Li Rohilatê Kurdistanê Newroz û rîtûelên vejînê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Adar 2026 - 16:00

Li quntarên çiyayên Zagrosê û di geliyên Rojhilatê Kurdistanê de, hatina Newrozê bi xwe re şiyarbûneke kûr a ruhê Kurdewariyê tîne. Ev çanda qedîm ku koka xwe ji sedan salan digire, îro jî di nava gundên Rojhilat de bi hemû reseniya xwe didome.

Li van herêman Newroz beriya her tiştî di nava malbatê û li ber deriyê her malê bi awayekî samîmî dest pê dike. Hema ku roja Newrozê hiltê an jî êvara wê dadikeve, gundî li benda tu bangan namînin û her malbat bi serê xwe li hewşa xwe an jî li ber deriyê xaniyên xwe yên kevirîn agirekî geş dadixe.

Di wê rojê de zarokên gund bi kîsên di destên xwe de, bi komî û bi kelecaneke mezin dikevin nava kolanan û mal bi mal digerin. Ev gerîna zarokan a ji bo komkirina diyariyan, edetek parvekirinê ya pir kevnar e ku civakê bi hev ve girê dide. Di nava kîsên wan de ne tenê tiştên xwarinê, lê bereket û xêra saleke nû kom dibe. Malxwêyên gund bi dilfirehî pêşiya zarokan digirin û kîsên wan bi bastêq, gûz, meşlûl, hêkên kelandî, mewîj û fêkiyên hişkkirî tije dikin. Li gundên Rojhilat tu zarok ji ber tu derî destvala venagere, ji ber ku li gorî baweriya civakê kêfxweşkirina zarokan di roja Newrozê de deriyên xêr û bêrê ji bo malê vedike.

Wateyên mîtolojîk ên di nava van rîtuelan de pir kûr in û her yek peyamekê dide. Hêka kelandî ya ku zarok distînin, di mîtolojiya Kurdan de nîşaneya afirandina cîhanê ye, qalik erd e, spîçk hewa ye û zerika wê jî roj e. Her wiha gûz û mewîjên ku dikevin kîsan, sembola mayîndebûn û hêza li dijî zivistanê ne. Bi vî awayî, Newroz li Rojhilat dibe nûkirina peymana di navbera mirovan û xwezayê de.

Kose, Kalo û Pîrê

Her wiha tişta ku rengê şanoyî dide vê cejnê, derketina Kose ye. Ev çanda dewlemend ku li Bakurê Kurdistanê piranî di wextê sersalê û di bin navê “Kalo û pîrê” de tê dîtin, li Rojhilat bi taybetî di roja Newrozê de cih digire û rengê xwe dide cejnê. Kose ku piranî ji zilamên temenmezin pêk tên, dibin lîstikvanên şanoyeke kolanî ya sedsalan. Du sê camêrên gund bi hev re dikevin nava tevgerê û yek ji wan bi cil û bergên ecêb, bi rûyê boyaxkirî an jî bi maskeyên ji çermê pez, xwe wisa diguherîne ku kes wî nas neke. Ev Koseyê mîstîk, bi henek û tinazên xwe mal bi mal digere û her malekê bi lîstikên xwe yên balkêş dikenîne da ku xelat û diyariyan bistîne. Di nava vê lîstikê de Kose carna ji nişka ve dikeve erdê û xwe mîna miriyan nîşan dide ku ev yek mirina sala kevin temsîl dike. Lê gava gundî wî bi diyarî û henekan hişyar dikin û ew radibe ser piyan, ev dibe sembola vejîna xwezayê û hatina bihara germ. 

LEZGÎN AKDENÎZ- AW

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.