Tundiya di bin serdestiya mêran de

Yekşem 22 Mijdar 2026 - 17:00

  • "Hemû îdeolojî, heta roja îro, wekî komek taybetmendî û dînamîkan ku dişibin qanûnênmayînde û diyarker kar dikin ku ji derve ve li ser xwezaya civakî hatine ferzkirin. Di vêçarçoveyê de, têgihiştin û eşkerekirina xwezaya tundiyê ka ew çawa xwe ava dike û dike saziyeke mayinde û her wiha bi pêşxistina teoriyan çawa dibe pergal pêdivî bi lêkolînekegelek berfireh dibîne."

 

Bêguman tundiya herî mezin û hov, şerê li dijî jin û bedena jinê hatiye meşandinê ye. Tundiyaku li dijî jin û di şexsê jinê de li civakê tê kirin ji hev nayê qutkirin. Heta tundiya li ser jinêher diçe li ser civakê sîstematîk dibe û em îro vê bi aşkera dibînin. Polîtîkayên li ser bedenêyên modernîteyê yên weke bedewbûn, estektîkê, li hember hebûna mirov bi awayekîsîstematîk wek tundî û serdestî hatiye kirin. Wek di bilindbûna hovîtiya rêxistinkirî de hatiyedestnîşankirin.

Çalakiyên tundiya pergala civaka modern ku bedenê hedef digire, ji cureyên din ên tundiyêhîn girantir in. Heta dikare bê îdiakirin ku aliyê cuda yê modernbûnê fetîşîzma beden e. Ev jikontrola kes, heta bikarhêneriya navenda wê bedenê û heta êrîşên li ser bedenê gelek tiştî ava dike. (Sinisa Malesevic, Bilindbûna hovîtiya rêxistinkirî)

Kapîtalîszm hîn bêtir hildiweşîne, dişewitîne û tundî li her qada jiyanê belav bûye, mirovahîbi pirsgirêkên hebûnê re aniye rû hev. Li ser mirovahî, civak û xwezayê operasyoneketopyekun tê meşandin. Hebûn û tunebûn, mirin û jiyan, bi hev re bûne yek û di dîrokê de tu carê evqas neguherîne hev û din. Nokteya ku kapîtalîzmê mirovahiyê aniye, bûye kavilabazirganî û zayendî.

Pênasekirina kapîtalîzmê ku pir caran wekî şaristaniyê bi temamî, wekî qonaxa wê ya pêşveçûnê ya "herî pêşketî", an jî heta wekî "civakekê" serbixwe tê dîtin bi rêya çerçoveyênteng ên çînî, pozîtîvîst, îdeolojîk, aborî û siyasî, têrê nake ku asta dînahiya ku ev pergalgihîştiyê an jî xwezaya tirsnak a pêkhateya wê rave bike. Bi rastî, pênaseyên wiha fêmkirinarastîn a pergalê, derxistina wateyê jê, an jî dîtina rêyeke derketinê an jî  çareseriyek an çavkaniyeke hêviyê pêkan nake.

Fenomenbûna jinbûnê ku ji aliyê tundiya sîstemîk û pêkhateyî ve hatiye avakirin, balkêş e. Heta dipelçiqîne. Nirxandineke Byung-Chul Han ku ferasta estetîka Edmund Burke dinirxîne, bi awayekî bandor derdixe holê.

Estetîka nûjen a bedewiyê, bi estetîka tiştên nerm û xweş-rû dest pê dike. Ew bedenên ku ji bohestê destdanê kêfê peyda dikin, divê tu berxwedanê nîşan nedin; divê ew nerm û xweşrû bin. Ev rûyekî başkirî ye; nerm e û ji her cûre neyîniyê dûr e. Ji ber vê yekê, hestekî wisa çêdikeku bi temamî ji êş an berxwedanê azad e. Mirov ji bedenek bedew ku hezkirin û dilxweşiyêdixe dilan, li benda berxwedanê namîne. Dev hinekî vekirî ye, bêhnstandin hêdî ye, tevahiyabeden di rewşa bêhnvedanê de ye û dest ber bi jêr ve daliqandî ne; rehet û bêxem in. (ByungChul Han,rizgarkirina tiştên bedew)

Li gorî Burke ‘hestiyarî û hestê hundir ê qelsbûnê’ li vê zêde dibe. Hewce bi xebatên kuencamên tundiyê dinirxîne heye. Di serdestiya mêr de tundî, ji her cureyê tundiya di dewletê, artêş û burokrasiyê de zêdetir dikuje. Jinan jî mêran jî ber bi hilweşînek mezin ve dibe.

Her tim nezelalî, veşartin û manîpulekirin bêguman ji ber bandora paradîgmaya serdestiyamêr pêk tê. Ev di esasê de çavkaniya tundiya herî mezin e. Di nav têkiliya dîrok û civakê de tundiya bi salan e li hember jinê pêk tê, pisgirêkek cidî ye. Tundiya li ser jinê ji formêntundiya din qutkirin encam û armancên tundiya li ser jinê jî bi xwe re tîne. Tundiya li dijîjinan wekî delîlek ji bo diyardeyek dîrokî derketiye holê xizmet dike, diyardeyek ku bitêkiliyên îstismarkirinê yên di navbera mêr û jinan, têkiliyên çînî û têkiliyên navneteweyî de bi kûrahî ve girêdayî ye.” (Maria Mies, baviksalar û tecrube)

* Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosyaya ‘Tundî û berxwedan’ a Kovara Jineolojiyêhatiye girtin.

JINNEWS/RÛŞEN SAMSAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.