Li Bakurê Kurdistanê mîmariya şer

Çarşem 30 Îlon 2026 - 16:00

  • Gavên ku di pêvajoyên aştiyê de divê hikumet biavêjin bi qasî siyasî di mijarên civakî de jî pêwîstî ye. Rawestandina çêkirina qereqol, kalekol û baregehên nû û diyarkirin dema valakirina avaniyên heyî.

 

Ji ber ku hikumet pêvajoya li ser avêtina gavên piştî qebûlkirina qanûna çarçoveyê giran û hêdî dimeşîne, fikarên Kurdan ên li ser avakirina atmosfereke aştiyê bi dawî nabin. Her çend bicihkirina pêvajoyê li ser zemîneke hiqûqî ji aliyê rêveçûnê ve weke pêşketineke erênî bê dîtin, li çiya, deşt, newal û zozanên Bakurê Kurdistanê hîn jî mîmariya dema şer heye. Qereqolên li ser giran, bendavên li ser çeman, qedexeya li çêrgehan dewam dike. Ji bo Kurdan aştî weke ku bi guhertina vê nexşeyê re wê destpê bike.

Piştî ku gerîla bi banga Rêber Apo ya Newroza 2013'an vekişiyan derveyî sînor, dewletê çiya bi qereqol û kalekolan dagirt. Li gorî bersiveke Wezareta Parastinê ya Mîllî ku da pêşnûme pirsekê, di destpêka sala 2013'an de çêkirina 78 qereqolên jendermeyan destpê kiribû. Li gorî raporên Komîsyona Şopandinê ya Vekişînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Colemêrgê bi destê TOKÎ îhaleya 189 qereqool û kalekolan hate kirin, li Dersimê ji 52 baregehên leşkerî çêkirina 22 ji wan destpê kir. Her wiha ji bo "rêya ewlekariyê" ya ji 820 kîlometreyî jî protokol hate îmzekirin. Dema ku axaftin li ser aştiyê dihate kirin, beton dihate rijandin.

Berdêla wê ji roja destpêkê ve giran bû. Di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Kayacik ê Licê gule li xwepêşandana li dijî çêkirina qereqolê hate reşandin û di encamê de Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn.

Rapora şopandinê ya ÎHD'ê destnîşan kiribû ku di sala destpêkê ya pêvajoyê de li Şirnexê 11 "bendavên ewlekariyê", li ser Geliyê Mûnzûrê yê Dersimê 4 bendav, li Sêrtê li ser Çemê Botanê bendavek hate çêkirin. Hinceta fermî ji bo bendavên li van bajaran; enerjî û avdan hate nîşandan. Lê belê ji ber ku karê çêkirina van bendavan li seranserê sînorê Iraqê tam di destpêkirina vê pêvajoyê de zêde bû, fikar li ser zêde bûn ku ev bendav ne razemeniyek ji bo enerjiyê bi tenê ye.

Qanûna Herêmên Ewlekariyê û Herêmên Qedexeya Leşkerî ya bi hejmara 2565'an destûrê dide ku li dora tesîsên stratejîk "herêma ewlekariyê ya taybet" bê avakirin. Ev biryar jî ji aliyê Serokkomar ve tê dayin. Xala 24'an a rêvebernameyê serbest dike ku xwediyên milk ên li van herêman û şêniyên herêman lê bimînin, karê çandiniyê bikin û pîşeyê xwe dewam bikin. Lê belê rastiya ku li Kurdistanê derdikeve holê berevajî vê ye. Rejîmeke qedexe ya pratîkî heye ku bi kontrola nasnameyê, destûrê û korîdorên teng tê birêvebirin. Serbestiya ku hiqûq nas dike ji aliyê kêfiyeta îdarî ve tê betalkirin.

Yek, hincet ji holê radibe. Van herêman xwe dispartin gengaziya şer; bi tespîtkirin û piştrastkirina danîna çekê û pêvajoya fesixkirinê re ev dibetî jî ji holê radibe. Ya duyemîn, qedexe mafê xwediyê milk, debar û liv û tevgerê asteng dike. Ya sêyemîn, dewamkirina qedexeyê bi navê "ewlekariyê" tê wê wateyê ku gel ji destketiya herî şênber a aştiyê bêpar bê hiştin. Ya çaremîn, mercê destpêkê yê demokrasiya xwecihî ew e ku gel li ser erdnîgariya xwe xwedî biryar be. Yanî li cografyayeke ku bi mekanîzmaya destûrê ya leşkerî ve hatiye girêdan mirov nikare qala rêveberiya demokratîk bikin.

Gavên ku di pêvajoyên aştiyê de divê hikumet biavêjin bi qasî siyasî di mijarên civakî de jî pêwîstî ye. Rawestandina çêkirina qereqol, kalekol û baregehên nû û diyarkirin dema valakirina avaniyên heyî. Her wiha divê bendavên ewlekariyê jî di nav de hemû bendav û projeyên HES'ê careke din bi pêvajoyên ÇED'ê yên bi beşdariya gel jinûve bê nirxandin.

Gundê di bin siya kalekolê de, çemê bi bendavê hatiye çkiandin, zozana bi qedexeyê hatiye girtin nîşaneya dûrbûna pêvajoyê ji rastiya li qadê ye. Gelê Kurd dixwaze bêdengbûna çekan bi rakirina wesayitê temam bike.

 ANF/RUSTEM SÎNCER/NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.