Serkeftina me bi yekitiyê pêkan e

Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:55

  • Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad bal kişand ser girîngiya stratejîk a yekitiya neteweyî û got: "Ji bo em di pergala nû ya ku tê xwestin bê avakirin de bi ser bikevin, divê em yekitiya xwe ava bikin."

Piştî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, helwesta gelê Kurd a li dijî van êrişan nîqaşên yekitiya neteweyî carekî din anîn rojevê. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad, ku bi salan e di vî warî de xebatan dike, êriş û nîqaşên têkildarê yekitiyê nirxand.

Zeynep Mûrad diyar kir ku ji bo yekitiyê zemînek xurt çêbûye û ev tişt got: "Di êrişên dawî yên li ser Rojava de, gelê Kurd hem li her çar parçeyan hem jî li her derê cîhanê ji bo parastina destkeftiyekî neteweyî rabû ser pêyan. Ji bo parastina şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêş ket, gelê Kurd li her derê bû yek deng. Gelê Kurd nîşan da ku pêkanîna yekitiya neteweyî ferz e."

Bi domdarî Zeynep Mûrad destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê li ser vê helwesta hevpar bandor kiriye û wiha pê de çû: "Yekitiya neteweyî ya gelê Kurd di vê pêvajoyê de stratejîk e. Di êrişên dawî de me dît ku Kurd çawa bi tenê hatin hiştin. Lê bi rabûna gelê Kurd re, li ser hêzên navneteweyî zextek hate kirin. Li ser vê yekê plan hate têkbirin. Ji bo vê yekê divê em li her çar parçeyan xwedî li hev derkevin. Divê em îradeya ku li dijî êrişên li ser Rojava derketiye holê, hîn xurtir bikin."

Di berdewamê de Zeynep Mûrad anî ziman ku Kurdan li hemberî êrişên li ser Rojava peyameke girîng daye û gel Şoreşa Rojava wekî destkeftiyek neteweyî dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nexasim gelê Başûr li dijî êrişan dengekî xurt derxist. Lewra gelê Başûr ev pêvajo berê jiyaye. Enfal û komkujiyên Helebceyê dîtin. Gelê me xeter dîtin. Plana hatî amadekirin ne tenê Rojava dikir hedef. Heke li Rojava bi ser biketana, destkeftiyên din ên gelê Kurd jî dê biketana xetereyê. Gel ev dît û ji ber wê derketin qadan."  

Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad rave kir ku di çarçoveya xebatên yekitî û çareseriyê de wan bi gelek partî û saziyan re hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Li her parçeyê Kurdistanê di navbera partiyên siyasî de nakokiyên piçûk hene. Lê zemînek girîng jî heye. Par di 26’ê Nîsanê de li Rojava civînekê girîng pêk hat. ENKS û Rêveberiya Xweser civîn pêk anîn û biryar dan ku bi daxwazên hevpar bi Şamê re hevdîtinê bikin. Li Başûrê Kurdistanê di navbera YNK û PDK’ê de pirsgirêkên piçûk hene. Lê her du hêz dikarin tifaqê bikin. Ew jî dikarin li Iraqê ji bo destkeftiyên gelê Kurd bibin yek deng. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi geşedanên dawî re di navbera partiyên siyasî de xebatên hevpar têne kirin. Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek tê birêvebirin û partiyên Kurd bi hev re piştgiriyê didin vê."

Zeynep Mûrad bang kir ku hemû partî bi stratejiya yekitiya neteweyî tevbigerin û wiha axaftina xwe domand: "Stratejiya her parçeyekî heye, lê ev nayê wê wateyê ku em piştgiriyê nedin hev an bi stratejiyekê hevpar tevnegerin. Ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd divê em bi hev re helwestek neteweyî nîşan bidin."

Zeynep Mûrad destnîşan kir ku divê yekitî demokratîk be û got: "Yek ji esasên yekitiya neteweyî ya demokratîk ev e ku her kes hev qebûl bike. Rêz ji hev re bigirin, bi hev re bimeşin û têbikoşin. Divê di yekitiya neteweyî ya demokratîk de rol û misyona her kesî hebe, divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire. Yekitiya neteweyî divê li ser van esasan ava bibe. Tevgera Kurdan a bi yekitiya neteweyî, dê hem di nava dewletên ku lê dijîn hem jî li cîhanê rêya çareseriya pirsgirêka Kurd vebike."

Zeynep Mûrad anî ziman ku bendewariyek mezin a gel ji bo yekitiyê heye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û saziyên Kurd dikim ku ji bo avakirina yekitiya neteweyî berpirsiyariyê li xwe bigirin. Ji bo parastina berjewendiyên gelê me, divê pêkhateyên siyasî nakokiyên piçûk û cudahiyên îdeolojîk deynin aliyekî û werin cem hev. Di pergala nû ya ku tê xwestin li cîhanê bê avakirin de, serkeftina me tenê bi yekitiya me ve pêkan e."

MA /NAVENDA NÛÇEYAN  / DÎREN YURTSEVER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.