Wêjeya zarokan siberoj e

Pêncşem 21 Gulan 2026 - 16:00

 

  • Wêjeya zarokan bingeha pêşketina civakî ye. Li ser vê bingehê fikir û raman jî pêş dikevin û mîrateyek giranbiha ji nifşên dinê re tê hiştin.

 

Wêjeya zarokan hêjayî lêkolîn û kûrbûneke giranbihe ye. Ji ber ku siberoja civakê jî bi teşe dike. Li gor lêkolîn û çavkaniyên dawiyê em dikarin wêjeya zarokan di navabera salên 2-14 de diyar bikin. Loma ji bo pêşketina zarokan a ji gelek alî de ev temen girîng e. Di wêjeya zarokan de mijar jî cihekî girîng digire. Gelek mijarên girîng ên di wêjeya zarokan de hene. Pedagojî ya bingeha xwe ji yewnanî digire û tê wateya perwerdeya zarokan jî di mijara wêjeya zarokan de xwediyê taybetmediyekê ye. Her wiha yek ji xala herî girîng a di wêjeya zarokan de ziman e. Jixwe ziman tune be dê wêje jî tune be. Di navbera salên 2-14 yên girîng de dema zarok bi zimanê xwe mezin bibe ev pêşketineke gelekî mezin e. Berfirehkirina raman a bi zimanê dayikê derman e. Dema mirov bi hêvî, xeyal, derûnî û rihê zarokan  baş bizanibe dikare di qada wêjeya zarokan de, di qada têgihaştina zarokan de baştir bin. Ya girîn dîsa di vir de teşe û naveroka pirtûkên zarokan e jî. Çimkî ew jî hem mijareke girîng hem jî alaveke girîng a wêjeya zarokan e. Pirtûk divê bi baldarî bên hilbijartin, nivîsandin û wêneyên li ser pirtûkan divê bala zarokan bikarebe bikşîne. Ev hemû ji bo wêjeya zarokan jêneger in. Divê mirov di van mijaran de baldar bin. Ji ber ku wêjeya zarokan siberoj e.

Ziman bandorê li wêjeya zarokan dike

Dema zarok ziman baş bi kar bîne wê demê li ser bingeheke zexm dikare wêjeya zarokan jî pêş bikeve. Dema bawerî, bîr, hiş, xeyal û xewnên zarokan bi zimanê dayikê be wê demê ev bandoreke baş li ser wêjeya zarokan jî dike. Dema pirtûkên kurdî ji zarokan bê xwendin, lîstik û stranên wan jî bi kurdî be wê demê ev rê li ber pêşketina wêjeya zarokan vedike. Zarok hîn di zikê diya xwe de be divê çîrokên kurdî ji wan re bên xwendin û dayik li stranên kurdî guhdar bikin. Alavên rê li ber xeyal û pêşketina zarokan vedike yên mîna helbest, stran, çîrok divê ji zarokan bêpar neyên hiştin. Lê belê divê ev bi zimanê dayikê bin. Wê demê jiyana zarokan watedar û bi qîmet dibe. Jixwe wêjeya devkî ya kurdî ya zarokan gelekî dewlemend e. Divê em bikaribin ji vê behrê avê bi zarokên xwe bide vexwartin. Gelek çîrokên gelêrî yên kurdî yên zarokan ên rastiya civakê nîşan didin hene. Ger em lê xwedî dernekevin wê dewlemendiyeke me tune bibe. Zarok ji ber bi saya çîrok, helbest, hemû alavên wêjeya zarokan hînî hezkirin, hevaltî, rexne, rastî û çewtî, qencî, hestiyarbûn, xerabiyê û gelek tiştên din dibin loma ev mijareke gelekî girîng e. Her wiha di vî warî de berhemên perwerdeya ji bo ziman jî gelekî girîng in. Pedagojî, werger û redaksiyon mijarên girîng in û divê li ser van esasan baş bê sekinandin ku di warê wêjeya zarokan de kêmasî derneyên. Ji bo ev kêmasî pêk neyên malbat jî elbet cihekî girîng e. Ji ber ku malbat dibistana ewil a zarokan e.

Ziman û wêje bi hev re pêş dikevin

Gerek em têkiliya di navbera wêje û ziman de baş fam bikin da ku em bikaribin hîn baştir herduyan jî biparêzin. Zimanê kurdî ji ber di bin zext û zordestiyê de ye ev bandoreke neyînî li wêjeya zarokan jî dike. Ziman bi rewşa siyasî, hişmendî û rewşenbîriya civakê eleqedar e. Dema civakek ji aliyê raman, têkoşînê pêş bikeve zimanê wê civakê jî pêş dikeve. Ger siyaset ji zextê dûr û azad bê meşandin wê demê dîsa ziman pêş dikeve. Lê belê li djî van êrişana têkoşînek jî lazim e. Civaka kurd dema xemxurê zimanê kurdî be wê demê ziman û wêjeya kurdî dê bi hev re pêş bikevin. Bi taybet jî di vê mijarê de divê em li ser zarokan bisekinin. Hestiyariya berz a ji bo ziman û wêjeyê ya ji zarokatiyê pêş bikeve bi bandortir e. Loma xala herî girîng a bingeha xurtkirina wêjeya zarokan zarok bi xwe ne. Zarok dema di warê teşwîqkirina wêjeya zarokan a bi zimanê xwe bên perwerdekirin ev hêzeke mezin dide civakê. Di heman demê de wêjeya zarokan bingehe ku em çand, huner û dîrokê bi zarokan bidin hezkirin. Çiqas zêde xizmeta di warê wêjeya zarokan de pêş bikeve ewqas wêjeya civakekê jî pêş dike. Weşanxaneyên zarokan jî di warê xizmeta wêjeya zarokan de kedekê didin û ya ji civakê re dimîne jî xwedîderketina li vê kedê ye. Dema mirov xwedî li kedê derkeve dikare herikbariya dîrokê jî biguhere.

Berhemên ji bo wêjeya zarokan

Berhemên ji bo wêjeya zarokan di jiyanê de cihekî taybet digirin. Çimkî ew xeta pêşketinê ne. Xebatên mîna dibistan, televizyonên bi kurdî yên ji bo zarokan  jî bingeheke xurt a ji bo wêjeya zarokan e. Di heman demê de lorîk, çîrok, qewlerk (manî), destan, mamik, stran bi qansî ji bo wêjeya zarokan girîng in di heman demê de ji bo pêşketina hiş û hişmendiya zarok jî girîng in. Wêjeya devkî ya zarokan jî mîna çanda dengbêjiyê xwediyê hêzekê ye loma sûdeke mezin jê hatiye girtin. Di dîrokê de jî hinek xebatên taybet ji bo zarokan hatine dayin. “Nûbihara Biçûkan” ya Ehmedê Xanî (1683) ji bo wêjeya  zarokan berhemeke dîrokî û girîng e. Ev ferheng di medreseyan de ji bo perwerdeyê hatiye bikaranîn. Her wiha ji aliyê Îsmaîlê Bazîdî (1655-1710) ve pirtûkek bi navê “Gulzar”hatiye nivîsîn. Ev ferheng bi kurdî-farsî-erebî ye. Di sala 1790’î de ji aliyê Şêx Marûf Nodeyî (1753-1837)  ve pirtûkek bi navê Luxetnameyî Ehmedî hatiye nivîsîn. Ferheng bi soranî û erebî hatiye amadekirin. Berhema Mihemed Kerbelayê Axtepî “Mîrsad-ûl Etfal”(1912). Di sala 1946’an di dema Qazî Mihemmed de kovareke bi navê “Gir û galî mindalanî Kurd”di dema Komara Mahabadê de, wekî 3 hejmaran hatiye weşandin û sernivîserê wê Mela Qadirî Modersî ye. Di dîroka rojnamegeriya Kurdî de ji bo zarokan  yekemîn kovar e ku  hatiye çapkirin. Berhemên ji bo wêjeya zarokan girîng in. Loma divê em xwedî lê derkevin. Ev peywira hemû kesan e. Her kes dema ku bi berpirsiyariya vê yekê tev bigere wê geşedanên erênî jî pêk werin.

Xwendin û rexne

Xwendin û rexne hevdu temam dikin. Du mijarên girîng in. Loma mijareke din a di wêjeya zarokan de divê em balê bikşînin ser rexne ye. Ji bo her qadê rexne cihekî girîng digire. Divê di qada wêjeya zarokan de jî berhemên tên çapkirin bikaribe bê şîrovekirin û rexnekirin. Xwendin û rexne dema pêş nekevin wê demê wekî ku stûna malekê kêm bimîne. Feraseta şêwaza jiyanê jî pêş dixe. Wêjeya zarokan a wekî pêlikek a wêjeya mezinan e bê xwendin, şîrove, rexne nabe. Divê ev li ser berhemên zarokan bên kirin. Di heman demê de zarokên ku di qada xwendin, guhdarkirinê de pêş ketibin dikarin di warê baldarî, lêpirsîna jiyanê pêş bikevin. Ev jî dîsa bi pêşketina wêjeya zarokan pêkan e. Empozekirina fikrên bi zorê jî ji ber mijareke girîng e dema ev bê kirin bi rêya rexneyê jî ew ê zû bê dîtin. Rexneyên bi şêwazên çêker divê tu carî ji jiyana mirovan kêm nebin. Ger kêm bibin wê demê bingehek jî ji kêmasiyê tê avakirin.

Roman û helbestên zarokan kêm in

Berhemên zarokan pêşketina civakê ye. Helbest û romanên zarokan bîra ramanê ye. Ji bo pêşketina wêjeya zarokan berhemên tên nivîsandin jî gelekî bi wate ne. Dema em li berhemên zarokan ên di wêjeya zarokan de dinêrin em gelek kêmasiyan dibînin. Bi taybet roman û helbestên zarokan gelekî kêm in. Helbest û roman ji bo pêşketin, raman, xeyal, tevgera zarokan a di nava civakê de taybet in. Ji bo tecrubeya wêjeyê û perwerdeyê helbest û roman girîng in. Lê divê bi zimanekî zelal bên nivîsandin da ku zarok ji xwendin û guhdarkirinê sar nekin. Her wiha divê ne pir dirêj bin jî. Ji ber baldariya zarokan zû belav dibe û aciz dibin. Her wiha argumanên razber ên serê zarokan tevlihev dike divê neyên bikaranîn. Li gor temenên zarokan ên sal bi sal divê pirtûkên wan bên amadekirin. Bi vê munasebetê zarok dikarin xwe baştir nas jî bikin. Helbest dema ji aliyê zarokan ve bê hezkirin û ezberkirin jî fêdeyeke mezin digihêjîne zarokan. Bi vê yekê bala wan zû belav nabe, hafizeya wan bi hêz dibe. Her wiha bi helbestê dikarin bêtir ji ziman jî hez bikin. Loma em çi qasî berhemên zarokan ên bi qalîte bikaribin biafirînin û xwedî lê derkevin ewqas baş e. Ev berhem dikare rengekî zindî bide pêşketina wêjeya zarokan. Pêşketina wêjeya zarokan pêşketina kesayet û civakan e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.