Wehşeta Enfalê: Du xwişk ji birçîna mirin!

Çarşem 15 Nîsan 2026 - 14:30

  • Tevî pêvajoya Enfalê ji bo qutkirina nefesa jiyanê bû, lê îradeya bi dehan jinên Kurd nîşan da ku çawa li hemberî wê komkujiyê sekinîn. Çîroka Amîne Hesen, şahida sedsalekê ya jenosîd û komkujiya gelê Kurd e. Ew ne tenê di dema borî de girtî bû, îro jî girtiya bîranînên Nugre Selmanê ye. Amîne, çîroka xwe û malbata xwe ya li Ererê vedibêje.

Piştî 38 salan li ser karesata Enfalê re, hîna jî çîrokên Enfalê di nav me de zindî ne û bi me re dijîn. Amîne Hesen di sala 1979’an de li gundê Tûkne yê ser bi navçeya Kifrî ji dayik bûye. Di pêla Enfalê de, ew, bavê wê û 8 xwişk û birayên wê tên girtin û ber bi çolên xwarê yên Iraqê ve tên şandin.

Amîne Hesen dema dikeve zindanê tenê 9 salî ye, lê ji ber ku beriya Enfalê dayika wê wefat kiribû, ew di nav tarîtiya mirinê de li hewara xwişk û birayên xwe dibe delîl. Wek bi xwe wiha qala çîroka xwe dike: “Beriya Enfalê jiyana me li gund pir xweş bû, lê dema qonaxa sêyem a Enfalê destpê kir, tenê 40 roj bû ku dayika me miribû. Em neh xwişk û bira bûn û tevî bavê xwe me berê xwe da çiyan.“

Di dewamiyê de Amîne Hesen diyar kir ku ew li Hesîre têne girtin û wan dibin Qoretûyê, ji wê derê jî dibin Topzawayê. Amîne Hesen got: “Li Topzawayê kal û ciwan ji hev cuda kirin; bavê min û dapîra min ji me qut kirin. Ez ku ji hemûyan mezintir bûm, min guhdariya xwişk û birayên xwe dikir. Li wê derê keçikeke gundê me ya bi navê Fikrî li ber çavên me îşkence kirin û birin. Heta niha jî qîrîna wê keçikê di guhê min de ye û wê venegerandin.“

Piştî Topzawayê, Amîne Hesen û malbata wê dibin kelha Nugre Selmanê ku ew wekî ‘Kelha Mirinê‘ bi nav dike. Ew behsa neh mehên tijî birçîbûn û belengaziyê dike û dibêje: “Di wê zindanê de du xwişkên min ji ber îşkenceya derûnî û birçîbûnê canê xwe ji dest dan. Yek ji wan tenê du salî bû, daxwaza şîr dikir û tune bû. Ji ber wê yekê, heta niha jî di mala min de her tim şûşeyek şîr amade ye; ji ber ku tu carî ew bûyer ji bîra min naçin ku em serê sibehê radibûn û me didît heft-heşt kes li kêleka me mirine!”

Amîne Hesen bi êşek mezin diyar kir ku hîn jî li benda vegera hestiyên xizmên xwe ne û got: “Berpirsê testên DNA’yê sala borî min bir ser gorekê û got dibe ku ev ya yek ji xwişkên te be. Ji ber wê gelek caran têm ser vê gorê û xwe hinekî asûde hîs dikim. Lê mixabin berpirsan heta niha nekariye hestiyan bînin û dawî li vê bendê mayîna tal bînin.”

ROJNEWS/SELMAN OSMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.