
- Nekropolîtîka ne tenê çalakiyên kuştin;teşeyên deshtilatdariyê yê ku mirovan her tim dibin tehdîda mirinê de dihêle, mirovan terkî mirinê dike û hebûnê bê nirx dike. Nekropolîtîka mantika rêveberiyeke ku sînorê di navbera mirin û jiyanê de paqij dike îfade dike.
Nêrîneke mirinê ya li hember her kesî heye
Mirin wê bê û li çavên te binêre
Wê weke dawî li şermekê bîne,
Weke ku xuya dike,
Rûyekî mirî yê di neynikê de
Weke ku guhdar dike, bi devê girtî.
Em ê bêdeng xwe berdin nava wê.
Cesare Pavese
Aştî di lîteratura siyasî de gelek caran wek bidawîbûna çekan, rawestandina têkoşîna çekdarî an jî li ser mekanîzmaya lihevkirina hiqûqî tê pênasekirin. Lê ev aştiyê dadixin mijareke ewlehiyê ya teng. Lê aştî ne tenê bi kesên tên jiyîn re, rejîmek etîk-polîtîk a ku bi miriyan re têkilî tê danînê ye.
Di vê nivîsê de li ser aliyê nekropolîtîk ê rêveberiya mirinê disekinim. Bi taybet êrîşên li ser bedenên mirî. Astengkirina mafê definkirinê, rîtuelan, teşîrkirina bedenên mirî, bê îtîbarî, astengkirina mafê şînê. Li gorî min di pêvajoya aştiyê de bi van re rûhevhatin girîng e. Rêgeza wekheviyê ya di navbera kesên dijî de tê nîqaşkirin, di navbera miriyan de jî ferz e.
Nekropolîtîka û rêvberiya polîtîk a mirinê
Desthilatdariya siyasî ya modern wek hêza ku jiyanê sererast dike, diparêze û zêde dike tê fikirîn. Biyopolîka ya ku Mîchel Foucault (Michel Foucault, Society Must Be Defended) pêş xistiye çarçoveya teorîk a vê nêzîkatiyê ava dike. Lê qirkirin, şer û dagirkirinên sedsala 20 û 21’ê tenê polîtîkaya ‘jiyînê’ ya desthilatdariyan nîşanê me nade. Achîlle Mbembe diyar dike ku ev çarçove bi vekirina şertên şer,nîjadperestî û binpêkirinên qels dimîne. Li gorî wî desthilatdariya modern, dema jiyanê bi rêve dibe di heman demê de mirinê jî rêxistin dike, nirxê dide hinek jiyanan û hinekan terkî mirinê dike. (Achille Mbembe, “Necropolitics”, Public Culture). Di vê nokteyê de têgeha nekropolîtîk a ku Mbembe daniye holê, ji ser serdestiya modern ji nû ve fikrandinê pêkan dike.
Mbembe,nekropolîtîkayê wek kapasîteya normalkirin, belavkirin, rêvebirina mirinê ya desthilatdariyê digire dest. Li gorî Foucault desthilatdariya modern, ji teşeyên serdestiya klasîk a desthilatdariyê wêdetir, ji mafê mirinê wêdetir ji ser hêza sererastkitina jiyanê xwe dide meşandin. Polîtîkayên nifûsê, tenduristiyê, mekanîzmayên dîsîplînê û pratîkên normalbûnê alavên esas yên pergala biyopolîtîk in. Mbembe diyar dike ku analîz girîng e lê qels e. Li gorî wî di cîhana modern de mirin, hîna di navenda desthialtdariyê de cih digire. Heta li hinek erdnîgariyan dibe peywira esas a desthilatdariyê. Mbembe ji biyopolitîkê wêdetir têgeha nekropolîtîk pêş dixîne. Nekropolîtîka ne tenê çalakiyên kuştin;teşeyên deshtilatdariyê yê ku mirovan her tim di bin tehdîda mirinê de dihêle, mirovan terkî mirinê dike û hebûnê bê nirx dike. Nekropolîtîka mantika rêvebriyeke ku sînorê di navbera mirin û jiyanê de paqij dike, îfade dike. Dema nekropolîtîka tê pênasekirin divê em vegerin têgeha serdestiyê. Di teoriya siyaseta klasîk de serdestî bi rayeya qetilkirin û biryarkirinê tê pênasekirin. Li gorî Mbembe, serdestiya modern ev raye winda nekiriye, berovajî vê girantir kiriye. Desthilatdariya neopolîtîk hêza biryara ‘wê kî bijî û kî nejî’ ye. Ev biryar ne bi pêkanîna wekhev û gerdûnî ya hiqûqî, li qadên derveyê hiqûqî pêk tên. Ev bi şertên şer û dagirkirinan re tên kirin. Di şertên şer de, serdestiya li ser mirinê ne îstîsna, sîstematîk e. Ji ber vê nekropolîtîka rûyê tarî lê damezerîner yê modernîteyê ye.
Şîn û naskirin
Judith Butler, diyar dike ku şîna hinek jiyanan tê girtin ya hinekan mahkumê bêdengiyê tê kirin. Judith Butler di xebatên xwe de diyar dike ku pergalên siyasî yên modern, biryara jiyana kê hêjayê mirinê ye dide. (Judith Butler, Precarious Life: The Powers of Mourning and Violence ).
Dema ev têgeha ‘girtina şînê’ ya Judith Butler bi têgeha nekropolîtîka Mbembe re bê nirxandin, nîşan dide ku rejîmên mirinê tenê ne li ser tunekirina beden, ji ser avêtina plana dawî jî hatiye avakirin. Ji bo şîna jiyanekê bê girtin divê ew jiyan ji serî de wek jiyan bê nasîn. Redkirina şînê jî berdewamiya tunekirina siyasî ya beriya mirinê tê ye.
Jiyan û mirin ‘ya din’ beramberê kategoriya jiyanên ku Judith Butler dibêje şîna wan nayê girtinê ye. Di vir de mijar ne tenê mirin e ; Piştî mirinê xespkirina mafê şînê ye. (Judith Butler, Frames of War: When Is Life Grievable?) Li gorî Judith Butler astengkirina şînê, nîşaneya ku tundî ketiye asteke din nîşan dide.
Şîn ne tenê hestê şexsî ye, teşeyê naskirina polîtîk e. Mirineke ku şîna wê neyê girtin, nîşan dide ku ew jiyan nayê nasîn. Di vê çarçoveyê de êrîşên li hember bedenên mirî, ne tenê tundiyeke fîzîkî, xepskirina mafê jiyanê ye. Li cihê ku şîn bê astengkirin, nîqaşên derbarê avakirina aştiyê de jî kêm dimînin.
Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di nîqaşên ku Abdullah Ocalan dimeşînin de di esasê de li ser têgeha Kurd ku naskirina hebûnê nîşan dide, di vir de tevahiya jiyan û mirinê nîşan dide. Ji ber Mijara Kurd ne tenê pirsgirêka ewlehî an jî nasnameyê ye, divê wek teşeyê destilatdariyeke ku mirina siyasî sererast dike bê destgirtin. Vê rejîmê li Kurdistanê binpêkirin, operasyon, pratîkên bêcezahiştin û astengkirina hiqûqê mayînde kirine. Nekropolîtîka di vir de ne rewşek îstîsnayî, bûye sîstematîk. Bi taybet di êrîşên li ser bedena jinê de feraseteke ku ‘wek ganîmet dîtin’, di têgehên weke ‘namûs’ sînorkirin nîşan dide. Ji ber vê di demên şer de tundiya zayendî wek çeka herî mezin hatiye bikaranîn. Mînak di 10’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgima Mûşê bedena Ekîn Wan (Kevser Elturk) hat teşhîrkirin û ev mînaka herî mezin bû. Cenazeyê Taybet Înan bi rojan li kolanê hat hiştin. Cenazeyê Cemîle Çagirga ya 10 salî di cemedankê de hat veşartin. Mafê şîn û definkirinê bi awayekî sîstematîk hat astengkirin. Ji ber vê jî dewlet ne bi parastina jiyanê, bi bi cezakirina bedê xwe îlan dike.
GULAN ÇAGIN KALELÎ / JINNEWS
Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosyaya ‘Jin û Aştî’ a kovara Jineolojiyê hatiye girtin.







