Berevajî kirina Rastîyê
(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 314(11)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran EmînAwe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
** Di 20'ê Îlola 1949'an, yanî salek piştî gihîştina Barzaniyan bo Uzbekistanê û niştecihbûna wan, di nameyekê de ji Balyozxaneya Brîtanyayê li Bexdayê bo Balyozxaneya Brîtanyayê li Tehranê, behsa damezrandina 'Hikumeta Azadiya Kurdistanê' ji aliyê Barzanîve li Azerbaycanê hatiye kirin û paytexta wê jî bajarê Tîflîs (Tbilisi) paytexta Gurcistanê bû.
Balyozxaneya Brîtanyayê,
Bexda, 20'ê Îlola 1949'an,
Hejmara 185 /44/49,
Nepenî.
Balyozê delal
Wezareta Karên Derve agahdarî me kiriye ku li gorî raporekê, Mela Mistefa hukûmetek li Azerbaycanê damezirandiye û navê wê kiriye "Hukûmeta Azadiya Kurdistanê". Rapor dom dike û dibêje Mela Mistefa bajarê Tîflîsê kiriye paytextê hukûmeta xwe û Rûs li wir meşqê didin pênc hezar siwarên. [hejmara hemû Kurdên Iraq u Iranê livêderê nedegehîşt 600 kesan u hemû jî piya bûn.H.Q] Di nêzîk de Mela Mistefa nûçeya damezirandina hukûmeta serbixwe radigihîne û Alêk jî ji bo wê hukûmetê hildibijêre, lê heta niha şêweya wê alê nehatine diyarkirin. tNûçeyek temam li ser vê mijarê tune ye û em nizanin gelo ew rapor bingehek heye yan na, bextewer dibin ku nûçeyek bigihîje me ku piştgiriyê bide wê raporê yan jî wî derew derxîne. Em pirsyarek li ser vê babetê şandine ji bo Wezareta Karên Derve ya hukûmeta Iraqê.Kopiyek vê nameyê jî dişînin beşa Rojhilatê Wezareta Karên Derve û ji bo Kirûkê.Her tim dilsozê we.
Balyoz
(Ji bo Balyozxaneya Brîtanî li Tehranê).
[Kemal Mezeher, r. 349]**
Êvara 9ê Îlolê Barzanî û hêzên wî digihîjin Taşkentê, li istgaya Cerçik Sitroy wan piya dikin. [Zirar Silêman 166–167]
Di raporekê ya S. Kruglov ji Stalin re di 10ê Sibata 1949an de behsa xwesteka Barzanî ji bo avakirina mîrekayetîyeka Kurd, pêşniyara damezrandina hukumeta otonom a Kurdistanê li bakurê Naxçivanê, zanîna mudeta mayîna xwe li Sovyetê û 'bi temamî negirtina sto tu berpirsiyariyek' hatiye kirin [N. F. Bogay 183]
Stalin Osman Yusupov [sekreterê partiya komonîst a Uzbekistanê] dike berpirsê amadekirina yekîneyên leşkerî yên Kurd li Uzbekistanê ji bo operasyonên dahatû yên xwe li Tirkiye û Îranê. [Bogay. r.36] Barzaniyan heta dawiya sala 1949an li kamp û dibistanên leşkerî yên Uzbekistanê bi rahênanê mijûl bûn. Tevî vê yekê jî Barzaniyan ji rewşa xwe razî nebûn û Mela Mistefa jî di hevdîtina xwe ya dawiya sala 1948an de, bi Osman Yusupov re nerazîbûna xwe ji rewşa hêzên xwe dide nîşan dan, daxwaza hevdîtinê bi Stalin re, şandina 5 efserên xwe ji bo xwendinê li medreseya partiyê ya Taşkentê û xwendina pêşmergeyên xwe di warên cûda yên leşkerî wek firokevanî, tank û hwd dike. Di dawiya hevdîtinê de jî dibêje heke destûra seferê bo Moskowê nedin wî, ew ê xwe bikuje. [Bogay r. 36]
Li gor agahiyan, mesrefa ragirtin û perwerde kirina hêzên Mistefa Barzanî di sala 1949an de bi giştî 6,662,467 Rûbil bû. Ev mijar ji aliyê Wezareta Karûbarên Navxwe ya Yekîtiya Sovyetê û saziyên pêwendîdar ên din ve bi hûrgulî hatiye lêkolîn. 'Wezareta Karûbarên Navxwe ya Yekîtiya Sovyetê bi berçavgirtina wê yekê ku, berdewamkirina ragirtina yekîneyên Kurd ên Mistefa Barzanî di vê rewşê de dibe ku bibe sedema reftarên nexwestî ji aliyê wan ve, pêşniyara helandin û belavkirina van desteyan dike bi komên biçûk li gundên Uzbekistanê û pêşîgirtin ji her cure pêwendiya wan bi wan Kurdên ku ji aliyê Qefqasê ve di nîvê duyemîn a salên 1930an - ji Mijdarê heta Kanûnê 1944an de bo Uzbekistanê hatine dûrxistin. Desthilatdariya xwecihî neçar dibe ku Kurdan di sektora çandiniyê û pîşesaziya komarê [ya Uzbekistanê] de bi cih bike. Çavdêriya îdarî ya li ser Kurdan bi temamî tê spartin avahiyên Wezareta Karûbarên Navxwe ya Uzbekistanê. Ev kar bi Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst a Uzbekistanê (bi serokatiya Osman Yusupov) re hatibû koordîne kirin, herwiha razîbûna serokê Encumena Komisarên Gel a Yekîtiya Sovyetê, Vyacheslav Molotov jî hatiye wergirtin.' [Bogay. r. 37]
***
Di têkiliya sedema guhastina Kurdên Başûrê Kurdistanê ji Azerbaycanê bo Uzbekistanê di nav Îraniyan de wek Cihanşahlo û Şemîde yan Kurdan wek Zirar Silêman, Mesûd Barzanî û Qadir Mehmûdzade babet tenê di astê gutegut û bihîstinê de û heta astekî nizim wek 'Axaftina tund a Barzanî bi Atakşîyov an Bagirov re ye, herwusa sîxuriya çend Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tê xwarê û sedema sereke ya dayîna penaberiyê bi Barzanî û hêzên wî, amadekarîya leşkerî ya efser û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê li Bakû û Taşkentê, nakokiya planên dirêjmayî yên Moskow û Bakûyê ji bo bandora wan li bûyerên Rojhilata Navîn û bi taybetî Iraq û Azerbaycana Îranê bi sûdwergirtin ji şervanên dilêr û bi tecribe yên Kurd, herwiha nerazîbûna Tehranê ji hebûna wan li Azerbaycanê û zextên berdewam ên wan li Yekîtiya Sovyetê tê jibîrkirin.
Zirar Silêman Beg Dergelelî wek yek ji wan kesan ên ku ji nêz ve agahdarê bûyeran bû, guhastina Barzanî û hêzên wî bo Uzbekistanê wek 'encama pevçûna karbidestên Azerbaycanê û Mela Mistefa' dizane û dinivîse:
'Wek ku diyar bû piştî serneketina encumena destnîşankirî ji bo Kurdan [civîna Çileya 1948an], nakokî ket navbera karbidestên Azerbaycanê û Mela Mistefa, nakokiyek ku gihîşt wê astê ku Mela Mistefa bi tundî bi wezîrê karûbarên navxwe yê Azerbaycanê jeneral (Atakişîov) re axivî, ew qêrîn û lalûtiya navbera wan gihîşt wê astê ku rewiş aloz bibe. Roj bi roj sarî û nexweşî zêde dibû di navbera Barzanî û karbidestên Azerbaycanê de, ew nakokiya navbera wan ziyan gihand rêça Kurd û ber bi paş ve paşde da.' [Zirar Silêman 163-164]
Mesûd Barzanî jî sedema şandina Barzaniyan vedigere ser çîroka gengeşiya tund a Barzanî û Bagirov, fizîkîbûna nijadî ya Bagirov ku goya:'Dixwest bi sepandina desthilatdariya xwe li ser serokatiya Kurdî, wisa bike ku here bin fermanê wê serokatiya Azerbaycanê, ku ew jî heman nexweşiya Kurdî bi ser hatibû. Dixwest heman şêwazê bi kar bîne ku bi Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê re bi kar anîbû, lê Barzanî neçû bin zexta Bagirov û bi tundî berpêrçî da bi awayekî ku riq û hêrsa Bagirov joş da û evê wek derbaskirina desthilatdariya xwe dît'. [Barzanî. Cilda 1. r. 235]
didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
21 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
14 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
7 sibatê
Berevajî kirina Rastîyê
31 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
24 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
17 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
13 Çileyê
Berevajî kirina Rastîyê
3 Çileyê







