Ew bû pira yekîtiya neteweyî ya Kurd
În 30 Çile 2026 - 04:00

Komîteya Seferberiya Rojava nasnameya şehîdê destpêkê yê seferberiyê ragihand û diyar kir ku Ehmed Omer ê ji Kerkûkê li xeta berxwedanê ya Hesekê şehîd bû. Komîteya Seferberiyê ya Rojava di şexsê şehîdê yekem ê seferberiyê Ehmed Omer de hemû şehîd bi bîr anîn û der barê şehadeta wî de ev daxuyanî da:“Dîroka Kurdistanê careke din bi tîpên zêrîn rûpelên rûmetê bi xwîna lawên xwe yê herî bedew ve nivîsand. Dema ku li Rojavayê Kurdistanê li hemberî rûmeta mirovahiyê û hebûna gelê me êrîşên herî tarî dest pê kirin, ruhê seferberiyê yê neteweyî sînorên li ser nexşeyan hatine xêzkirin, di dilê ciwanên Kurd de hatin parçekirin. Lehengê gelê me, fedaîyê yekîtiya neteweyî Şehîd Ehmed, wekî bersiveke zindî ya vê yekîtiyê, ji xaka Başûrê Kurdistanê, bajarê dîrokî ji Kerkûkê berê xwe da axa pîroz a Rojava. Şehîd Ehmed, tenê çekek hilnegirt; wî bi xwe re ruhê Qendîl, Helebce û Hewlêrê anî Kobanî û Cizîrê. Wî nîşan da ku dema mijar bibe parastina pêşeroja zarokên Kurd, ne sînorên kolonyalîst û ne jî deryayên xwînê nikarin pêşiya vî ruhî bigirin. Şehîd Ehmed bû Pira Zindî Ya Yekîtiya gele Kurdistanê. Wî dilê xwe û çarenûsa xwe bi dilê zarokên Rojava re kir yek. Di her gavê de, di her çeperê de bi vîna "Kurdistan Yek e" tevgerî. Şehadeta wî, ji bo me ne tenê şîn e; banga herî bilind a yekîtiya neteweyî ye. Xwîna wî ya ku li Rojava rijiya, bû morê herî qahîm li binê peymana biratiyê ya nava her çar parçeyên Kurdistanê. Em wek hevrêyên wî û gelê wî, li ber bîranîna Şehîd Ehmed bejna xwe ditewînin. Ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Soza me ji bo wî ew e ku; em ê ala yekîtiyê ya ku wî ji Başûr anî Rojava, li ser lûtkeyên herî azad bilind bikin. Serê malbata wî ya hêja, serê gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hemû gelê me yê welatperwer sax be.” Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yê şehîd de wiha ye:
Ehmed Omer li navçeya Daqûq a bajarê Kerkûkê jidayîk bûye, 27’ê Çileya 2026’an li Hesekê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN








