînin, bi herikîna demê re ket liv û tevgerê.
Li gorî qewlên ku di nava civaka Êzidiya de wekî pirtûka zindî ya hebûnê têne parastin afirandin ne qirarekî ji nişka ve, lê pêvajoyeke heft rojî ya kamilbûnê ye. Di her rojekê de, şikil û şemala gerdûnê bi hostatiyeke xwedayî hate neqşandin. Dema ku ax bi avê re tevlîhev bû, erd hê bêmecal û dilerizî mîna ku nexwaze bi cih bibe, di nava deryayên bêbinî de diçû û dihat. Wê gavê sêwirînerê gerdûnê Laleşa Nûranî wekî mîxekî pîroz kuta navenda erdê. Laleş bi qutb û mîx e, cîhan pê re bûye tîx e, ji bo bawermendan rê û şîx e. Laleş ne tenê cîhekî coxrafî ye ew stûna metafîzîkî ye ku erd û ezman bi hev ve girêdaye. Bi danîna Laleşê re erd rawestiya hevsengî ava bû û gerdûn ji kaosê derbasî nizamê bû. Gava rojê bi hilatina xwe re germî da vê axa nû, nebatan dest bi şînê kir û rengînî mîna baranê bi ser erdê de barî. Kûlîlkên sor ên Nîsanê, ku jê re Bûka Gaxên jî tê gotin, wekî yekemîn xemla vî erdî, di wê Çarşema pîroz de serê xwe ji bin axê derxistin û bûn şahidên yekem ên hebûnê.
Di felsefeya Êzîdatiyê de her tişt xwedî kûrahiyekê ye û tiştek tenê ji bo şeklê xwe nîne. Hêk di vê felsefeyê de tenê sembolek nîne, ew xulaseya gerdûnê û pirtûkxaneyeke zanistî ya veşartî ye. Êzîdî bawer dikin ku cîhan bixwe mîna hêkekê hatî sêwirandin qalikê wê ezmanê ku me diparêze ye spîlka wê derya û avên ku jiyanê didin in û zerika wê jî roj e ew enerjiya navendî ya ku her tiştî di nava xwe de dihelîne û germ dike. Boyaxkirina hêkan bi rengên biharê di rastiyê de rîtuwaleke kozmîk e nîşandana wê yekê ye ku gerdûn piştî şikandina duryê bi rengên cûrbecûr û pirrengî xemilî. Di vê felsefeya kûr de, têgehên zanistî yên mîna Zir û Azon bi hezaran sal in di nava qewlan de dijîn. Parçeyê herî biçûk ê atomê wekî Zir tê binavkirin û dema mirov hêkekê dişikîne, ew tebeqeya zirav û şefaf a bin qalikê ku jê re Azon tê gotin, mîna tebeqeya ozonê ya parêzvana cîhanê tê qebûlkirin. Ev zanîna qedîm nîşan dide ku Êzîdatiyê hevsengiya gerdûnê ne tenê bi bawerî lê bi çavdêriyeke felsefîk û zanistî jî xwendiye.
Nîsan di çanda Êzîdatiyê de ne tenê mehek e ew Bûka Salê ye, dema ku gerdûn diçe ber dilovaniya afirîner û xwe nû dike. Di vê mehê de xweza mîna helbestekê tê nivîsandin, darên hişk ji nişka ve dibin kaniya pelên kesk û kûlîlkên çiyayî bi rengên xwe yên sêrbaz rûyê erdê dixemilînin. Ji ber vê bedewiya pîroz û ji ber ku xweza di nava zayîneke mezin de ye, di meha Nîsanê de her cure destwerdana li ser xwezayê qedexe ye. Êzîdî di vê mehê de zewacê nakin, naxwazin tîfaqa mirovî bikeve pêşiya tîfaqa xwedayî û xwezayî. Birîna şaxên daran an jî kolandina erdê nayê kirin, da ku keda dayika siruştê neyê binpêkirin û êş neyê dayîn jiyanê. Ev meh dema bêdengî, temaşekirin û sêwirandina mucîzeyên afirandinê ye dema ku mirov tenê dibe şahidê hunera Xwedê.
Rîtuelên vê roja pîroz bi berbangê re dema ku nûr û tarîtî li ber hev radibin, dest pê dikin. Ev rîtuel bîranîna wê peymana kevnar e ku di navbera mirovan û afirîner de, li ser hîmên aştiyê hatiye girêdan. Beriya ku roj ji lûtkeya çiyan bilind bibe, keç û xortên Êzidî diçin nav zeviyan û kûlîlkên sor ên Nîsanê kom dikin. Van kûlîlkan bi qalikên hêkan û hevîrê ku nîşana bereketê ye li ser deriyên malan dadiliqînin. Ev ne tenê dekorasyonek e ev nîşana mala zindî dilê aştîxwaz û girêdana bi koka duryê re ye.
Her kes li ber kevirên pîroz û xaka Laleşê disekine rûyê xwe dide ber tavê û dua dike ku sala nû bibe sala nûrê, ne tenê ji bo wan lê ji bo hemû mirovahiyê. Di heman demê de, Çarşema Serê Nîsanê roja rakirina kînan e. Di vê roja ku gerdûn bûye yek nayê qebûlkirin ku mirov ji hev veqetandî bin. Yên ku ji hev xeyidî ne bêyî ku li sedeman bipirsin bi dilgermî li hev vedigerin. Ev yekîtiya civakî neynika wê yekîtiya kozmîk e ku di bin qalikê duryê de dest pê kiribû.
Her tiştê ku di vê rojê de tê kirin ji boyaxkirina hêkan bigire heta semaya li dora agir bangawaziyeke ji bo vejînê ye. Ew bîranîna wê yekê ye ku em hemû bêyî ku ferq û cudahî bikeve navbera me beşek ji wê Dura pîroz in. Her hêka ku bi sor, zer û kesk tê boyaxkirin, perçeyekî gerdûnê ye ku di destê mirov de dibe huner. Her kulîlka ku tê komkirin silavek e ji bo wê kêliya afirandinê ya ku gerdûn ji tarîtiya bêdawî derbasî ronahiya herheyî bûye. Ev cejn pîrozbahiya hebûnê bixwe ye tê de gerdûn, xweza û mirovahî di nava dîlaneke ronahî û aştiyê de dibin yek. Êzîdî bi vî rengî koka vê heqîqetê di dilê axê de zindî dihêlin û bi her Çarşema Nîsanê re bîranîna Dura spî nû dikin.
Di vê çarçoveyê de jiyan wekî xelekekê tê dîtin ku serê wê û dawiya wê digihîjin hev. Çarşema Serê Nîsanê xala ku ev xelek lê nû dibe ye. Ew ne tenê serê salê ye, ew serê jiyanê ye serê hişmendiyê ye. Gava mirov di vê rojê de li xwezayê dinêre, ew ne tenê dar û beran dibîne, ew heybeta afirandinê, hevsengiya di navbera mîkrokosmos û makrokosmosê de dibîne. Hêza ku Laleş bi mîx kuta navenda erdê, heman hêz e ku îro di dilê her mirovî de daxwaza aştiyê û jiyaneke bi rûmet şîn dike. Ji ber vê yekê, felsefeya vê rojê ne tenê li ser rabirdûyê, lê li ser siberojeke ronahî hatî avakirin. Bi kurtasî Çarşema Serê Nîsanê sînorên demê derbas dike. Ew ne rojeke ku diçe û tê, ew rewşeke hebûnî ye. Ew bîranîna wê kêliyê ye ku Tawizî Melek perên xwe yên rengîn vekirin û gerdûn bi heft rengan xemiland. Ew tîna agirê pîroz e ku di her dilî de li dijî tarîtiyê dişewite.
Her sal dema ku meha Nîsanê bi bûka xwe ya rengîn tê, Êzîdî careke din soza xwe ya bi jiyanê re nû dikin û dibêjin Gerdûn ji duryekê çêbû û em hemû di nava wê duryê de yek bûn. Ev felsefeya yekîtiyê herî zêde di vê rojê de di nava kenê zarokan, rengê hêkan û bêhna kûlîlkên sor de dibe rastiyeke ku bi hezar salan e koka xwe di vê axa pîroz de bervedayî kiriye.
Di dawiyê de ev pîrozbahî sirûda herheyî ya jiyanê ye. Ew bîranîna wê yekê ye ku her çiqas gerdûn berfireh bibe û dem biherike jî ew Dura Pîroz hîn jî di nava ruhê me de diçirise. Çarşema Serê Nîsanê banga vegera ber bi cewher e, banga hezkirina ji xwezayê û rêzgirtina li her zindiyekî ye. Ji ber ku di her zindiyekî de nûra wê roja yekemîn heye û di her biharekê de gerdûn careke din ji nû ve dilerize da ku bêje Jiyan pîroz e, afirandin ebedî ye û aştî mîratê me yê herî mezin e.
ANF / ŞENGAL / ARGEŞ ŞENGALÎ







