Di wêjeyê de rola jinan

Nûçeyên Jin

Yekşem 13 Îlon 2026 - 18:00

  • Rola jinan di wêjeyê de ne tenê rola kesayetekê ye, ji vêya wêdetir e. Ew di heman demê de nivîskarek, vebêjerek, çavdêrek û ramangirek e. Dayê Tewrêza Hewramî, Cemîla Celîl, Firîda Hecî Cewarî, Mestûre Kurdistanî, hemûyan, di serdem û erdnîgariyên cuda de, hewl dan ku hebûna jinan bi pênûsên xwe bînin navenda wêjeyê. Nivîsên wan ne tenê ezmûna jinan, lê di heman demê de ruhê hevpar ê mirovahiyê jî bi teşe kir.

 

Karakterên jin, ku ji rolên civakî wêdetir, dest bi lêgerînek ji bo nasnameyê dikin, îlham dane gelek xwendevanên jin ku xwe bibînin, xwe pêş bixin li dijî zextên civakî têkoşînê bikin û dengê xwe kifş bikin. Bi taybetî dema jin di warê wêjeyê de hîn çalak bûne, dijwariyên ku jin pê re rû bi rû dimînin bêtir xuya bûne û ev yek bi xurtî di berhemên nivîskarên jin de jî xuya bûye.

Dema em BZ 1000’ê jî bigirin dest gelek destanên wê demê yên bi zimanê jinê jî hatine gotin hene. Xwedewendiya jinê di wan destanan de jî eşkere ye. Heger em beriya vê jî bigirin dest, em ê bibînin ku dayik bi xwe hêza manewiyata civakê û kombûna wê ye. Loma lorîkên ku dayik ji zarokên xwe re dibêjin jî hemû wêje ne û ji xwezayê qut nînin. Di şîn û şahiyan de jî mirov timî dibîne ku jin zêdetir wê pênase dike û xwediya wê hêzê ye ku karibe di bûyerekê de serdemekê jî bîne zimên. Loma gelek tiştên bi deng û hestên jinê hatine zimên û ev dide diyarkirin ka jin çiqasî dikare jiyanê bi kêfxweşî, xemgînî û bedewiya wê bînin zimên.

Wêjeya Kurdî bi taybetî bi rêya deng û zimanê jinan li hember asîmilasyonê hatiye parastin. Dayikan bi çîrok, stran û lorîkên xwe çanda Kurdî li malê zindî hiştine. Gelek helbestkarên jin ên Kurd ên hêja hene. Celale Xanima Loristanî, bi helbest û cotbedên xwe navdar e. Kurê Celale Xanima Loristanî, Şaxweşîn jî helbestvan bû û çîroka wî dişibihe jidayikbûna Îsa ya Meryemê.

Yek ji cotbedên Celale Xanima wiha ye:

Ey kake Reda, siwar dana

Î ferman ama çi heft esmana

Xelkê Loristan wezoş mezana

Paken Celaley Mirza Amana

Bandora ramanê û jiyanê ya li ser wêjeyê, bandorek mezin dike, ji ber ku ew kûrahiya wêjeyê ye. Ji bo ku di nav beşên berfireh ên xwînerên wêjeyê de bigihîje bandorê, pir pêdivî ye ku pêşî bandora ramanê li ser wêjeyê hebe. Wêje hêza xwe ji jiyan û ji ramanê digire. Em dikarin di nava wêjeyê de raman û jiyana jinan bi rehetî bibînin.

Di wêjeya devkî ya Kurdî de, jî jin di stranên dengbêjiyê de bîreke kûr in. Jin di dîrokê de di nav afirînerên herî girîng ên çanda dengbêjiyê de cih girtine. Lêbelê, ji ber zextên civakî, ew neçar mane ku li gorî mêran hinekî di paşxaneyê de bimînin. Bi dehan dengbêjên jin, ji ber evîna xwe ya bêhempa ji bo muzîkê, rêyên xwe dîtine da ku li hember dijwarîyên ku pê re rû bi rû mane, bi ser bikevin.

Dengbêjiya jinên Kurd wekî formeke bihêz a derbirîna çandî, yek ji hêmanên herî girîng ên wêjeya devkî dimîne. Ev hunera devkî, ku bi vegotinên xwe yên ku bîra neteweyî hildigirin û bi aliyê xwe yê hestyarî yê kûr ve tê nasîn, di tevahiya dîrokê de di parastina mîrata çandî ya Kurd de roleke girîng lîstiye.

Ji wêjeyê bigire heta têkoşînê ji werzîşê bigire heta rastiya cîhanê, ji karsaziyê bigire heta hunerê, jin di afirandina berhemên ku navên wan li seranserê cîhanê didin nasîn de serkeftî ne. Di cîhana wêjeyê de, gelek nivîskar û helbestvanên jin berhemên nemir li dû xwe hiştine. Hinek ji mînakên cîhanê ev in, Virginia Woolf, Jane Austen, J. K. Rowling, Agatha Christie.

Her wiha pêşveçûna karakterên jinan a di wêjeyê de bi têkiliya normên civakî, tevgerên femînîst û ezmûnên kesane yên nivîskaran dewlemend bûye. Dengên jinan di cîhana wêjeyî de ne tenê di veguherîna wêjeyê de, lê di heman demê de di veguherîna civakê de jî beşdar bûne. Îro jin bi awayekî çalak roman, çîrok û helbestên nûjen dinivîsin. Wêjeya ku ji aliyê jinan ve tê hilberandin, ramanên azadî, jiyan û mafên jinan li pêş dixwaze. Loma jî parastina rola jinan û keda wan a di wêjeyê de divê jêneger be.  

Di wêjeyê de şopên têkoşîna jinan hene û bi bandor e. Hebûn û wêneyê jinan di wêjeyê de ji bo nîşandana tevahî ya ezmûnên mirovan û pirsîna rolên zayendî girîng e. Hebûna nivîskar û karakterên jin bûye sedema pirsîna rolên zayendî û destpêkirina guhertinê. Di heman demê de wêje her tim pêvajoyeke ramanê bûye ku bi têkoşînê bi zayînê digihîje lûtkeyê. Ew derbirînek e. Hema hema hemû berhemên wêjeyî, ku bi zanîn, raman û nirx an nêrînên civaka ku ew jê re girêdayî ne, xwedî dibin, kodên civakî dihewînin. Di vir de ew aheng, rol, helwest, afirandina jinan jî mijareke girîng û taybet e. Xwedîderketina li keda jinan a di warê wêjeyê de jî di heman demê de parastina dewlemendiyeke giranbiha ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.