
- Di destpêka sedsala 20’î de Encum Yamulkî ya Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd li Tirkiye ava kir, bû yek ji pêşenga têkoşîna jinên Kurd. Jineke bû ku bi derbaskirina sînorên dagirkeran, dengê jinan, rewşenbîrî û tevlîbûna nava civakê kire qada giştî ya têkoşînê.
Esma Xan a ku piştre bi navê Encum Yamulkî tê nasîn sala 1895’an li Taxa Sabûnkeran a Silêmaniyê di nava malbateke siyasî û naskirî ya Kurd de çavê xwe li jiyanê vekiriye. Ew keça Mistefa Paşa Yamulkî ku kesayeteke siyasî û leşkerî yê diyar di nava karê hikûmeta Şêx Mehmûdê Hefûd de Wezîrê Perwerdeyê bû.
Mistefa Paşa li gel çand û kevneşopiya civakî ya serdest, baweriyeke kûr bi kêrhatî û zîrektiya keça xwe hebû. Rêya xwendin û pêşketinê jêre vekir, bê navber piştgirî kir ku bikare wê sînorê rola ku civakê ji bo jinan danî, derbas bike; bibe jineke xwedî deng û helwest.
Encum Yamulkî bi girîngîdayîna xwendin û hişyariyê hewl da tevlîbûna jinan ya nava kar berfireh bike û rêyeke nû ya ji bo tevlîbûna jinan ya nava civakê û rûnakbîriyê derxîne holê.
Pêşenga rêxistina jinên Kurd
Bi aloziyên siyasî ya destpêka sedsala 20’î re, piştî rûxana Împaratoriya Osmanî Encum Yamulkî weke jineke hişyar, zimanzan, rewşenbîr gaveke dîrokî di qada têkoşînê de avêt. Di sala 1919’an de li bajarê Stanbolê ya Tirkiye Komeleya Rêxistina Jinên Kurd ava kir û bi xwe jî bû seroka wê. Ev sazî yekemîn saziya jinan bû li ser asta Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
Avakirina vê komeleyê di vê serdemê de gaveke berbiçav bû. Ji ber ku Encum bi rêya vê saziyê hewl da dengê jinên Kurd bigihne, dîsa mijara xwendin, hişyarî û mafê jinan bixe navenda nîqaşa civakê.
Lê li gel dawîbûna desthilata Osmaniyan û damezirandina komara nû ya Tirkiyeyê, guherîn bi ser rewşa siyasî ya li herêmê hat. Zextên siyasî li ser malbata Encum Yamulkî zêdetir bûn. Ev zext tenê bi sînorên Silêmanî û herêmên din ên Kurdistanê re sînordar nema, belkû malbata li Bexda jî kete jêr çavdêriya saziyên ewlehiyê û sîxûran.
Di sala 1924’an de li ser daxwaziya bavê wê Encum Yamulkî ji bo xwendinê berê xwe da Fransa. Li wir doxtorî dixwîne. Ew serdem bû berdewamiya rêya jinan ku perwerde û zanist wekî faktorên sereke di bihêzkirina jinan de didît. Di dema li Fransayê jiya de, bi mamoste û rênîşanerê xwe Profesor Lomer re zewicî.
Bi vî rengî Encum Yamulkî tenê keça keseke siyasî nebû, belkû bi xwe bû kesayeteke serbixwe, beşek ji dîroka rewşenbîrî û têkoşîna jinên Kurd.
Ji Parîsê heta welat
Encum Yamulkî tevî dûrîtiya bi salan a ji axa welat li xerîbiyê jiya, di demên dawî ya jiyana xwe de weke jineke bîrmend, hişyar û serbilind li ser bingeheke têkoşîn û hezkirina ji bo welat jiya. Piştî temenekî ji têkoşîn, rewşenbîrî, xerîbî û qutbûna ji welat jiya, sala 1970’ê li paytexta Fransa Parîsê koça dawî kir.
Li gorî wesayeta wê, cenazeyê wê ji Parîsê anîn Iraqê û li Goristana Ezîmiyeyê ya Bexda li rex gora dayika wê hate veşartin.
Jina ku bi xwe bû dîrok
Ev pêngava Encum Yamulkî tenê pêngaveke asayî di dîroka têkoşîna jinê de nebû, belkû li gorî belgename û nivîsên rewşenbîrên wê serdemê, heta hinek nivîs û belgeyên din jî wê weke pêşenga jinên Rojhilata Navîn didin nasîn ku bi şêwazeke nû û bisazî parastina azadî, maf û xwendina jinan dikir.
Encum Yamulkî ji meydana Sultan Ehmed a li Stenbolê, bi dengekî bicesaret û eşkere dengê jinên Kurd bilind kir. Li ser asta hişyarî, rewşenbîriya jinan û tevlîbûna wan a di warê jiyana civakî de têkoşîn kir. Ev helwest bû yek ji nîşanên girîng a destpêkê tevlîbûna saziyên jinên Kurd li qada giştî ya siyasî û civakî ya sedsala bîstî.
Di dîroka werçerx a gelê Kurd de, têkoşîna azadiya netewî û hewldanên civakî hertim weke du rêyên hevta û temamkerên hev, bûye rêyeke ku jinên Kurd di her qonaxê de roleke pêşeng û bibandor lîstiye.
Jinên Kurd tenê bi awayekî sade ji rêzê tevlî bûyerên dîrokî nebûne, belkû di kêliyên çarenûsê de bûne beşek bihêz guherîn û veguherînan. Ew di qada têkoşîna netewî de heta ronakbirî û perwerdeyê hewl dane sînorên civakî û kevneperest birûxînin û dengê jinan li nava civakê bilind bike.
Di nava vê dîrokê de Encum Yamulkî weke sembola hêz û ronakbîrî derket holê. Jineke ku di serdemekê de gelek sînor û qedexe li pêşiyê, bi rewşenbîrî, gotin û rêxistinkirinê rêyeke nû ji bo jinên Kurd vekir. Wê bi pêxistina çiraya hişyarî ya welat da nîşandan ku jin ne tenê çavdêrên dîrokê bin, belkû bi xwe nivîskar û dîrok bi xwe bin.
ROJNEWS/BEFRÎN NUSRET







