Rojavayê Kurdistanê komplo pûç kir!

Duşem 23 Sibat 2026 - 03:32

Parlamenterê berê yê Kurdistanê û endamê KNK’ê Ebûbekir Helednî di hevpeyvînek taybet a bi ANF’ê re bal kişand ser girîngiya berxwedana li Rojavayê Kurdistanê û ew wekî sedemek sereke ji bo yekîtiya gelê Kurd nirxand. Helednî eşkere kir ku berxwedana gel kariye "ferzkirina plana paqijkirina etnîkî li ser gelê Kurd" têk bibe û li çar beşên Kurdistanê û di nav Kurdên li derveyî welêt de hevgirtinek neteweyî biafirîne, ku ew jî pozîsyona Kurdan xurttir kiriye. 

Ebûbekr Helednî behsa girîngiya rola berxwedana li Rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya gelê Kurd kir û got:"Divê em spasiya Rojavayê Kurdistanê bikin ji bo yekkirina hemû Kurdan li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welêt. Herwiha eşkere bû ku ev pêştevaniya netewî, moral dayîna herî bi hêz bû ji bo xwîşk û birayên me li rojavayê Kurdistanê. Ev kar erkekî netewî, nîştimanî, mirovî û red kirina zordariye ye." Helednî îşaret bi êrîşên dijî Rojavayê Kurdistanê û dorpêça Kobanê ku zedetirî yek mehê berdewame kir û got:"Tiştê ku li Rojava diqewime 'kampanyayek paqijkirina etnîkî û qirkirinê' ye ku nasnameya gelê Kurd dixe bin xeteriya tunekirin û qirkirinê. Berxwedana şervanan û piştgiriya neteweyî bi bandor bû, di encamê ew bandor jî biryar û planên hêzên hegemonik guherî û dilsozî bi Kurdan re di asta navnetewî hat afrandin." Helednî got ku vê carê gel bi xwe bûye xwediyê doza xwe ya neteweyî û bi taybetî li bajar û paytextên cîhanê û Ewropayê derketine qadan û anî ziman ku ev yek bûye sedem statuya Kurdan di rageşiyên siyasî yên pêşeroja Rojhilatê Navîn û heremê de xurt bibe. Helednî destnîşan kir ku divê Rojava bi tenê neyê hiştin û têkoşîn divê li her çar beşê Kurdistanê û derveyî welêt berdewam bike û ev peyam ji Rojava re şand:"Hûn di vê berxwedan û şer de ne bi tenê ne û tevahiya gelê Kurd piştgiriyê dide we. Di seranserê dîrokê de, hemû zordar û dagirkerên Kurdistanê têkçûne, lê gelê Kurd maye û berdewamî li ber xwe dide. Nifşê niha yê Kurdan nifşek welatparêz e û gel erkê xwe bi cih aniye. Gel ji dil dixwaze piştigiriya yekitiya kurd bike, hikumeta heremê jî pêwîste li gor wê daxwazê ji bo piştgiriya yekitiya kurdan kar bike û vesaziyên rastîn û jidil pêk bîne. Hem desthilatdar û hem jî opozîsyon pêwîst e odeyeke operasyonên hevbeş çêbikin da ku bikarin bi hemû pêşketinên ku gefê li gelê me dixwin re têbikoşin."

ANF/EHMED KERKÛKÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.