Kerkûk ji festîvala şanoyê re hazir e

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 19 Cotmeh 2026 - 15:45

  • Li bajarê Kerkûkê bernameya ‘Festîvala 10’emîn a Şanoya Kolanan’ hate eşkerekirin. Festîval wê bi tevlîbûn hemû hunermendên Kurdistanê destpê bike.

 

Di saetên êvarî de li Karkûkê di çarçoveya çalakiya Festîvala 10’emîn a Şanoya Kolanan ku wê 10’ê Mijdara 2026’an destpê bike, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi şanoya Koma Şanoya Hewar destpê kir. Di şanoyê de bal hate kişandin ku şano nabe li nava salonan li kolanan bê lidarxistin. Ji amadekarên festîvalê Nejad Necim têkildarî festîvalê agahî da û got: “Piştî xebat û keda 10 salan a karê xwe emê, bi berdewam di nava kar û xebatên hunerî de bin û civakê fêrî şano û hunerê bikin. Çalakiyên me wê ji salên borî cudatir be.”

Nejad Necim anî ziman ku wê 17 berhem di nava 3 rojan de bê nîşanadan û got: “Wê ji hemû beşên Kurdistan û derveyî welat kom werin. Dîsa wê berhemên hunerjî cara yekem ji Nîjeryayê bên nîşandan.”

Di dawiya çalakiyê de xelatên spasdariyê ji ber ked û hunera wan pêşkêşî çend hunermendî hate kirin. ROJNEWS

***

Li Stenbolê dem dema jinan bû

Komeleya Dema Jinan li Navenda Çandê ya Adem Başturkê ya navçeya Esenelera Stenbolê bi tevlîbûna Hunermend Eylul Nazlier û Navende Çandê ya Mezopotamyayê – Jinê konsera jinan li dar xist. Dayikeên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî tev li konserî bû. Konser bi axaftina Seroka Komeleya Dema Jinan Şukran Demîr dest pê kir. Şukran Demîr diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelemperî şer heye û got: “Li vê erdnigariyê fikirandina aştiyê gelek girîng e. Em wekî jinên Kurd, cihê ku ji bo me girîng jiyandina zimanê Kurdî ye. Em hê di sala 2016an de nikarin bi awayekî azad zimanê xwe biaxivin.”

Dayika Aştiyê Gulîş Yilmaz jî anî ziman ku ew wekî Dayikên Aştiyê herdem di aştiyê de israr dikin û wiha axivî: “Me herdem aştiyê parast û ji bo aştiyê têkoşiyan. Ji niha şûnde jî em ê ji bo tu kes jiyana xwe ji dest nede û nekeve girtîgehan têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî axaftinan Hunermend Eylul Nazlier û Navende Çandê ya Mezopotamyayê – Jin derketin ser dike û stran gotin. Gel jî li ber stranan govend gerandin û konser bi dawî bû. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.