Girîngiya demokrasiya Kurd
În 13 Mijdar 2026 - 18:30

- Çareseriya azadîxwaz a pirsgirêka Kurd wê li gel yekîtiya Kurdan pêk were û ev jî girêdayî demokrasiya Kurd a pêşketî ye.
FÛAT ALÎ RIZA
Di gel ku gelê Kurd û dostên wan li her derî bi awayekî zêde di nava bendewariya ‘’yekîtiya neteweyî’’ de ne, hatina agahiya ku rêveberiya heyî ya li Başûrê Kurdistanê bûye du perçe a rastî matmayîneke mezin afirand. Wêdetir hêrs û bertekeke gelekî girîng derxist holê. Helbet berê her kesî da jinûvenirxandina bendewarî û fikran û lêpirsîna sedemên vê rewşê.
Lê belê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di demên dawîn de ku got ‘’Divê Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk were avakirin’’, di nava raya giştî de hêvî û bendewariyeke mezin afirandibû. Dîsa li ser çapemeniya Kurd û di nava raya giştî de zêdetirîn mijara ku dihat nîqaşkirin jî yekîtiya neteweyî bû. Her çend hemû kesan di çarçoveya nêzîkatiya xwe de dianî ziman jî mijara ku herî zêde li ser yekîtî çêdibû, hewcehiya yekîtiya neteweyî bû. Hem hişmendiyê hem jî hîsiyatê ev rewş derdixist holê.
A rastî rewşa perçebûyînê ku di tevahiya dîrokê de di navbera mîrektiyên Kurdan de jî rû dida, zêde hêvî û bawerî nedida kesên ku li ser mijara yekîtiya neteweyî difikirîn û ew dianîn ziman. Ev rewş tim dibû mijareke rexne û gazinan. Pratîka Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de qet hêvî nedida. Tevî ku ev çaryek sedsal e Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hatiye avakirin jî ji ber beşdarnebûna hin partiyan û astengkirina wan nedikarî rola xwe bilîze û erkê xwe bi cih bîne. Tevî ku ev du sal in li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatine kirin jî Meclîs kom nebûye û hikûmeta nû nehatibû avakirin.
Bêguman ev yek hemû bûn sedem ku di nava civaka Kurd û dostên wan de şikeştineke hêviyê û lawazbûna baweriya ji yekîtiya neteweyî re çêbibin. Civakê jî di mijara yekîtiyê de bi israr û bi înat tev geriya, ji ber ku dizanî ku yekîtiya neteweyî ya Kurd ji bo Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê gelekî girîng e. Di vê mijarê de hem daneheveke zanînê çêbûye hem jî hîskirin gelekî pêş ketibû. Ji vî aliyî ve çawa ku ti caran dev ji daxwaza yekîtiyê berneda di heman demê de tim hewl da sedemên li pêşiya yekîtiyê jî lêpirsîn bike û jê re rêyên çareseriyê peyda bike.
Di vê mijarê de sekn û hewlên Tevgera Azadiya Kurd tim erênî bûn. Di rastiyê de piraniya derfetên di destê xwe de û tim û tim ji bo xebatên yekîtiya neteweyî seferber kirin. Bi taybetî nêzîkatiya afirîner û hewla mezin a Rêber Abdullah Ocalan tim hêjayî pîrozkirinê bûn. Di rastiyê de hemû amadehiyên avakirina KNK’ê ji aliyê Rêber Apo ve hatibûn kirin. Ger bi vî rengî li rastî êrîşa Komploya Navneteweyî nehatiba, armanc dikir ku li ser zemînên guncav û bi rêbazên kêrhatî kongreya neteweyî birêxistin bike, derbasî ser serê wê bibe û hemû xebatan li asta herî jor ji aliyê vê saziyê ve bi rê ve bibe. Dema ku li rastî ferzkirina komploger hat, mezintirîn armanca tercîhkirina derketina qada Ewropayê ev bû. Projeya Rêbertî ya berbehs, di encama êrîşên komployê yên 9’ê Cotmeh û 15’ê Sibatê de hatin pûçkirin. Piştî komployê girêdayî amadehiyên berbehs her çend KNK hate avakirin û ev çaryek sedsal e xebat tên kirin jî tiştên hatin kirin çawa ku Rêber Apo nekarî armanca xwe pêk bîne jî hema bibêjin nekarî nêzîk jî bibe.
Baş e di gel ku ev qasî hate nîqaşkirin û daxwaz çêbûn jî çima yekîtiya neteweyî ya Kurd nehate avakirin û KNK neket dewrê? Di rastiyê de dibe ku yek ji pirsa girîng a ku divê roja me ya îroyîn ji aliyê Kurdan ve bersiva wê were dayîn, ev e. Bi wesîleya tiştên ku roja îroyîn li Başûrê Kurdistanê rû didin divê em bizanibin bi wêrektî vê pirsê bipirsin û li bersiva wê bigerin. Di vê çarçoveyê de di nîqaşên tên birêvebirin de kêmasiya cesaretê û nêzîkatiyên kêm gelekî hene. Wêdetir helwesta hemaseta nêzîkatiya netewperest, dibe asteng ku nîqaşên tên birêvebirin piralî û kûr bin.
Li gorî nêzîkatiya netewperest nîqaşên bi vî rengî di rastiyê de nelicih in, ji ber ku rêbertiya neteweyî ya Kurdan li gel malbata Barzanî şênber bûye! Li gorî vê yekê yekîtiya neteweyî tê wateya kombûna li dora malbata Barzaniyan! Dîsa Kurd civakeke homojen e, ji ber wê yekê di nava civaka Kurd de çînên cuda û pêkhateyên cuda tune ne! Ji ber vê yekê rêber û rêxistina ku nûnertiya van derdoran dike, nabe; lêgerîna van yekan hem şaş e hem jî bi talûke ye!
Pir eşkere ye ku tişta ku hê di serî de nîqaş û xebatên têkildarî yekîtiya neteweyî dixitimîne û li pêşiyê dibe asteng ev nêzîkatî ye. Ev nêzîkatî rast nîne û tevî ku bi dehan sal derbas bûne jî nekariye çareseriyekê peyda bike. Ger em bala xwebidinê, nêzîkatiyeke yekperest û antîdemokratîk e. Dîsa malbatparêz û xanedanparêz e, ji olperestiyê re derî vedike, zayendperest û xwe dispêre serweriya mêran.
Wê demê tevî ku ev qasî tê daxwazkirin û nîqaşkirin jî em dikarin pêşneketina demokrasiya Kurdan, zêdebûna nêzîkatî û seknên antîdemokratîk ên di siyaseta Kurdan de weke sedemên sereke yên li pêşiya yekîtiya neteweyî ya Kurd weke asteng nîşan bidin. Ev sekn û nêzîkatî; rê li ber siyaseteke yekperest, serdest û otorîter vedikin. Li pêşiya nêzîkatiya demokratîk û terzê rêveberiyê dibe asteng, nêzîkatiya rêveberiya malbatparêz û partîparêz pêş dixe. Dîsa nêzîkatiya rêveberiyê ya yekperest û navendparêz pêş dixe û derfetê nade ku pêşketin û bandorbûna rêveberiyên xwecihî ku ew weke pîvana demokrasiyê ne. Bandora vê terz û nêzîkatiya ku li Başûrê Kurdistanê bandordar e, bes bi vê perçeyê re sînordar namîne berovajî wê bandorê li hemû Kurdistanê dike.
Bi awayekî eşkere tê dîtin ku pêkhatina yekîtiya neteweyî gelekî girêdayî demokratîkbûyînê ye. Wê demê bi rastî jî kesên ku daxwaza yekîtiya neteweyî dikin, li gel vê yekê û beriya wê divê daxwaza demokrasiyê bikin. Bi rastî jî bes bi nêzîkatiyeke rêveberiyê ya xwe dispêre rêveberiyên xwecihî yên bihêz, azadiya jinan û jiyana ekolojîk dikare yekîtiyê ava bike. Ger em bala xwe bidinê li Başûrê Kurdistanê nêzîkatiyeke bi vî rengî ya rêveberiya xwecihî tune ye yan jî rêveberiyên bajaran dibin faktora dabebûnê. Lê belê wê avabûna rêveberiyên xwecihî yên bihêz û bi hilbijartinan hatine wê hem rêveberiya giştî demokratîk bikin hem jî karên wan bajaran hêsan bikin. Avaniya civakî û erdnîgarî ya Başûrê Kurdistanê, ji nêzîkatiyeke rêveberiyê ya bi vî rengî re gelekî guncavtir e.
Wê demê kesên ku dabeşbûna roja îroyîn ya li Başûrê Kurdistanê rexne dikin û daxwaza yekîtiyê dikin, ger hevgirtî bin û di pratîkê de çareseriyê peyda bikin divê beriya her tiştî daxwaza demokratîkbûyînê bikin û têkoşîna vê yekê bidin meşandin. Bi awayekî din pêkanîna yekîtiya neteweyî pêkan nîne. Rastiyên dîrokî bi awayekî eşkere vê yekê nîşan didin. Eşkere ye daxwaza demokrasiyê neyê kirin û têkoşîna ji bo demokrasiyê neyê meşandin, daxwazkirina avabûna yekîtiya neteweyî wê xizmeta netewperestiyê bike û wê bi ser nekeve. Ev yek jî çavkaniya her cure çaresernekirinê ye.
Pir eşkere ye ku çareseriya azadîxwaz a pirsgirêka Kurd wê li gel yekîtiya Kurdan pêk were û ev jî girêdayî demokrasiya Kurd a pêşketî ye. Pêşketina demokrasiya Kurdan, weke ku bingeha yekîtiya neteweyî ya Kurdan e wê ji pirsgirêka Kurd re çareseriya azadîxwaz û demokratîk jî peyda bike û li Rojhilata Navîn bibe bingeha demokratîkbûyînê. Bi awayekî eşkere tê dîtin ku Yekîtiya Demokratîk a Rojhilata Navîn bes bi demokratîkbûyîn û yekîtiya Kurdan pêkan e. Ev yek jî di asta gerdûnî de tê wateya pêşketina demokrasiyê.
Wê demê demokratîkbûyîneke Kurdan a rast û bi bandor, bes ne ji aliyê Kurdan ve gelekî girîng e, di heman demê de li gel têkariya ku wê demokratîkbûyîn bike ji bo gelên li herêmê û li seranserê cîhanê jî gelekî girîng e. Wê demê tiştekî ji xebat û têkoşîna pêşxistina demokrasiyeke bi vî rengî watedartir û girîngtir tune ye. Mifteya her cure çareseriyê avakirina demokrasiya Kurdan a bi vî rengî ye. Nexwe ji aliyê Kurdan ve jî pirsgirêka girîng û watedartirîn têkoşîn, meşandina têkoşîna demokrasiyê ya rastîn e.







