Kurdistan; ji rojnameyekê wêdatir…
Çarşem 22 Nîsan 2026 - 17:00

- Mîqdad Mîdhet Bedirxan armanca rojnameya Kurdistan wiha eşkere kiriye; ”Bi îzna Xwedê teala ji nuha pê ve di her pazde rojan da carek ez’ê rojnameyek binivîsim. Min navê wê kirîye ‘Kurdistan’. Di vê rojnamê da ez’ê qala qencîya zanyarîyê û tegîhîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendegeh û dibistanên qenc hene, ez’ê nîşanê Kurdan bidim.”
Yek ji wan rewşenbîren Kurd ên neteweevîn û welatevîn Mîqdad Mîdhet Bedirxan bûye, ku di sala 1898’an da gaveka dîrokî avetîye û di dîroka gelê Kurd da cara pêşîn dest bi weşandina rojnameyeka Kurdî kirîye, navê rojnama xwe jî ”Kurdistan” danîye; bi peyveka dî navê welatê xwe li rojnama xwe danîye. Bi weşandina rojnama ”Kurdistan”, Mîqdad Mîdhet Bedirxan hem di jîyana gelê Kurd da rûpeleka nû vekirîye, hem jî ew bi xwe bûye rojnamevanekî Kurd ê pêşîn.
Jimareya pêşîn a rojnama "Kurdistan”, roja pêncşemê di tarîxa 22’ye Nîsana 1898’an da derketîye. Rojname li Misrê di ”Çapxana El-Hîlal” da hatîye çapkirin. Li jorê rûpela pêşîn navê rojnama ”Kurdistan” bi tîpen gir hatîye nivîsîn. Hema li binê navê rojnamê jî tarîxa Hicrî ya wê salê cî girtîye. Ew tarîx hingê 1315 bûye. Sazkarê rojnamê Mîqdad Mîdhet Bedirxan, bi wî awayî daye zanîn ku rojnama ”Kurdistan” li gora tarîxa Hicrî di sala 1315’an da hatîye sazkirin. Ew tarîx, heta jimareya paşîn li binê navê rojnamê hatîye nivîsîn.
Pazde rojan da carekê têt nivîsandin
Di jimareya pêşîn da li binê navê rojnamê, bi zimane Tirkî ev peyv hatîye nivîsîn: ”Ji bo ku Kurdan hişyar bike û bihewisîne, desxistina pîşeyan, nuha di pazde rojan da carek tê weşandin, rojnama Kurdî ye”. Di jimareya 3’yan da û ji wê pê ve, di navbera navê rojname û wê peyva Tirkî da, vê peyva Kurdî jî cî girtîye: ”Pazde roja de carekê têt nivîsandin, cerîdeya Kurdî ye”. Li alîye rastê navê rojnamê, nave sazkar û xwedîyê wê bi Kurdî hatîye nivîsîn; dîsa bi Kurdî vê peyva ha cî girtîye: ”Her car du hezar cerîdeya bê pere ez’ê rêkim Kurdistanê, de bidin xelkê”.
Armanca Rojnameya Kurdistan
Sazkare rojnama ”Kurdistan” Mîqdad Mîdhet Bedirxan, di despêka jimareya
pêşîn da ragîhandîye ku di dinyayê da çiqas Musulman hebin di gund û bajaren hemîyan da dibistan û rojname hene, bûyeren ku di dinyaye da diqewimin di wan rojnaman da tên nivîsîn, lê mixabin ku Kurd ji rojnaman bêpar in û nizanin di dinyayê da çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye û dê çi bike; paşê amanca rojnamê weha daye zanîn; ”Loma di rîya Xwede da min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê teala ji nuha pê ve di her pazde rojan da carek ez’ê rojnameyek binivîsim. Min
navê wê kirîye ”Kurdistan”. Di vê rojnamê da ez’ê qala qencîya zanyarîyê û tegîhîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendegeh û
dibistanên qenc hene, ez’ê nîşanê Kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez’ê qala hemîyan bikim”.
Mîqdad Mîdhet Bedirxan, piştê ragîhandina armanca rojnamê, bala xwendevanan kişandîye ser wê yekê ku ”Kurdistan” rojnama Kurdî ya pêşîn e. Li ser wê yekê weha nivîsîye: ”Heta nuha kesek rojnameyeka weha nenivîsîye; ev rojnama min a ha,
ya pêşîn e. Loma dê gelek kêmayî hebin. Ez hevî dikim kemayîya rojnamê ji min ra binivîsin. Hemî tişt dema nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê”.
Ji rojnameyêkê bêhtir dişibe kovarê
Dema mirov li demên derketina ”Kurdistan”ê dinêre, mirov dibîne ku di despekê da ji 15 rojan carek derketîye; lê paşê carna ji mehê carek, carna jî ji çend mehan carek derketîye. Ji alîye naverokê ve jî ku mirov bala xwe bidê, mirov dibîne ku, gerçî hin xeber li ser hin bûyeren Kurdistane û welaten dî tê da derketine jî, naveroka wê bi piranî ji nivîsaran pekhatîye. Ji ber van her du semedan, mirov dikare bêje ku "Kurdistan” di eslê xwe da ne rojname ye, lê kovar e. Le belê her du xwedîyen wê Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan jê ra gotine ”cerîde” û "gazete”.
Mana wan her du peyvikan jî di Kurdî da "rojname” ye. Ji ber vî semedî, em jî jê ra dibêjin "rojname” û wê wisa dinasînin.
Zimanê Rojnameya Kurdistan
"Kurdistan" di destpêkê da tenê bi Kurdî hatîye nivîsîn û sê jimareyên pêşîn tenê bi Kurdî hatine çapkirin. Di jimareya 4’an da û ji wê pe ve, hin nivîsaren bi zimane Tirkî jî di rûpelên rojname da cî girtine. Ew nivîsarên Tirkî, di jimareyên 4, 5, 6, û 7’an da bi awayê daxwaznameyan ji Sultan Evdilhemîde 2’yan ra hatine nivîsîn. Piştê wan jimareyan, hin jimare dîsa tenê bi Kurdî derketine; ew jî jimareyên 8, 9, 11, 15 û 16’an in. Di jimareyên dî da nivîsaren Kurdî û Tirkî pêkve cî girtine. Di hemî nivîsarên Tirkî da rexneyên dijwar li rejîma Evdilhemîd hatine xistin û dijwarîya wan rexneyan hin bi hin zêdetir bûye. Kurdîya "Kurdistan’ê ne Kurdîyeka xwerû ye; gelek peyviken Erebî
û Farisî di nivîsarên Kurdî da hatine karanîn. Jixwe wê demê di nava rewşenbîrên Kurd da adet bû ku peyvên xwe û nivîsarên xwe bi peyviken Erebî û Farisî bixemilînin; wan, têkilkirina Kurdî bi peyvikên Erebî û Farisî wek serbilindîyek qebûl dikir; wisa dizanîn ku karanîna peyvikên Erebî û Farisî nîşana zanatîyê û rewşenbîrîye ye. Herçî nivîsarên Tirkî yên ku di rojname da cî girtine, ew hemî bi Tirkîya wê demê ne, ku jê ra dihat gotin "Zimanê Osmanî”. Zimanê Osmanî ji zimanên Tirkî, Kurdî, Erebî û Farisî pêkhatibû. Ji ber wî semedî jî jê ra dihat gotin "Zimanê Osmanî”. Di rojnamê da du nameyên Erebî jî derketine. Yek ji wan nameyên Erebî ji Merdînê, ji alîyê Elîye kurê Huseynê Amedî ve hatîye şandin û di jimareya 8’an da derketîye. Nameya Erebî ya dî jî ji Lubnanê, ji bajarê Trabluse, ji alîye Şêx Hesen ve hatîye şandin û di jimareya 16’an da derketîye. Hemî jimareyên ”Kurdistan”e ji 4 rûpelan pêk hatine.
Dengdana ‘Kurdistan’ê li Kurdistanê
Wisa te zanîn ku derketina rojnama ”Kurdistan” li Kurdistanê û di nava Kurdên derê Kurdistanê da denganeka fire daye, kefxweşî û dilşayîyeka mezin afirandîye. Hin name û teqrîzen ku ji rojnamê ra hatine şandin û di hin jimareyên wê da hatine çapkirin, ew dengan û kefxweşî bi awayekî zelal ji wan dixuye.
Du teqrîzen Kurdî ji Şamê hatine şandin, di jimareya 3’yan da derketine.
Yek ji wan dûznivîsar e, bi awayê nameyek hatîye nivîsîn û şandin. Şandoxê
wê, ku nave xwe N. H. nivîsîye, daye zanîn ku dema rojname gîhaye Şamê di
nava Kurdên wî bajarî da kefxweşî û şayîyeka mezin çekirîye, dema Kurdan
zanîye ku navê wê "Kurdistan” e û xwedîye wê Mîqdad Mîdhet Bedirxan e,
bi peyva wî ”mîrê me” ye, ew maç kirine û bi derketina wê gelek dilşa bûne.
Teqrîza dî ya ku ji Şamê hatîye şandin, helbeskî ye, yanî wek helbestek hatîye
nivîsîn. Şandoxê wê, ku navê xwe Lawê Şêx E. Fetah nivîsîye, di despêka
teqrîza xwe da wiha gotîye:
”Pîroz be ji te re hezar cara
Ev dengê nuho li nav yara
Mizgînîya vê cerîdeya qenc
Şabaş dibitin çi qas hebit gênc”
Şandoxe vê teqrîzê jî daye zanîn ku derketina ”Kurdistan”ê di nava Kurdên
Şamê da kefxweşîyeka gelek mezin afirandîye, di paşîya teqrîza xwe da jî
ji Mîqdad Mîdhet Bedirxan ra weha gotîye:
”Rûhanîya bab û kal û ecdad
Pey vê hunerê, te kir nuho şad
Beybûnîya dewleta te geş bit
Qase tu hebî, dilê te xweş bit”
Nameyeka Kurdî jî ji Edenê hatîye şandin. Navê şandoxê wê Seyid Tahirê
Botî ye. Wî daye zanîn ku derketina rojnama ”Kurdistan” Kurdên Edeneyê
gelek kefxweş kirine. Seyid Tahirê Botî di nameya xwe da, ku di jimareya 5’an
da derketîye, nivîsîye ku Kurdên Edeneyê di du sê rojan da heqê 20 rojnaman
berhev kirine; ji Mîqdad Mîdhet Bedirxan pirsîye: ”Ez rêkim ku derê?”
Ji Mêrdînê jî nameyeka Erebî ji alîye Elîyê kurê Huseynê Amedî ve hatîye
şandin û di jimareya 8’an da derketîye. Şandoxê wê nameyê gelek pesnê
”Kurdistan”ê daye û di cîyek da weha gotîye: ”Ez bi umre xwe sond dixum ku ev rojname wisa qenc e ku hêja ye qala wê bê kirin û li ser wê sipas bê kirin”.
Nameyeka Kurdî ya balkêş jî ji bajarê Amed( Dîyarbekir) hatîye şandin û
di jimareya 13’an da bi sernivîsara ”Kaxizek ji Kurdistanê hatî” derketîye
Şandoxê wê, navê xwe ”ji eşrafên Dîyarbekrê Ş. M.” Nivîsîye. Wî daye zanîn
ku karbidestên dewleta Osmanî yên li Kurdistanê nahêlin ku gel rojnama
”Kurdistan” bixwîne û wê di destê kî da bibînin wî kesî digirin, davêjin girtîxanan, lê belê dîsa jî Kurd meyla rojnamê dikin û ji wê nabûrin. Ş. M. gotîye
”Di vê rê da em’ê gelek tiştan fîda bikin”, paşê nivîsîye ku karbidestên dewleta Osmanî yên li Kurdistanê gelek zalim û beînsaf in, ji ber zulma wan gelek
Kurd cîhil bûne, hin ji wan çûne nava Ecem, hin jî çûne nava Tirkan; ji Evdi-
rehman Bedirxan tika kirîye ku di rojnamê da bi Tirkî ji Padîşah ra li ser rewşa Kurdan binivîse û jê bixwaze ku me’mûren rast û adil bişîne Kurdistanê.
Dîsa di jimareya 13’an da hatîye nivîsîn ku ji alîyê hin Kurdan ve ji rojnamê
ra alîkarîya diravî hatîye şandin û lîsteyek li ser wê yekê cî girtîye. Li gora wê lîsteyê jibo alîkarîyê ev dirav hatine şandin:
Ji Dîyarbekrê : 200 quriş
Ji Silemanîyê : 121 ”
Ji Edeneyê : 120 ”
Çavê xayinan kor bibe!
Nameyeka Kurdî jî ji Mêrdînê, ji alîye Mela Salihê Cizîrî ve hatîye şandin. Şandoxê wê nameyê di serê nameya xwe da weha gotîye: ”Mîrê min, ew rojnama ku we dest pê kirîye hûn ji pazde rojan carek derdixin, carna tê welatê me û kêm caran digîje destê me, em dixwînin”. Mela Salihê Cizîrî paşê pesnê Mîr Bedirxan û zarûkên wî daye, qala xizmeta wan a ji Kurdan ra kirîye, peyv anîye ser şola xwendin û zanînê, di wî babetî da weha nivîsîye: ”Ez benî, tu me dihewisînî xwendin û zanînê. Qencîya xwendin û zanîne tiştekî wisa ye ku kes nikare înkar bike. Xwendin ronayîyeka wisa ye ku kor bi wê xwedîçav dibin. Lê belê çi çare ku rê û îmkanên xwendinê li nik me tunin. Kes tune li me bipirse. Çavê xayinan kor bibe. Herçî ku Evdilhemîd e,
vêca me zanî ku herçîyê jibo qencîya Kurdan e wî navê”.
Mela Salihê Cizîrî paşê gazin ji Evdirehman Bedirxan kirîye ku çima dereng maye û bîst sal berê ew rojname dernexistîye, daye zanîn ku rojnama ”Kurdistan” ji alîye rejîma Evdilhemîd ve li Kurdistanê hatîye qedexekirin, rexne li rejîma Evdilhemîd xistîye ku guh nade Kurdistanê, ragîhandîye ku de li ser rewşa Kurdistanê ji Evdirehman Bedirxan ra binivîse.
Nîşe: Ev aghahî ji “pêşkeşî”iya Mehmet Emîn Bozarslan ku ji bo rojnameya “Kurdistan” nivîsandiye hatine girtin. Mehmet Emîn Bozarslan vê pêşkeşiya xwe di sala 1991’an nivîsandiye. Her wiha rojnameya “Kurdistan” jî ji tîpên Erebî û Osmanî wergerandiya Kurmanciya latînî. Halê rojnameya Kurmancî bi pêşkeşiyeke dirêj ji nûve ji hêla Weşanên Deng ve hatiye çapkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN







