Jina îradeya xurt nîşan da: Qedem Xêr

Nûçeyên Jin

Yekşem 23 Tebax 2026 - 17:00

  • Qedem Xêr şêrejineke Feylî ye û yek ji cengawerên jin ên navdar ên Zagrosê ye ku di destpêka sedsala 20’î de bi çek û îradeyek xurt serhildana Feylî birêve bir û heta kêliya dawî ya jiyana xwe teslîmî monarşiyê nebû.

 

Qedem Xêr di sala 1899’an de li Şikefta Kûd ya li Çiyayên Tengavan a li bakurê Endîmişkê li quntarên Çiyayên Zagrosê ji dayik bû. Ew, xwişka yekane ya neh birayan e. Di destpêka jiyana xwe de bi wêrekî û kesayetiya xwe ya berbiçav dihat naskirin.

Di wê demê de, herêmên Feylî bi awayekî nîv-serbixwe ji hêla emîrên Kurd ve dihatin birêvebirin. Ew hîn jî nîvciwan bû. Wê çek û tîrvanî hilda û bi birayên xwe re beşdarî şerên dijwar yên li dijî artêşa Îranê bû. Çiyayên Zagrosê şahidiya wêrekî vê jina cengawer kirin.

Pêşengtiya serhildana Feyliyan kir

Reza Şah Pehlewî di sala 1925’an de hat ser desthilatê. Wî artêşeke hovane bi hinceta reformên eşîrî û jinûve bicihbûnê şand Loristanê da ku desthilatdariya emîran hilweşîne. Di sala 1929’an de êrişeke giran çêbû. Lê şoreşgerên Loristanê di bin fermandariya Mîr Şemred Xan (birayê Qedem Xêr) de bi wêrekî parastin kirin. Di şerekî dijwar de li bilindahiyên Gawazînê, Şamrad Xan, birayekî wê yê din û Sefqulî Xan, hevjînê Qedem Xêr, ji aliyê artêşa Şah ve hatin şehîdkirin.

Şehîdbûna hevjînê wê û du birayên wê di hişê wê de agirê mezin pêxist. Wê teslîmbûn û dîlgirtinê qebûl nekir. Wê cihê birayê xwe Şamrad Xan girt, çekên Kurdîtiyê hilda û ala serhildanê li Çiyayên Zagrosê bilind kir. Wê di demek kurt de hêzek bihêz ya Feyliyan organîze kir da ku Loristanê bike deriyê rizgariya tevahiya Kurdistanê.

Peyama yekitiyê ya ji Başûr re

Nav û dengê Qedem Xêr di şerên Biranû û Xurmadadê de Reza Şah neçar kir ku serî li dîplomasî û xapandinê bide. Reza Şah şandeyek bi diyariyên biha, lêborînek giştî û heta zewacê şand da ku serhildanê bitepisîne. Lê bersiva Qedem Xêr ji bo vê daxwazê tund bû.

Ji aliyekî din ve, Qedem Xêr xwedî vîzyonek neteweyî ya berfireh bû û dixwest tevgera xwe bibe tevahiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê wê nameyek ji Şêx Mehmûd Hefîd re ku li Başûrê Kurdistanê bû, şand û amadebûna xwe diyar kir ku hemû hêz, çek û cebilxaneya xwe (têra şerkirina du salan) bixe bin fermandariya Şêx Mehmûd, da ku gelê xwe azad bike. Lêbelê, ji ber texmînên siyasî yên wê demê û astengiyên derdorê, ev hevpeymaniya dîrokî bê encam ma.

Piştî ku artêşa Îranê dixwest hêza Loristanê têk bibe, Reza Şah ol wekî amûrekê bikar anî. Wî cildek ji Quranê bi mohra xwe şand û sond xwar ku efûyek giştî bide û herêmê jinûve avedan bike. Ev xapandin bû sedem ku gelek şoreşger çekên xwe daynin. Dema ku Qedem Xêr dît ku tenê sed siwar bi wê re mane, ew neçar ma ku van mercan qebûl bike.

ROJNEWS / BERFÎN NÛSRET

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.