Li Rojava têkoşîna jiyana hevpar
Sêşem 6 Cotmeh 2026 - 16:30

- Çîroka jinên Rojava ne tenê çîroka berxwedanê ye; çîroka avakirina jiyanê ye. Loma têkoşîna Rojava ne tenê parastina axekê ye; ew lêgerîna jiyanekê ye. Jiyaneke ku mirov tê de bi rûmet, bi dad, bi bawerî û bi azadî li kêleka hev bijîn…
Ez ne nivîskar im. Li ser bergê tu pirtûkê navê min nehatiye nivîsandin. Gotinên min ne ji nav pirtûkan, ji nav jiyanê hatine; ji wan êşên ku min bi çavên xwe dîtin, ji wan çavên ku li rê man, ji dengê wan jinan ku bi salan kesî guh nedaye wan.
Berî her tiştî, ez dayik im. Dayikbûn ne tenê ew e ku tu zarokekî bînî dinyayê. Carinan dayikbûn ew e ku êşa zarokekî ku te qet nedîtiye, bikeve dilê te. Ku dayikek li gundekî dûr digirî û germahiya hêsirên wê di ser rûyê te re dadikeve; ku zarokek di şeveke tarî de ji dengê teqînan dilerize û li vî serê cîhanê xew ji çavên te direve.
Ez jin im. Jineke ji vê axa ku stranên dayikan û nalîna wan bi hev re bihîstine. Li ser vê axê dapîrên me li ber tenûrê nan pijand, li ser dergûşan lorî gotin, şîna miriyên xwe girt, keda xwe da zeviyan û her carê ku jiyan hilweşiya, wan ew kevir bi kevir ji nû ve ava kir.
Dilê min bi henaseya dayikekê ji bo aştiyê lê dide. Lê aştiya ku ez behsa wê dikim, ne ew e ku navê wê tenê li ser pelekî tê nivîsandin; ne ew bêdengiya kurt e ku çek demekê bêdeng dibin û paşê her tişt vedigere cihê xwe yê berê. Aştî ew e ku jin bê tirs biaxive; ku zarok bi zimanê dayika xwe lorî bibihîze û bi wî zimanî xewnan bibîne; ku kes ji ber baweriya xwe neyê biçûkxistin û tu kes ji ber nasnameya xwe serê xwe netewîne.
Loma, dema ez li Rojava dinêrim, ez tenê perçeyek ax nabînim di navbera çend xêzên sînoran de. Ez dayikan dibînim. Ez jinan dibînim ku bi her du destên xwe kevir ji nav wêraniyê hildan û dîwar ji nû ve bilind kirin. Zarokên ku di bin siya şer de jî pirtûkên xwe hembêz dikin û diçin dibistanê… Û cîranên ku bi hemû birînên xwe ve hê jî derê xwe li hev nagirin…
Têkoşîna ku li Rojava ji nav gel şîn bûye, ne tenê li dijî zordestiyê ye; hewldaneke ji bo hûnandina jiyanê ya ji nû ve ye. Jiyaneke ku jin tê de li qeraxê nemîne, gel ji hev neyên dûrxistin, bawerî nebin şûrên li ser stûyên hev û tu kes ji ber nasnameya xwe bêdeng neyê hiştin.
Di vê jiyana nû de azadiya jinê bû wek stûna navenda malê; ku ew bikeve, ban jî dikeve. Jina ku bi sedsalan deng jê hatibû birîn, keda wê nedihat dîtin û biryara wê di destê kesên din de bû, hêdî hêdî rabû ser xwe. Êdî ew ne li ber derî li benda biryarên kesên din e. Ew bi xwe diaxive, dixwaze, biryarê dide, rê nîşan dide û bi destên xwe jiyana xwe ava dike.
Heta ku jin di zincîran de be, tu mal azad nabe; heta ku jin bêdeng be, civak nikare bi dengê xwe biaxive. Li vir jin ne wek tiştekî ku divê tenê bê parastin, lê wek xwediya hêz, hiş, biryar û daxwaza xwe tê dîtin.
Bawerî jî di vê jiyanê de ne dîwarek e ku mirovan ji hev qut dike; dikare bibe pireke ku wan digihîne hev. Dad, dilovanî, wekhevî û rûmeta mirov ew nirx in ku divê ne tenê li ser zimanan, di nav jiyana rojane de jî bijîn.
Li Rojava jin ne tenê di rojên şer de xuya bû. Ew li malê, li dibistanê, di civînan de, li zeviyê û di rêveberiya civakê de jî hebû. Carinan çek girt, carinan pênûs. Carinan li ber tenûrê nan peht, carinan li dibistanê tîp nîşanî zarokan dan. Carinan li ber derî li benda yên xwe ma, carinan di civînê de rabû ser piyan û gotina xwe bi dengekî bilind got.
Loma çîroka jinên Rojava ne tenê çîroka berxwedanê ye; çîroka avakirina jiyanê ye. Dema tariya DAIŞ'ê li ser gund û bajaran belav dibû, jinan nîşan da ku tirs nikare her tiştî bişikîne. Wan ne tenê erd parast; rûmeta xwe, jiyana xwe û mafê hebûna xwe jî parast. Dengê wan ji sînorên Rojava derbas bû, gihîşt gelek welatan û li wan deran bû nîşana jina ku serê xwe natewîne.
Lê şer bi bêdengbûna çekan naqede. Şer dikare bajarekî di şevekê de wêran bike; lê avakirina civakê karê salan e, karê her rojê ye. Divê mirov dîsa baweriya xwe bi hev bînin; jin û mêr li ser bingeha wekheviyê li kêleka hev bijîn; gel hevdu wek metirsî nebînin; xwediyên baweriyên cuda di bin heman esmanî de bê tirs biperizin û cejnên xwe pîroz bikin.
Jiyana hevpar li wir dest pê dike ku mirov nasnameya xwe diparêze, lê ya yê din tune nake.
AZADIYA WELAT / FÎGEN KELEŞ







