Hevpeymana li Rojhilatê Kurdistan
Sêşem 24 Sibat 2026 - 03:50

5 aliyên serekî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê’ ragihandin. Ev alî piştî gelek nîqaş û civînan gihiştin lihevkirinê.
Piştî lihevkirinê daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin:’’Rejîma Îranê piştî hatina ser desthilatê tim şer ferzkiriye û sedan rêberê wê ya siyasî bidarvekiriye û qetil kirine. Bi hezaran ciwanên şoreşger û çalakvanên siyasî şehîd kirine û li girtîgehan qetil kirine. Kurdistan kirine erdnîgariyeke dagirkirî û milîtarîzekirî. Bi siyaseta serkutkirinê ya Hikûmeta Komara Îranê birêve birine. Me Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê îmze kir da ku ji bo domandina xebat û têkoşîna pêwîstiyên li welat û ji bo rewşa siyasî ya îro bibin bersiv. Me li Kurdistanê hêz û xebata xwe kir yek û hevpeymanek siyasî radigihînin. Piştî qonaxa guherîna raman û karên li ser erdê ya ‘navenda diyalog û hevkariyê’ ev hevpeyman pêk hat. Ji bo zêdetir girîngî bidin karê siyasî yên Kurd li Îranê û têkoşîna partiyên siyasî ya li dijî Komara Îranê. Her wiha bidestxistina mafê û azadiya xelkê Kurdistanê û çawanî avakirina Îranê ya nû. Armanca me ya sereke têkoşîna ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê ye. Pêkanîna mafê diyar yê çarenûsa Kurdan bikarin avaniyeke netewî û demokratîk li ser bingehê vîna siyasî netewî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê. Emê bi piştgiriya xebat û nerazîbûnên li seranserî neteweyên li Îranê yên li dijî Komara Îslamî ya di vê qonaxê de. Her çiqas avakirina veguherînek demokratîk û berfireh were parastin jî, bingeha her hevkarî û tifaqek bi partiyên din re wê naskirina mafên neteweyî yên neteweyan, qebûlkirina demokrasiyê û redkirina her cûre dîktatoriyê be.
Em baweriya xwe bi parastina jîngehê û edaleta civakî, wekheviya mafên jin û mêran, xurtkirina hilbijartinên azad, mîsogerkirina mafên bingehîn ên hemû civakên etnîkî û olî yên li Kurdistanê û avakirina sîstemeke rêveberiya demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê tînin, da ku ew welat ewle bibe; em vê yekê wekî erkê xwe dibînin. Em bawer dikin ku yekîtiya siyasî, lihevkirina partiyên siyasî û têkoşîna wan a hevbeş şerteke ji bo xurtkirina pozîsyona Kurdan di hevkêşeyên siyasî yên her tim diguherin ên Îranê de. Ji ber vê yekê, em amade ne ku bi hemû partiyên siyasî yên li derveyî hevpeymaniya xwe re hevkariyê bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN











