Li Colemêrgê berfa avetîrkê

Çarşem 15 Nîsan 2026 - 15:05

  • Şêniyên gundê Bêmboyê yê Şemzînanê û Kertinisê yê Geverê der barê berfa ku di meha Nîsanê de bariya destnîşan kir ku berf ji bo xweza û çavkaniyên avê bereket e û gotin: “Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e.”

Li herêma Colemêrgê, ji 10 heta 15 rojên destpêkê yên meha Nîsanê re ‘avetîrk’ an jî ‘stêrezerk’ tê gotin. Li avetîrkê piranî berf, baran û şilopeyeke zêde dibare. Îsal jî di dema avetîrkê de berfeke zêde bariya û bandoreke mezin li jiyana rojane ya welatiyan kir. Şêniyên gundan ku amadekariyên demsala biharê dikirin, bi barîna berfê re rewşeke dijwar dîtin. Kar û barên çandiniyê sekinîn û şert û mercên jiyanê zehmetir bûn. Lê belê şêniyên ku li benda vê berfê bûn, bal kişandin ser aliyên erênî û neyînî yên berfa Nîsanê.

Şêniyê gundê Bêmboyê yê Şemzînanê Reşat Arici, anî ziman ku berfê bandoreke neyînî li wan kiriye û wiha axivî: “Li vir şînayî derketibû û pez diçû çêreyê. Vê berfê xwediyên pez xistin rewşeke xirab, lê heke mirov amade be, berfa nîsanê ne xirab e.”

Bakî Yilmaz jî bi bîr xist ku sala borî erd ziwa bibû, av kêm bû û baxçe nedihatin avdan. Bakî Yilmaz wiha got: “Gel ditirsiya ku çavkaniyên ava vexwarinê zuha bibin, lê îsal berf zêde bariya. Wê îsal her tişt hebe; li her derê kaniyên avê derketine, di hemû newalan de av diherike û ji aliyê xwezayê ve gelek xweş e. Wê îsal giya hebe, dar û bar şîn bibin. Ev çend sal in em bêhna xwe teng dikin, ji ber ku em bêgiya û av mabûn. Lê îsal berf têra me bariya. Divê em di payîzê de zivistana pêşiya xwe bifikirin û li gorî wê amadekariyê bikin.”

Şêniyê gundê Kertinisê yê Geverê Zubeyt Arslan ê ku bi salan şahidiya zivistanên dijwar kiriye, ev tişt anîn ziman: “Ev çend sal bûn ev qas berf nebarîbû. Cok û rûbarên gund bi salan e kêm bibûn, carinan ziwa dibûn, lê îsal zêde bûn. Li gorî salnameya berê, hêj heft rojên zivistanê mane. Gotineke me heye; dibêjin ‘pêşiya avetîrkê çi bihar nîne, piştî avetîrkê çi zivistan nîne’. Li gorî salnameya kevn, piştî 7'ê Nîsanê bihar dest pê dike.”

Adîle Arslan jî qala bandora berfê kir û wiha got: “Em li gundê xwe sewalan xwedî dikin û çandiniyê dikin. Nixte anku barîna berf û baranê tiştekî rojane û asayî ye. Ev nixte wê bandoreke gelek baş li ser zêdebûna avê, pancar û giyayî bike. Ev yek ji bo me hemûyan gelek baş e.”

AW / NÛDA ARICI - SEMA GEZÎCÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.