
- Li hember hevalan pir bi hestiyar bû. Li gel van hemû taybetmendiyên xwe her çiqas bêdeng û di karê xwede cidî be jî xwedî xisletek henekçî jî bû. Te lê dinêrî ji carekê de henekek dikir û hemû heval ji kena zik û pişt diketin.
Heval Çavrê (Suheyla Kirmizitaş) hevaleke ji Geverê bû. Tam weke jineke herêma Colemergê xwedî xisletê Kurdewarî û xwedî taybetmendiyên çiyayî bû. Bi rastî jî bê ku ti Heval Çavrê nas bikî te dikariya cewherê wê yê sade û paqij, di sekin û tevgera wê de bibînî. Bi çand, ziman û axa xwe ve pir girêdayî bû. Ew bi rastî jî xwe li hember kirin û sepandinên pergala kapîtalîzmê parastibû û bi cewhera xwe ya zelal di temenekî ciwan de tevlî tevgera azadiyê bibû.
Heval Çavrê dema tevlî dibe demekê li Botanê dimîne û rûxmê nû tevlîbûye jî bi sekna xwe ya jîr û zîrek li Botanê gerîlatî dike. Sala 2014’an bi destpêkirina şerê Rojava, berê xwe dide Kobanê û bi awayekî çalak tevlî şerê Kobanê dibe. Pir caran birîndar dibe û bi şerkeriya xwe tê nasîn. Piştî demekê vedigere çiya. Vê carê jî bi destpêkirina şerê rêveberiya xweser berê xwe dide Nisêbînê û bi awayekî xurt tevlî xebatên YPS-Jin dibe. Wek tê zanîn berxwedana Nisêbînê weke sendromeke mezin kete nava dîroka Tirkiyê û artêşa Tirk li wê derê li rastî sekneke pir berxwedêr hat. Heval Çavrê yek ji wan hevalan bû ku ev rewş bi dijmin dabû jiyîn. Piştî bi dawîbûna şerê bajêr cardin berê xwe da çiyayên azad û derbasî akademiya Şehîd Bêrîtan dibe. Jixwe piştî perwerdeyê di sala 2017’an de jî derbasî qada Avaşînê bû.
Bû hezkiriya hemû hevalan
Ger mirov li kurtejiyana Heval Çavrê ya di nav rêxistinê de binêre mirov eşkere ferq dike ku hevala Çavrê li ku derê şer dest pêkiriye berê xwe daye wir û bi tevlîbûneke çalak di cîh û demên herî zehmet de erk û berpirsiyarî rakiriye. Bi kurtasî mirov dikare bibêje Hevala Çavrê mîlîtana erkê ye. Ew mîlîtaneke di nav zor û zehmetiyan de mezin bûye û di nav germahiya şerên dijwar de pijiyaye.
Ew piştî derbasî herêma Avaşînê dibe, li herêma Basya-Girê Sor, li Mervanos (Dola Konferansê) û Werxelê dimîne. Heval Çavrê xwedî xisletekî sakîn û mûtewazî bû. Her wiha kesayetek pir xwînsar jî bû. Li hember pirsgirêkên jiyanê û nebesiyên hevalan mîna pisporekê derûniyê nêzîkatî raber dikir û dixwest bê ku heval biêşên pirsgirêkê çareser bike. Mijûlbûna hevalan, bi wan re bûyîna alîkar û derûniya hevalan fêhmkirin û ketina cîhana hevalan ji bo wê wekî hunereke mezin bû. Ji ber van taybetmendiyên Heval Çavrê hemû hevalan dixwestin bikevin tîma wê û li gel Heval Çavrê bimînin. Hevalekî çiqasî pirsgirêkên xwe hebin jî nêzbûna Heval Çavrê li hember wê hevalê ti car cûda dernediket.
Kesayeteke ku gotin têrê nakin
Taybetmendiya wê ya herî berbiçav çanda wê ya guhdarkirinê bû. Kêm diaxivî lê pir guhdar dikir û ji vê yekê qet aciz nedibû. Bi baldarî û meraqek mezin te guhdar dikir û bi axafinên kurt û cewherî di dilê te de hêza watedanê ava dikir. Min bi xwe ti car nedît û nebihîst ku Heval Çavrê rojekê jî ji rêzê ve axiviye an jî peyveke ne di cîh de aniye ziman. Dema diaxivî têr û tijî diaxivî.
Teybetmendiya Heval Çavrê ku lazim e teqez mirov destnîşan bike taybetmendiya wê ya kedkariyê ye. Rûxmê ku birîndar bû û fîzîkî zehmetî dikişand jî te ti caran wê di halekî sekan de nedidît. Bi taybetî di çêkirin û vesazkirina şikefta biryargehê de pir keda Heval Çavrê çêbû. Şev û roj ax diavêt û di kêlekê de jî kar û xebatên rêxistinî dimeşand. Li hember hevalan pir bi baldarî nêz dibû. Dema ku heval ji rêyeke dirêj an jî girekî hatibana heta ku hemû pêdiviyên wan bi cih neaniya aram nedibû. Li hember hevalan pir bi hestiyar bû. Li gel van hemû taybetmendiyên xwe her çiqas bêdeng û di karê xwe de cidî be jî xwedî xisletek henekçî jî bû. Te lê dinêrî ji carekê de henekek dikir û hemû heval ji kena zik û pişt diketin. Me pir caran digot Heval Çavrê tu van henekan ji ku peyda dikî. Dema tu li gel Heval Çavrê ba her tim hestek wiha ava dikir ku bêhna mirov pê fireh dibû. Bi kurtasî bi wê re jiyîn û danûstandin bîranînên pir bi wate li jiyana mirov zêde dikir.
Sekna wê moral dida
Dema operasyon derket Heval Çavrê, girêdayî herêma Mervanos li Dola Konferansê dima. Li Dola Konferansê; şikefta yekîneya xweser û terzîxaneya eyaletê yek bû. Heval Çavrê berpirsa yekîneya terzîxanê bû.
Heval Çavrê, Heval Tolvîn, Heval Delîla û du hevalên xort jî li ser esasê parastinê, li şikefta Dola Konferansê diman. Nobet digirtin û di ereziyê de mayîn bi cîh dikirin. Piştî ku dijmin li girên Şehîd Serdar û Şehîd Dilgêş xwe bi cîh kir, xwe berdan Dola Konferansê jî. Rûxmê ku şikeftek di dolê de û pir piçûk bû jî dijmin nekarî xwe nêzî deriyên tûnelên şer bike. Derdora şikeftê hemû dorpêç kiribûn, li ser şikeftê mewzî çêkirîbûn lê nedikarîn xwe nêzî şkeftê bikin. Bi rastî dijmin kir û nekir nekarî li ser wê şikeftê serweriyek piçûk jî çêbike. Berovajî li vir dijmin wendahî li ser wendahiyan da. Heval ji hundir ve li wan didan û çalakiyên sekvanî li dar dixistin. Heval Çavrê li vir bi mermiya BKC ji lingê xwe sivik bîrîndar bibû. Dema heval li ser destikê bi Heval Çavrê re diaxivîn ecêp diman. Ewqas bi xwînsarî û sakîn diaxivî ku dijmin tehrîk dibû. Herî dawî dijmin ji wir bê encam paşve kişiya. Sekin, berxwedan, hêza lêdana hevalan û pêşengtiya Heval Çavrê hişt ku dijmin neçar bimîne wir berde. Ev rewş ji bo hemû eyaletê bibû sedema moral û kêyfxweşiyê. Ji ber ku gelek wendahiyên dijmin çêbûn û paralelê vê yekê ti zerer negihiştibû hevalan. Hevalan derb li ser derb li dijmin dabûn. Di encamê de dijmin neçar mabû ku wir berde.
Piştî ku dijmin ji Dola Konferansê paş vekişiya Heval Çavrê 25’ê Gulanê li ser vesazîkirina hevalan derbasî biryargehê bû. Piştî berxwedana Kobanê û Nisêbînê, Werxelê ji bo Heval Çavrê ne tiştekî nû an jî erîşeke yekem bû. Ew bi ezmûnên xwe yên zêrîn li tûnelên şer yên Werxelê jî bû mîlîtana erkê û heta henaseya xwe ya dawî wekî jineke Botanî şer kir. Xwînsartiya wê ji baweriya wê ya serkeftinê dihat. Peskirin an jî bes dîtin li cem Heval Çavrê tune bû. Ji bo wê tişta esas hevaltiya PKK'ê bû û heta dawî bi vê rêgezê re girêdayî ma. Her çiqasî çavên me li rêya wê mabe jî Fermandara me Çavrê Kamûran li pey karwanên şehîdan ket û bû sembola jina azad.
Cih û dîroka şehadetê: 5'ê Cotmeha 2021'ê / Avaşîn
ÇAV’RÊ
Di qêrîna bêdengiyê de
Nepeniyek veşartî bû nav çavên te de
Çavên te bi qasî gerdûnê wenda
Çavên te bi qasî stêrkan efsûnî
Tu pirtukekî bê peyv û gotinekî bê olan
Tu rêûresmekî xwedewendan
Tu çandekî ji hemû çandan û wêneyekî bê xwedan
Hemû rêyên di çavên te de
Rêwîtiya ferîştehan dike
Ji ber vê rê li çavên te tê
Rê di çavên te de digihijîn giravê
Ji ber vê çavên te li rê ye Çavrê
Ji ber vê bendewariya hemû hêviyan
Di baweriya te de tên stran
Çavên te di rêya Behra Evînê de
Çavên me jî li rêya te qerimîn Çavrê
Ger asê mabin awirên te di azadiyê de
Bila xwe newestînin koledar
Bila em ji awirên te fêr bibin jiyanê
Bila çavên te li rê nemîne cara dawî
Çavên te bila bibe çiraya rêya me di nav tarîtiyê de
Bila hêz bide, taqet bide gavên me
Da ku em jî zû bigihêjin te…
Rojnivîsa Şehît Jîndar Meyaser
NEWAYA JIN















