Li pişt êrişên li dijî PJAK'ê kîjan hêz hene?
Pêncşem 12 Mijdar 2026 - 17:45

- Êrişên bêbingeh ên li dijî PJAK'ê dê bandorên xeternak li ser pêwendiyên navberahêzên kurdî çêkin. Di demekê de ku gelê kurd pêdiviya wî bi yekîtî, hevfamkirin û hevkariya stratejîk heye, çêkirina atmosfereke dijminatiyê di navbera partiyan de wêtenê xizmeta berjewendiyên hêzên li dijî mafên gelê kurd bike.
Îran di qonaxeke hesas û diyarker a dîrokî re derbas dibe. Hemû nîşane didin xuyadikin kupergala heyî nikare rewşa xwe ya niha bi awayekî berdewam biparêze û pêvajoyeke guhertinêli pêşiya civaka Îranê ye. Ev guhertin dikare bi awayên cuda cuda pêk were, mudaxeleyên jiderve, şer û pevçûnên çekdarî yan jî pêvajoyên siyasî û civakî jî di nav de. Lê mijara serekene tenê çawaniya guhertina pergala heyî ye; mijara bingehîn ew e ku piştî vê guhertinê dê çiwere avakirin?
Di rewşeke wiha de, hêzên siyasî, bi taybetî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, nikarin tenê bibin temaşevan. Divê ji niha ve xwedî analîz, stratejî û projeyeke zelal bin ji bopêşerojê. Ji bo ku gelên Îranê careke din nebin qurbaniyên hesabên hêzên navxweyî û derve, pêwîst e, alternatîfeke siyasî û demokratîk hebe ku li ser bingeha azadî, wekhevî, mafênneteweyî û hevjiyana azad ava bibe. Gelek caran behsa demokratîzekirina Îranê, mafên gelanû guhertina pergala siyasî hatiye kirin. Lê pirs ev e: Ev gotin çi qasî bûne projeyeke pratîkî? Jibilî daxuyanî û civînên siyasî, kîjan gavên şênber ji bo amadekirina civakê, rêxistinkirina hêzagel û pêşxistina alternatîfeke demokratîk hatine avêtin?
Di vê çarçoveyê de, helwesta PJAK'ê ya li ser entegrasyona demokratîk divê bi awayekî rast were famkirin. Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûn e, ne jî qebûlkirina pergala heyî yan jîdevjêberdana mafên gelan e. Berevajî, ew pêşniyara avakirina pêwendiyeke nû ya siyasî û civakî ye di navbera gelên Îranê de.
Lê çima di demeke wiha de, li şûna ku nêrîn û projeyên cuda yên siyasî bên nîqaşkirin, êrişênli dijî PJAK'ê zêde dibin? Çima dema PJAK behsa entegrasyona demokratîk, çareseriya siyasî û pêşeroja hevpar a gelên Îranê dike, hin aliyên di nava Hevpeymaniya Partiyên Kurdistanêde vê helwestê dikin mijara rexneyên tund? Di rastiyê de, ev pirs tenê têkildarî cudahiyanêrînên siyasî nînin. Pirsgirêk ew e ku hin hêz ji bo bersivdana pirsên bingehîn ên vê qonaxê, li şûna pêşkêşkirina projeyeke xwe ya siyasî, mijarê ji bo êrişkirina hêzeke din a kurdî bi kar tînin. Heke kesek bi projeya entegrasyona demokratîk razî nabe, dikare projeya xwe ya alternatîf pêşkêş bike.
Lê rexnekirina projeyeke siyasî bêyî pêşkêşkirina alternatîfê, ne stratejî ye û ne jî bersivdanapêdiviyên civakê ye. Pêwîstiya gelê Rojhilat di vê dema hesas de bi yekîtiyê heye, ne bidijbertiya bi hev re. Gelo li pişt van êrişên li dijî PJAK'ê kîjan hêz û dewlet hene? Bi rastîçima hinek hêz naxwazin PJAK li Rojhilatê Kurdistanê û di Îrana pêşerojê de hebe? Kî vanêrişan bi rêxistin dike û armanca wan çi ye?
Bi taybetî di warê têkoşîna çekdarî de pirsên cidî hene: Kîjan hêz, bi kîjan derfet û bi kîjanstratejiyê dikare li hemberî artêş û saziyên leşkerî yên Komara Îslamî bisekine? Piştîpevçûneke muhtemel, dê çi bike? Di warê siyasî û civakî de jî, projeya wan ji bo pêşerojaÎranê û pêwendiya gelên wê çi ye? Hêza ku nikare di nava kampên Başûr de xwe biparêze, çawa behsa parastina gelên Rojhilat dike?
Êrişên bêbingeh ên li dijî PJAK'ê dê bandorên xeternak li ser pêwendiyên navbera hêzênkurdî çêkin. Di demekê de ku gelê kurd pêdiviya wî bi yekîtî, hevfamkirin û hevkariyastratejîk heye, çêkirina atmosfereke dijminatiyê ya di navbera partiyan de wê tenê xizmetaberjewendiyên hêzên li dijî mafên gelê kurd bike. Kî ji vê rewşê sûdê werdigire?
Ji ber vê yekê, divê bê pirsîn gelo armanca van êrişan tenê rexnekirina helwesteke siyasî ye yan jî hewlek e ji bo lawazkirina rola PJAK'ê di pêvajoya niha û ya pêşerojê de? Dema ku lişûna nîqaşa projeyan, kesayetî û helwestên siyasî dikevin ber hedefgirtinê, ev rewş nîşan dide ku mijar ji çarçoveya rexneya asayî derbas bûye.
AZADIYA WELAT/GELAWÊJ EWRÎN















