Tifaq li ser çarenûsa siyasî ya Kurdan e
Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:50

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Saziya Xebat a Kurdistana Îranê û Komala Zehmetkêşên Kurdistanê di 22’yê Sibatê de ragihandin ku ‘Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê’ ava kirine. Ev 5 partî bi civînekî çapemeniyê xet û bingeha têkoşîna xwe ya hevpar aşkera kirin. Ev gav ji aliyê Kurdan ve wekî gavekî erênî hat pêşwazîkirin. Nûnerên partiyên ku tifaq ava kirine, mijara tifaqê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya PJAK'ê Ebrahîm Elîpoûr destnîşan kir ku tifaq, tifaqek dîrokî ye. Elîpûr diyar kir ku ev yekitî ne tenê Kurdên Rojhilat, wê bandorê li hemû gelên Îranê jî bike û got:"Rejîma Îranê niha hem fîzîkî, hem ji aliyê pergalê û hem jî aborî ve bi hilweşînekî mezin re rû bi rû ye. Di vê çarçoveyê de pirsa 'Alternatîfa vê rejîmê çi ye?' derdikeve pêş. Bersiva vê pirsê pir girîng e. Em ê weke Kurd bi dengekî yekgirtî û bi siyasetekî hevpar li Îranê dest bi xebatê bikin. Bi vê tifaqê re wê nexşerêyek were xêzkirin ku hem siyaseta Îranê û hem jî mafên me esas bigire. Ev gav wê rê li ber partiyên din ên demokratîk ên li Îranê jî vebike. Ev wekî mînakekê ye û wêneyekî pir bi wate hate dayîn. Em hemû bi vê peymanê kêfxweş û bi hêvî ne."
Ji bo statuya Kurdan firsendek e
Nûnerê Têkiliyên Derve yê PAK'ê Şemal Pîran diyar kir ku di mercên îro de, bi taybetî li Rojhilat ji bo azadiya Kurdan derfetên mezin derketine holê. Pîran destnîşan kir ku ev tifaq dikare bandorekî mezin li ser pirsgirêka Kurd bike û got:"Ev 5 aliyên ku tifaq çêkirine, hêzên sereke ên Rojhilat in û li ser rêgeza 'mafê diyarkirina çarenûsa siyasî' ya neteweya me li hev kirine. Bêguman ev hevkarî ne tenê Kurdan li hemberî Îranê xurt dike, di heman demê de temînata neketina nav şerê navxweyî û birakujiyê ye. Herwiha fersendek e ku Kurdên Rojhilat di qada navneteweyî de statuya xwe ya siyasî û dîplomatîk xurt bikin. Ev yekem car e ku partiyên Rojhilat bi dirûşma 'mafê diyarkirina çarenûsa siyasî' bi vî rengî tifaqek berfireh ava dikin."
Gaveke pir girîng e
Serokê Têkiliyên Derve yê PDK-Î’yê Hîwa Bahramî anî ziman ku ev gav di dema guhertinên mezin ên li Rojhilat, Îran û herêmê de hatiye avêtin û got:"Wek gelê Kurd, hebûna nûneriyekî siyasî ya hevpar di asta neteweyî û navneteweyî de pir girîng e. Li Îranê geşedanek rû bide, em ê hewceyî piştgiriya navneteweyî bin. Ji bo em vê piştgiriya navneteweyî bi dest bixin, pêwîst e ku em wek eniyekî Kurdistanê bi hev re dîplomasiyê bi rêve bibin. Divê ji bo Rojhilatê Kurdistanê dîplomasiyekê di asta bilind de were bi rêve birin. Ev gav dîrokî ye. Ez hêvî dikim em wek PDK-Î û her çar partiyên din, di demekê nêz de ji bo doza Kurd li Rojhilat gavên şênber bavêjin."
MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ














