KNK ji bo demek nû xwe amade dike

Nûçeyên Dîaspora

În 12 Hezîran 2026 - 18:45

  • Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad da zanîn KNK ji bo demek nû xwe amade dike û wiha got:“ Ji bo yekîtiya neteweyî şert û merc îro ji her demê zêdetir amade ne.“

 

ERKAN GULBAHÇE/BRUKSEL

Civîna Giştî ya 24’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 6 û 7’ê Hezîranê de li bajarê Venlo yê Hollandayê bi dirûşma “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” hate lidarxistin. Di vê civîna du rojî de zêdetirî 300 delege ji her çar aliyên Kurdistanê, diasporayê û welatên cuda beşdar bûn. Gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin. Di nav wan de yekîtiya neteweyî ya Kurdan, amadekariyên Kongreya Neteweyî, rewşa zimanê Kurdî û xebatên dîplomatîk ên navneteweyî cih girtin.

Di civînê de her wiha biryara dîrokî ya serlêdana statûya çavdêr li Neteweyên Yekbûyî ji bo gelê Kurd jî bi yekdengî hate pejirandin. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li ser encamên civînê, xebatên yekîtiya neteweyî û armancên demek nû nirxandin kir.

 

Pêşketinên her aliyan hatin nirxandin

Di danişînên destpêkê de rewşa siyasî ya her çar aliyên Kurdistanê bi berfirehî hate nîqaşkirin. Nûnerên partiyan, saziyên civakî, dezgehên olî, kesayetên serbixwe û nûnerên beşên cuda yên civakê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Zeyneb Murad da zanîn ku li ser pêşketinên her çar aliyên Kurdistanê û metirsiyên ku gel bi wan re rû bi rû ye hat rawestandin û wiha got:”Di heman demê de hate nîqaşkirin ku em ê çawa helwesteke hevpar pêş bixin, destkeftiyên xwe biparêzin û wan pêş de bibin. Nêrînên ku derketin holê ji bo avakirina siyasetek saxlem û girtina biryarên hevpar di dema bê de bingehên girîng ava kir.”

Parastina zimanê Kurdî ya stratejîk

 Zeyneb Murad li ser mijara zimanê Kurdî jî wiha got:”Yek ji mijarên ku gelek bal kişand, zimanê Kurdî bû. Xebatên Komîsyona Ziman a KNK’ê hatin nirxandin û hate xwestin ku di dema bê de xebatên berfirehtir û rêxistinkirîtir werin meşandin. Mixabin îro ji bilî Başûrê Kurdistanê, li sê parçeyên din perwerdehiya fermî bi Kurdî nayê meşandin. Ev rewş ji bo zimanê me metirsiyên cidî diafirîne. Lê mijar tenê bi Kurdistanê ve sînordar nîne. Pirsgirêkên ku gelê me li Ewropa û diasporayê di warê parastina ziman de dijîn jî hatin nîqaşkirin. Parastina Kurdî tenê erkeke çandî nîne, di heman demê de ji bo parastina nasnameya neteweyî û bîra civakî jî girîngiya wê ya jiyanî heye. Ji ber vê yekê li ser pêdiviya xebatên berfirehtir û bi rêxistinên xurtkirî hate lihevkirin.”

 

KNK ji bo demek nû xwe amade dike

Zeyneb Murad bal bir ser amadekariyên KNK’ê û wiha got:“Di civînê de modela xebata KNK’ê ya dema bê jî hate nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku ezmûna 27 salî ya KNK’ê divê li gorî şert û mercên nû were xurtkirin û nûjenkirin. Îro em di nav demekê de ne ku hem metirsiyên mezin û hem jî derfetên girîng hene. Ji ber vê yekê em hewce ne ku ji dema berê çalak, berfirehtir û bi bandortir bixebitin. Di civînê de li ser vê yekê hate nîqaşkirin ku KNK çawa dikare xwe nûjen bike û çawa dikare xebatên xwe berfirehtir bike.”

Ev ji bo KNK’ê qezenceke girîng e

Zeyneb Murad her wiha diyar kir ku ji bo pêşxistina xebatên Kongreya Neteweyî mekanîzmayeke nû ya amadekariyê hate avakirin û got“Ev avahî tenê ji bo amadekariyên teknîkî nabe. Armanca wê ew e ku di navbera partiyan, saziyan, kesayetan, jinan û ciwanan de li her çar parçeyan koordînasyoneke xurt ava bike. Li civînê ciwan û nûnerên nifşê nû gelek bal kişandin. Me dît ku nifşekî nû yê ciwan amade ye ku hem di asta neteweyî û hem jî di ya navneteweyî de berpirsiyariyê bigire. Ev ji bo KNK’ê qezenceke girîng e.”

Kongreya Neteweyî ber bi pêş ve diçin

Yek ji mijarên sereke yên civînê yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî bû. Li gorî Zeynep Murad, gelek astengên ku berê li pêşiya yekîtiyê hebûn, îro hêza xwe ya berê winda kirine.

Zeyneb Murad wiha dewam kir:““Berê astengên li pêşiya yekîtiya neteweyî pir mezintir bûn. Siyasetên dewletên ku Kurdistan parve kirine û bandora wan li ser aliyên siyasî yên Kurd yekîtî dijwartir dikir. Lê îro balansên herêmî diguherin. Şert û mercên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ji yên berê cuda ne. Herêm di nav pêvajoyeke nû de ye û ev ji bo Kurdan derfetên nû diafirîne.”

Zeyneb Murad diyar kir ku pêşketinên demên dawî bingeha hevpar xurt kirine û bi taybetî bal kişand ser Konferansa Yekîtiya Kurdan a li Rojava û hevkariya şeş partiyên Rojhilatê Kurdistanê û wiha pê de çû:“Tecrubeya ku li Rojhilatê Kurdistanê derket holê mînakeke girîng e. Ev pêşketin nîşan dide ku dema şert û merc amade bibin, hêzên siyasî yên Kurd dikarin bi hev re tevbigerin. Ev dikare ji bo avakirina zemîneke berfirehtir a yekîtiya neteweyî jî alîkar be.”

Li gorî Zeyneb Murad, şert û mercên civandina Kongreya Neteweyî îro ji her demê zêdetir amade ne.

Zeyneb Murad wiha dewam kir:“Tevî ku hemû asteng nehatine rakirin, lê şert û merc îro ji yên berê gelek baştir in. Şertên siyasî yên pêwîst ji bo civandina Kongreya Neteweyî her roj zêdetir dipêjin.”

Gava dîrokî ya ji bo statûya çavdêriyê

Yek ji biryarên ku di Civîna Giştî ya 24’emîn a KNK’ê de herî zêde bal kişand, biryara serlêdana statûya çavdêriyê li Neteweyên Yekbûyî ji bo gelê Kurd bû. Piştî nîqaşên du rojan, ev pêşniyar bi yekdengî hate pejirandin.

Zeyneb Murad diyar kir ku ev gav ne encama biryareke demkurt e, lê encama xebateke dirêj a Komîsyona Dîplomasiyê ya KNK’ê ye û wiha got:“Ev xebat ji salekê zêdetir e ku tê meşandin. Di vê pêvajoyê de semîner, civînên gelêrî û hevdîtinên bi pisporan re hatin lidarxistin. Aliyên siyasî û qanûnî yên vê projeyê hatin nirxandin û nêrînên gelek kes û sazî hatin standin. Em li ser gelekî ku nêzîkî 60 milyon kesan têkildar e diaxivin. Tevî vê yekê, Kurd di yek ji girîngtirîn saziyên navneteweyî de temsîliyeta xwe tune. Dema ku mijarên Kurdan li Neteweyên Yekbûyî tên nîqaşkirin, dewlet diaxivin, lê Kurd nikarin bi navê xwe biaxivin. Ji ber vê yekê temsîliyeta rasterast a gelê Kurd êdî ne tenê pêdiviyek, lê hewcedariyek girîng e. Piştî nirxandinên ku di civîna giştî de hatin kirin, ev pêşniyar bi yekdengî hate pejirandin. Di demek nêz de dê nameyek fermî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re were şandin û xebatên dîplomatîk bi baldarî werin meşandin.”

Demek nû ya di xebatên dîplomasiyê de

Di civînê de herwiha biryar hat girtin ku xebatên dîplomasiyê werin berfirehkirin. Zeyneb Murad got ku yekîtiya neteweyî û dîplomasiya navneteweyî du qadên ku hev temam dikin in û wiha got:“Gelek pirsgirêkên ku Kurd îro bi wan re rû bi rû ne tenê herêmî nînin. Gelek ji wan aliyekî navneteweyî jî hene. Ji ber vê yekê nikare yekîtiya neteweyî ji xebatên dîplomasiyê were veqetandin. Ev her du qad ji bo me girîng in û divê bi hev re bên meşandin.”

Zeyneb Murad bal kişand ser nûnertiya KNK’ê ya ku li Washingtonê hate avakirin û got ku ev gav ji bo dîplomasiya Kurdan girîng e.

Zeyneb Murad wiha got“Nûnertiya me ya Washingtonê tenê navendeke dîplomasiyê nîne. Wê di heman demê de ji bo ku mafên gelê Kurd û pirsgirêka Kurdan li ser asta navneteweyî zêdetir were naskirin û bê bihîstin bixebite. Armanca me ew e ku em li Emerîkayê xebateke berfirehtir û bi bandortir pêk bîne.”

Zeyneb Murad her wiha diyar kir ku KNK dixwaze xebatên xwe yên dîplomasiyê li Ewropa, Rojhilata Navîn, Kafkasyayê, Hindistanê û herêmên din ên cîhanê jî berfireh bike.

Rewşa Başûrê Kurdistanê hat nîqaşkirin

Yek ji mijarên ku di civînê de hate nirxandin rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê bû. Derengmayîna çalakbûna parlamentoyê û avanekirina hikûmetê ya di nav mijarên ku bal kişandin de bû.

Zeyneb Murad li ser vê mijarê wiha axivî:“Îro divê statûya Başûrê Kurdistanê were parastin û xurtkirin. Lawazbûna vê statûyê tenê bandorê li ser Başûrê Kurdistanê nake, lê dikare hemû gelê Kurd jî bandor bike. Ji ber vê yekê me biryar da ku ji bo serokên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, di nav de Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî jî, name werin şandin. Di van nameyan de em ê bang li çalakkirina parlamentoyê û avakirina rêveberoyek nû bikin. Xurtbûna saziyên Başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo aramiya herêmê girîng e, di heman demê de ji bo pêşketina yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî girîng e. Dema ku li parçeyekî pirsgirêk çêdibin, ev rewş li ser aliyên din jî bandorê dike. Ji ber vê yekê divê ev pirsgirêk bi diyalog û iradeya hevpar bên çareserkirin.”

Temsîliyeta berfirehtir, xebata hevpar

Zeyneb Murad diyar kir ku KNK dê di demek pêş de ne tenê di qada dîplomasiyê de, lê di warê ziman, çand, hişmendiya neteweyî û yekîtiya neteweyî de jî xebatên xwe xurtir bike.

Zeyneb Murad bîranî ku di civînê de nûnerên Elewiyan, Êzidiyan, Kurdên Feylî, Yarsaî, Kakayiyan û komên cuda yên bawerî û civakî jî amade bûn û wiha dewam kir:“Yekîtiya neteweyî tenê pirsgirêka partiyekê an saziyekê nîne. Ev pirsgirêka hemû Kurdan e. Ji partiyan heta saziyên civakî, ji rewşenbîran heta ciwanan, divê her kes berpirsiyariya xwe bigire. Em ê xebatên xwe bidomînin da ku biryarên ku di civîna giştî de hatin girtin bibin gavên pratîk. Hêza yekîtiya neteweyî tenê dema ku hemû beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin dikare zêde bibe. Em ê wek KNK’ê  berpirsiyariya xwe bicîh bînin û ji bo pêşxistina yekîtiya neteweyî xebatên xwe bidomînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.