Bersiva pêvajoyê yekîtî ye

Şemî 28 Sibat 2026 - 03:42

Endamê Desteya Rêveber a PJAK’ê Ehwen Çiyako di civîna çapemeniyê de ya ku partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya xwe tê de ragihandin û Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê damezrandina xwe ragihandin, cih girt. Çiyako ji ANF’ê re axivî. Ehwen Çiyako bal kişand ser girîngiya dîroka 22’yê Sibata 1999’an, roja yekîtiyê ya gelê Kurd pîroz kir û got:“22’ê Sibatê civîneke 5 partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê xebat dimeşînin, hate lidarxistin û di encama vê civînê de tifaqek hate îlankirin. Bê guman ev civîneke pir girîng bû. 22 Sibat jî rojeke welê bû ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dijî komploya li hemberî Rêber APO hatî kirin, rabû serhildanê û di vê rojê de Komara Îslamê ya Îranê li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê qirkirin da destpêkirin. Me bi dehan şehîd dan; bi taybetî li bajarê Sine ev bi hemû tundiya xwe hate hîskirin.

Piştî 27 salan heman rojê li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê hate îlankirin. Ev mijara ku xwedî wateyeke kûr e, di heman demê de tê wateya zindîkirina ruhê şehîdan. Ez hemû gelê Kurd û gelên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikim. Civîna ku 22’yê Sibatê hatî kirin, têkildarî avakirina platformeke ji bo tifaqê encameke nîqaşên zêdeyî 8 mehan bû. Hemû aliyan bawer dikir ku encex em bi yekîtiyê dikarin ji zehmetiyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê re bibin bersiv. Her 5 partî jî tevlîbûneke di asteke bilind de ji civînê re çêkirin. Ez dikarim bêjim ku di civînê de ruhê yekîtiyê hebû û piştre bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Rojhilat hêzeke yekgirtî ya neteweyî ye

Ehwen Çiyako îşaret bi sê biryarên tifaqê kir û destnîşan kir ku ev biryar ji bo parastina yekîtiya Kurdan pir girîng in û ji bo bicihanîna van divê hinek navend û rêxistin bên avakirin û got:’’Yek ji van biryaran ew e ku rêveberî û navendeke tifaqê hebe. Ev rêveberî divê ji hemû endamên tifaqê pêk were. Piştre divê komîteyeke dîplomasiyê were avakirin ku rewşa gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê îfade bike. Ji bo asta Îran, navneteweyî û herêmî xaleke din a girîng jî avakirina komîteya leşkerî ya paye bilind a hêzên gerîla û pêşmerge ye. Bê guman ev mijar di siberojê de ji bo avakirina hêzeke yekgirtî ya neteweyî ya li Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe destpêkek.”

Piştgiriyê bidin vê tifaqa neteweyî

Ehwen Çiyako bang li hemû partiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir ku di vê tifaqê de cih bigirin û bang li ciwanan jî kir ku berpirsyariyên xwe yên neteweyî bi cih bînin:“Em ji aliyên tevlî tifaqê bûne dixwazin ku hêz bidin tifaqê û pêş bixin. Bendewariya me ji aliyên di tifaqê de cih nagirin jî ew e ku tevlî tifaqê bibin û ji bo xurtkirina tifaqê bi roleke bi bandor rabûn. Tişta em ji gelê xwe dixwazin jî ew e ku piştgirî bidin vê tifaq û yekîtiyê. Bi taybetî em ji ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê dixwazin ku ruhê neteweyî derxin pêş û piştgirî bidin şoreşa me. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwedî potansiyeleke mezin in. Dewletê jî her tim xwestiye vê potansiyelê tune bike. Weke PJAK ji bo xurtkirina Hêzên Parastinê yên Kurd em dixwazin ku ciwanên me hîn zêdetir PJAK û gerîla nas bikin. Azadî nêz e. Geşedan nîşanî me didin ku Rojhilatê Kurdistanê li ber qonaxa azadiyê ye. Divê em hemû baldar bin, yekîtiya xwe xurt bikin, hêza xwe hîn baştir rêxistin bikin û hemû enerjiya xwe bidin xizmeta şoreşê. Gelê Kurd xwedî potansiyeleke mezin e. Em ê hewl bidin vê potansiyel û enerjiyê veguherînin hêza serketinê.”

ANF/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.