Kalkan: Yên li dij demokrasiyê dê winda bikin
Çarşem 15 Nîsan 2026 - 16:15

- Dûran Kalkan diyar kir ku ew bi rengekî stratejîk nêzî pêvajoyê dibin, weke tevger di mijara guherîn û veguherînê de bi biryar in û got, wê Tirkiyeyê ji aliyê demokratîk ve biguherînin û yên li ber vê rabin jî dawiya dawî wê winda bikin.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a li Televîzyona Medya Haberê bû û li ser êrişên îdeolojîk ên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û rewşa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:
"Ez berxwedana Îmralî ya Dîrokî û Rêber Apo silav dikim. Têkildarî pêvajoyê, Rêber Apo jî bi wesîleya 8’ê Adarê û Newrozê daxuyanî dan. Helwesta xwe nîşan da. Daxwazên xwe vegot, tiştên bêne kirin anî ziman. Tevgera me jî tiştên ketine ser milê xwe, pêk anî. Em di aliyê îdeolojîk û stratejîk de nêzî vê pêvajoyê bûn. Em tên guhertin, veguhertin. Em ê bên guhertin jî. Rêber Apo jî ev yek anî ziman. Vegera vê rewşê nîne. Ji bo me vegera guhertin û veguhertinê nîne. Em ê bên guhertin û em ê Tirkiyeyê jî rû bi rûyê guhertina demokratîk bihêlin. Yên vê asteng bikin, wê winda bikin. Em di vê yekê de bi biryar in. Tevî ku me pêdiviyên vê yekê jî bi cih anîne; fesixkirina partiyê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî, pratîkên cur be cur li holê ne lê belê hîna xisûsên weke helwesta rêxistinê zelal nîne û hwd, tên gotin. Eleqeya xwe bi rastiyê ve nîne. Divê mirov zelal îfade bike, pirsgirêk hinekî çavkaniya xwe ji desthilatdariyê digire. Yanî me fêm nekir jixwe, carekê dibêjin pêwîstî bi lezkirinê nîne, carekê dibêjin divê pir bi lez çêbibe. Bêîstiqrariyek heye, diyar e ku stratejîk nêzî pêvajoyê nabin. Di çarçoveya rojane, taktîk û siyasî de nêz dibin. Helbet nêzîkatiyeke wiha rast nîne. Lê xeter e. Bûyerên li Rojhilata Navîn diyar in. Encamên şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku 35 sal in diqewime, li holê ne. Statukogeriya netew dewletê hat çi rewşê. Sîstemên netew dewletê ji dema rêveberiya Seddam û heya niha ketin çi rewşê. Pêşeng û damezrînerên vê sîstemê di rastiyê dewleta Tirk de bûn. Yanî hegemonyaya sîstemên netew dewletê ya ku niha tê xwestin were hilweşandin, bi rêya Tirkiyeyê hate avakirin. Modela ewilî Tirkiye bû, yên din versiyonên wê bûn. Yanî Îran hat, Tirkiye jî tê. Jixwe Tirkiye di nava van bûyeran hemûyan de ye. Lê belê nedîtina vê yekê û hewldana sûdwergirtina ji siyaseta rojane, xwexapandinek mezin e. Yanî ev tê wê wateyê ku şer rast nayê fêmkirin.
Divê ev jî dubare were gotin, Rêber Apo di bin sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de zêde tê hiştin. Divê ji zûde derketiba, di aliyê hiqûqî de jî wisa ye. Dibêjin, gelo wê mafê hêviyê çêbe yan nebe. Lê belê rewşa heyî bêhiqûqî ye. Divê ev were guhertin. Divê demildest, Rêber Apo bikare di şert û mercên azad de bixebite.
Kurd hemû dibînin. Hemû beşên civakê dibînin. Helbet jin di vî alî de hîn zêdetir hestiyar in. Lê belê ne tenê Kurd, her kesê ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze vê yekê dibîne, îfade dike. Dinivîsin, nîqaş dikin. Cîhan hemû vê dibîne. Çep, sosyalîst, akademîsyen, derdorên karker û kedkaran, sendîka hemû dibînin. Ji 10’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd kampanya tê meşandin ku ev ji aliyê raya giştî ya sosyalîst û demokratîk ve hate pêşxistin. Ev kampanya dewam dike. Tişta ez dixwazim bêjim, ew e ku her kes rastiyê dibîne û helwest jî nîşan dide. Her ku diçe ev helwest zêde dibin. Yanî kesên ku divê bi baldar nêzî vê yekê bibin, ji nedîtî ve tên. Di derdorên siyasî de jî kesên vê dibînin, pir in. Piraniya partiyên muxalefetê jî vê dibînin. Di rastiyê de derdorên desthilatdariyê behsa vê yekê dikin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pir xweş diaxive, tiştên baş dibêje. Yanî mirov nikare tiştên ku ew dibêje, red bike. Lê pratîka wê nîne, pêk nayê. Serokkomar Tayyîp Erdogan jî carna daxuyaniyên girîng dide. Lê tenê weke gotin dimîne. Lê belê hin berdevkên AKP’ê hene, hema bêje jehrê diavêjin. Weke ku dijminên sondxwarî yên Kurdan e, weke endamên şerê taybet in ku tenê ji bo tahrîkkirina Kurdan û derdorên demokratîk, li wir hatine bicihkirin. Navê wan pêwîst nake, jixwe her kes dizane kî çiye. Li pêşberî çapemeniyê ne jixwe. Niha gava pratîk nîne, nêzîkatiya stratejîk nîne, helwest nîne, îradeya siyasî ya ku pêşiya vê veke nîne. Nêzîkatiya stratejîk nîne. Nêzîkatiya taktîk a demkî heye. Ev yek wê ji Tirkiyeyê re karesatê bîne. Me timî ev yek anî ziman. Helbet civak jî çalakiyan dike. Civaka Kurd piranî nêzî sedî 100 tevlî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an a Aştî û Civaka Demokratîk bû, xwedî li vê bangê derket. Di 8’ê Adarê de jinan ev yek nîşan da. Di Newrozê de jî hemû civaka Kurd li her çar aliyên cîhanê ev yek nîşan da. Bi deh milyonan mirovan Newroz pîroz kirin û îlan kirin ku Newroz, Newroza Azadiya Rêber Apo ye, referandûmek çêbû. Her kesê dît ku desteka gel a ji bo Rêber Apo çend e. Bi rastî jî referandûmeke ji vê mezintir nîne. Ev tenê ji bo çendek pîrozbahiyan nebû, beriya wê jî çalakî hebûn. Çalakiyên bi ruhê yekîtiya neteweyî ji bo xwedîderketina li Rojava jî hatin lidarxistin. Piştre jî dewam dike. Evane hemû wê çalakiyên di çarçoveya demokratîk de ne. Li ser vî bingehî ez Meşa Gemlîkê silav dikim.
Belê, şer hîna germ e. Bandorê li herêmê û hemû cîhanê dike. Her kes dinirxîne, nîqaş dike. Kî qezenc dike kî winda dike. Yanî di rewşa heyî de noqteya ku şer hatiyê gelo yê qezenckiriye heye? Zehmet e. Yê ku dibêje min qezenc kiriye jê re dibêjin Serketina Piruzê. Yanî yê herdûyan jî Serketina Piruzê ye. Yanî rewşeke wisa tuneye. Em pêşî vê yekê bi zelalî bînin ziman. Belê, Îranê li hemberî êrîşên DYE û Îsraîlê berxwedanek nîşan da. Di wateya parastina statokuya netewe dewletê berxwedanek nîşan lê heta ku derê? Dikare bibêje ku min pêşiya serketina tam a DYE û Îsraîlê girtiye, lê rewşa wê hatiye ku derê. Ewqasî nirx winda kir. Îran serobino bû. Ez timî vê yekê difikirim gelo Xumeynî bijiya wê rê bide encameke wisa. Wê rê bida an neda geşdanên bi vî rengî? Ji min re qet wisa nayê. Ji ber ku cudatir dixwend. Heke wî hawîrdoreke wisa nexwendiba, jixwe geşedaneke wisa nedijiya. Ji ber vê sîstema ku xwe spartiyê hiweşiyaye. Îran hîn jî dibêje ez ê yên berê biparêzim. Yên mane îdîaya wan ew e ku ew ê biparêzin. Na, nikarin biparêzin. Statukoya netewe dewletê hildiweşe û diguhere, wê Îran biguhere. Gelo êrîşa DYE û Îsraîlê qezenc kir? Ma êrîşa DYE û Îsraîlê çi qezenc kir? Vaye ewqas lêdan û hilweşandin, dibêjin em tune dikin û her roj bi qîreqîr dibêjin me tune kiriye. Encam li holê ye. Niha li ser maseya lihevkirinê rûniştine. Yanî di nava lêgerîna çareseriyê de ne. Yanî têkilî û tifaqên xwe winda kirin. Bandora DYE ya li ser cîhanê çû. Wisa tê fêmkirin. Demekê li ser şerê Ûkraynayê xwe dispart NATO’yê, li ser siyaseta Ewropayê venêrînek ava kiribû. Rêveberiya berê. Rêveberiya Trump di vir ketiye nava rehaveteke mezin. Bêyî ku ji dost û hevalbendê xwe bipirse ketiye nava êrîşeke wiha. Gotiye ez ê her tiştî bikim lê derket holê ku nekiriye. Ew jî winda dike. Geşedanên heyî yên DYE’yê, DYE bi spartina şerê Ûkraynayê re di hêzkirina NATO’yê ya li cîhanê û stratejiya hegemonyaya tekbirinê de bi ser neket. Dikarim bi rehetî bibêjim têk bir. Êdî wê serketiya vê çênebe. Mirov dikare wisa bibêje, yanî aliyên ku şer dikin wê bi ser nekevin. Neçar in ku li hev bikin.
Di serî de 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran li karkeran, kedkaran, jinan, ciwanan, gelê me û dostên me pîroz dikim. Ev 1’ê Gulanê girîng e. Her tim 1’ê Gulanê girîng bûn. Bi rastî em lê binêrin, Yekîtiya Sovyetan hilweşiya, gelek dewletên ji xwe re digotin sosyalîst hilweşiyan, partiyên ji xwe re digotin sosyalîst û komînîst hilweşiyan, belav bûn, biçûk bûn û bandora wan nema. Lê 1’ê Gulanê ma û jiya. 1’ê Gulanê ji pîrozbahiya xwe tu tişt winda nekir. Divê mirov vê rastiyê bibîne. Wekî roja têkoşînê, wekî cejna kedkaran hat pîrozkirin. Em di wê baweriyê de ne ku di 1'ê Gulanê de ev têgihiştin xurtir bibe, di heman demê de xwedî li pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk were derketin. Ez li ser vê bingehê carek din 1'ê Gulanê li her kesî pîroz dikim."
ANF/BEHDÎNAN







