Li pêşberî sekna gel bi hurmet bixebitin

În 27 Sibat 2026 - 03:25

Sekreterê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa têkildarî rewşa ku Rojavayê Kurdistanê û bi taybet ji li ser yekitiya Kurdan ji ANHA’yê re axivî. Mihemed Mûsa diyar kir ku di demekê de êrişên li dijî gelê Kurd êrişên qirkirinê bûn, gelek qurbanî hatin danîn û got:“Şeybanî jî dibêje Kurdên têne cem me, nenavendîtî pêşniyar nekirine. Lê bila bizanin Kurdan di 26’ê Nîsanê 2025’an de konferansa xwe li Qamişlo dar xist û daxwaza Sûriyeke nenavendî kir” Mihemed Mûsa behsa aliyên ku hevdîtin bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re kirine û li gorî wesîqeyê tevnegeriyan kir û got:“Çima her aliyek li gorî wesîqeyê tevnagere? QSD hêzeke leşkerî ye û di aliyê leşkerî de hevdîtinan dike. Xîtaba siyasî ya ENKS’ê jî dûrî vê wesîqeya heyî ye. Heta niha jî rê ji aliyê hikumetê ve nehatiye dayîn ku şandeya Kurdan hevdîtinê bike û ew qebûl nekiriye jî. Li gorî wesîqeyê tevgerandin pêwîstiyek e. Mixabin îro rewşeke din derdikeve holê, ew nakokiyên kevn di navbera partiyên siyasî de careke din xuya dikin. Pêwîstiya me ew e ku nakokiyên berê bên derbaskirin û em bi hurmet bi hev re li pêşberî sekna gelê Kurd, birîndar û xwîna şehîdên xwe bixebitin. Ew sekna gelê me bû sedemek ku di raya giştî de guhertin çêbin.”

Mûsa diyar kir divê ew wek tevgera siyasî ya Kurdan hemû nakokiyan bidin paş xwe, ji ber ku ew bi hacetî pêşxistina helwesta xwe ya neteweyî ne, divê komek li ser bingeha 26’ê Nîsanê were derxistin, ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd di destûrê de û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendiyeke siyasî, ew lêvegereke Kurdî ya sûriyeyê ava bikin.

Mihemed Mûsa di dawî de destnîşan kir ku doza wan dozeke neteweyî, demokratîk û mirovî ye û got:“Em dibêjin 2 tişt ji hev cuda nabin, pêşniyareke me ya stratêjîk heye ew jî Sûriyeke nenavendî û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan e. Di aliyê taktîk ve jî tevî ku baweriya me tune ye, Colanî û hikumeta xwe hişmendiya wan a avakirina dewleteke medenî ye, ew dewleteke bi yekrengî ava kiriye, projeya wî ya hêzên herêmî ye, yekemîn dewleta Tirk e, paşê ji aliyê Emerîka û Ewropayê hate qebûlkirin. Her wiha dewletên Ereban mîna Siûdiyê, Îmarat û Qeterê, van tevan piştgiriya wî kir. Lê em ê li ser daxwazên xwe bi israr bin.”

ANHA/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.