Ji Eniya Kurdî bersiva Reza Pehlewî

În 27 Sibat 2026 - 03:55

  • Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê bersiva êriş û dijayetiya Riza Pehlewî da û got:’’Wê ev peyamên dijminane dawî de negihin ti armancekê. Berovajî vê, wê îradeya neteweyên azadîxwaz û têkoşerên Îranê ya ji bo bidestxistina armancên azadîxwaz ên gel xurtir bike.”

Roja 22’ê Sibatê 5 partiyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, (Sazmanî Xebatê ya Kurdistanê-Îran û Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê yekgirtineke siyasî û bernameyeke hevpar a karê siberojê li Îranê bikin ava kirin. Her pênc partiyan eniyeke yekgirtî ya siyasî di bin navê ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya li Îranê’ ava kirin. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya li Îranê, di derbarê dijayetî û êrişa kurê şahê berê yê Îranê Şah Îsmaîl Reza Pehlewî yên li ser hevepeymaniya partiyên Kurd de, Daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî wiha ye:“Ragihandina vê hevpeymaniyê di nav hêzên siyasî, xebatkarên Îranê û navendên siyasî yên navneteweyî de dengvedanek berfireh çêkir. Li aliyê din, rejîma Komara Îslamî û her wiha komek dijberên mafên neteweyên bindest û azadiya demokratîkan ku xwe di bin kirasê muxalefetê de vedişêrin, nerazîbûneke hestiyarî û nefretwarî nîşan dan ku ji xwe dihat çaverêkirin.

Roja 25’ê Sibatê Reza Pehlewî, li ser medya dijîtal X’ê ku wêjeyeke tehrîkbar û tohmetên bê bingeh di nav xwe de dihewand, neteweya mezin a Kurd û partiyên siyasî yên têkoşer ên Kurdistanê xist ber êrişek gilî û heqaretê û gef xwar ku piştî hilweşîna Komara Îslamî wê artêşê ji bo tevgerên mafxwazên neteweya Kurd bitepisîne bikar bîne. Wisa xuya dike ku Reza Pehlewî rastiya dîrokî ji bîr kiriye ku her gava ku îradeyek rastîn ji bo parçekirina Îranê hebû, kesî destûr ji bav û bapîrê wî yê tacgirtî negirt û toza wan neşikand. Çawa ku wan di bexşîna Ararata Biçûk, Behreyn û çavkaniyên çemê Hirmend de dudilî nekirin, difirotin yan jî radestkirina beşên cuda yên xaka Îranê de jî dudilî nekirine.

Gefa bikaranîna artêşê

Ev gefên wî yên berdewam ên ‘bikaranîna artêşê li dijî daxwazên siyasî yên neteweyên Îranî’ jî vê rastiyê eşkere dikin ku di Îrana wî ya paşerojê de, daxwazên sivîl û demokratîk ên ku di Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de hatine destnîşankirin, wê ewlehî û leşkerî bimîne. Ti ferqek bingehîn di navbera rejîma wî yên berê û niha de tune ye. Li gel vê, çima ew difikirin ku xelkê ji aliyê dîktatoriya Komara Îslamî ve zilm lê hatî kirin, wê amade bin ku wekî beşek ji alternatîfek ji bo Îrana pêşerojê, li ber wî û kesên hemfikirên wî serî bitewînin? Xencera Riza Pehlewî ya dijî tevgera azadiya Kurd di demek de ye ku weke hemû têkoşerên azadiyê dizanin, Pehlewî rolek ku nayê înkarkirin di dabeşbûna tevgera Jîna (Jin, Jiyan, Azadî) de lîstiye. Herwiha her kes dizane Pehlewî bi alîkariya komên gumanbar ên li dora xwe, roleke di afirandina dubendiya di navbera gel û dijberên rejîmê de lîstiye. Dost û dijmin dizanin ku neteweya Kurd û partiyên siyasî yên têkoşer, hertim dijî zilma Xumeynî bûn û hertim piştevaniya rast a azadîxwazên neteweyên Îranê bûn. Li dijî vê rejîma zilimkar de berdelên mezin dane, lê ev kes hizbên Kurdî bi hevkariya li gel Xumeynî tometbar dike. Ev sucdarî jî di demekê de ye ku Kurdistan ji bejahî û hewayî ve hedefa êrişan de ye.

Dîroka wî ya şermezar!

Reza Pehlewî bi xwe gelek caran gotiye ku wî name ji Xumeynî re nivîsiye û jê xwestiye weke pîlotek asayî tevlî hêzên wî bibe. Balkêşe ku kesekî xwedî demboriyek ewqas bêşerm, partiyên Kurdistanê bi hevkariya Xumeynî tometbar dike. Di heman demê de li ser hebûna hezaran amêrên starlînk yên ji bo înternetê û gihiştina alîkariyên derve, sozên derew dide xwepêşanderan. Bi hezaran azadîxwazên me kişandiye nava xefika rejîma komara Îslamî. Bê guman piştî azadiya Îranê û darizandina rayedarên xiyanetkar ên hikumet û kujeran, ew ê jî li hemberî van cûrên xiyanetê bersiv bide. Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanî ya li Îranê, tevî şermezarkirina daxuyaniyên wiha yên Reza Pehlewî, li ser helwesta xwe ya bingehîn ya ji bo parastina armancên neteweya Kurd û mafên rewa yên neteweyên bindest yên Îranê, bi israre. Wê ev peyamên dijminane negihin ti armancekê. Berovajî wê îradeya neteweyên azadîxwaz û têkoşerên Îranê ya ji bo bidestxistina armancên azadîxwaz ên gel xurtir bike. Lewma em carek din bang li hemû hêzên Kurdî yên ku azadiyê dixwazin dikin ku tevlî Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanî ya li Îranê bibin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.