Tu rengekî jiyanî yê hikûmetê nemaye
Şemî 7 Sibat 2026 - 03:45

Li Îranê, xwepêşandanên ku di 28'ê Kanûnê de li Bazara Tehranê dest pê kirin û li hemû bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê belav bûn, bûne sedema mirina nêzîkî 7 hezar kesan ku nasnameya wan hatiye piştrastkirin. Hejmarên nefermî îdîa dikin ku ev hejmar digihîje 50 hezar kesan. Heft partiyên Kurd di 6'ê Çileyê de ragihandin ku wan "Navenda Diyalogê ya Hevkariya Navbera Partiyan li Rojhilat" ku salek berê ava kiribûn, ji nû ve çalak kiriye. Navenda Diyalogê ku piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanan ragihand, di 27'ê Çileyê de li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Almanyayê çû Berlînê û bi rayedarên payebilind re civîneke girîng li dar xist. Di civînê de, aliyên cûda yên rewşa siyasî û mafên mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin nîqaşkirin û nirxandin. Hat destnîşankirin ku di civîna 90 deqîqeyî de alî li ser sê warên sereke hatiye sekinandin. Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Partiya Jiyana Kurdistanê (PJAK) Ebrahim Elîpoûr ku beşdarî civînan bû, nirxandina xwe ya li ser pêvajoya dîzayna nû li Rojhilata Navînê, bi taybetî li Rojhilat û helwesta Kurdan bi Ajansa Mezopotamyayê re parve kir.
Kurdan rejîma Îranê qebûl nekirin
Elîpoûr diyar kir ku gelên Îranê xwedî çandeke xurt a hevgirtinê ne û Kurdên Rojhilatê beşek girîng a vê avaniyê ne. Elîpûr destnîşan kir ku di nav nifûsê de çandeke jiyana hevbeş di navbera nasnameyên cuda de pêşketiye, lê polîtîkayên dewletê li ser rêgeza berevajî ne ku nasnameya Farisî, zimanê Farisî û mezheba Şîa didin pêş. Ji ber vê yekê, Elîpoûr anî ziman ku gelek civak, bi taybetî Kurd, ji pergala hiqûqî û siyasî hatine dûrxistin. Elîpoûr destnîşan kir ku li Îranê di navbera çanda populer û çanda dewletê de cudahiyek kûr heye û bi bîr xist ku Kurdan ji destpêkê ve qet rejîma Îslamî qebûl nekirine û ji ber vê yekê rastî êrişên dijwar hatine. Elîpoûr diyar kir ku her çend rejîm ji hêla leşkerî û qanûnî ve xwe ava kiriye jî, di çavên gel de nekariye rewatiyê bi dest bixe.
Projeyên yekrengî têk diçin
Elîpoûr diyar kir ku xwepêşandanên ku bi kuştina Jîna Emînî dest pê kirin û di bin dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" de mezin bûn, şoreşek di zihniyetê de çêkirine û ev pêvajo li seranserê Îran û Ewrûpayê, bi taybetî ji hêla jin û ciwanan ve, belav bûye. Elîpoûr destnîşan kir ku herî tund li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatine kirin, raporên mafên mirovan destnîşan dikin ku tenê li Kirmaşan û Îlamê 3 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û li seranserê Îranê bi deh hezaran kes mirine.
Bi vê rewşê re, Elîpoûr diyar kir ku rejîma Îranê êdî ne xwedî tu rewatiya qanûnî û civakî ye û gelê Rojhilatê bi rêya xwepêşandanan peyameke yekîtiyê û helwesteke hevpar şandiye. Elîpûr destnîşan kir ku daxwaza gel ji bo dengeke yekgirtî wê Kurdan hem di siyaseta navxweyî ya Îranê de û hem jî di qada navneteweyî de xurt bike. Elîpoûr behsa polîtîkayên DYE û Îsraîlê yên li hember Îranê kir û diyar kir ku destwerdanên derve çareseriyeke demokratîk çênakin û ji ber avaniya pir-etnîkî ya Îranê projeyên yekreng wê têk biçin. Elîpoûr destnîşan kir ku çareserî di pergalek demokratîk de ye ku li ser bingeha serdestiya hiqûqê ye û divê Kurd li hemû herêmên ku lê dijîn ji bo demokratîkbûnê zextê bikin.
MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ















