Xebateke kolektîf a jinan; Biryar

Nûçeyên Jin

Pêncşem 20 Tebax 2026 - 17:00

  • Her gavek xwendin û westandin dikare bibe çîrokeke serkeftinê û bibe îlhama ku her kes pê serbilind be. Fîlmê xwendekarên Sînema ya Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, bi navê ‘Biryar’, di 10’emîn Festîvala Fîlman a Kurdî de hatiye hilbijartin.

 

Di çanda kurdî de dengbêjî, muzîk û sînema di parastina ziman û mîrateyê de roleke girîng  dilîzin. Jinan di van qadên çandî û akademîk de her tim roleke çalak lîstine.

Bi taybetî piştî salên 2011-2012'an, li Rojavayê Kurdistanê gelek navendên çandê û akademiyên hunerê hatine vekirin. Jinan di van saziyên nû de li ser bingeha wekheviyê zayendî erka birêvebirinê girtine. Di vî warî de, xebatên sînema û belgefilman jî zêde bûne û balê dikişînin ser jiyana herêmî û civakî, her wiha jiyana jinan. Yek ji van kesayetên ku di Rojavayê Kurdistanê di warê çandê de dest pê kir, Medya Mihemed e. Medya, xwendekara Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn e. Di fîlmê ‘Biryar’ de wekî derhêner cih girtiye. Medya, li ser amadekirina fîlmê, armanca wan a di qada sînemayê de, çîroka fîlmê û girîngiya gihandina çîrokên jinan ji cîhanê re axivî.

Medya Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola Peymangeha Bilind a hunerê ya Hîlala Zêrîn a li Rojavayê Kurdistanê ya di pêşxistina jinan a di qadên hunerê de û wiha got: “Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî Şoreşa Jinê ya ku di nav wê de saz bû, Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn roleke pir girîng di qada hunerê de girt ser xwe. Pêşxistina jinan di hemû aliyên hunerê de, çi muzîk, wêne, şano û sînema, armancê wê ye.”

Medya diyar kir ku her beşek ji van qadên hunerê erkeke cuda li ser milê xwe girtiye û sînemayê wekî amûreke girîng ji bo nîşandana jiyana civakê bi dîrok û aliyên sosyolojîk ve dît û wiha domand: “Civaka me ya vê derê ji aliyê dîrokî û sosyolojîk ve tê naskirin. Em dixwazin kameraya me tenê nebe amûreke kişandinê. Em dixwazin bêjin jiyana me ya rastîn çi ye, pêşketinên ku li vê derê çêdibin çi ne û bi taybetî wekî jin di nava civakê de çawa çîrokên jinan derxînin pêş. Divê em bêjin kî dê xwedî li van çîrokan derkeve, qehremaniya ku li ser axa welatê me çêdibe û zehmetiyên ku gel dikişîne, çi şer, koçberî û hwd.”

‘Biryar’ çîrokeke ji jiyana rastîn e

Medya Mihemed got ku wan wekî jin, beşa sînemayê daye ser milê xwe, fîlmê ‘Biryar’ ji jiyaneke rastîn hatiye wergirtin û wiha dewam kir: “Me wekî jin beşa sînema girtiye ser milê xwe. Fîlmê me yê ‘Biryar’ yek ji jiyana rastîn e ku li vê derê hatiye jiyîn. Xwendekarek, hevaleke me bû û me jiyana wê girt dest.”

Li gorî Medya, karaktera sereke ya fîlm Sozê, tenê karekterek ji bo fîlmek nîne, dikare nûnertiya gelek jin û ciwanên ku di şertên şer û koçberiyê de dijîn bike. Medya wiha got: “Sozê tenê karekterek di fîlm de nîne. Sozê dibe ku ez bim, tu bî û hemû kesên ku li me temaşe dikin be. Zehmetiyên ku ev nifş dikşîne, di navbera şer de çawa xeyalek pêk were û koçberiya ku li ser vî miletî hatiye, çawa dikare di jiyaneke pir zehmet de xeyalek pêk bîne.”

Sozê keçeke Efrînî ya di navbera veger û xeyalê de

Sozêya  22 salî, keçeke Efrînî ye û xwendekera pola yekem a beşa Sînemayê ya Peymangeha Bilind ya Hîlala Zêrîn e. Sozê 8 salên koçberiyê, di dibistaneke ku ji bo malbatên Efrînî bûye stargeh de jiyaye. Medya bi van gotinan wiha behsa rola Sozê di fîlm de kir: “Piştî 8 salan ji koçberiyê, Sozê di dibistanekê ku ji bo malbatên Efrînî bûye stargeh de, jiyaye. Piştî biryara vegera Efrînê ku pêk hat, Sozê di navbera vegera welat a piştî hesreta 8 salan û mayîna li vê derê de dimîne. Ew dixwaze bibe sînemagereke ku welatê xwe bi danasîne û êş û berxwedana welatê xwe derxîne.”

Herdû biryar hevdu temam dikin

Medya Mihemed diyar kir ku di fîlm de Sozê di navbera du cihan û du biryaran de dimîne: An vegera welatê xwe ya piştî 8 salên hesretê., yan jî li cihê ku lê ye bimîne û xeyala xwe ya sînemayê pêk bîne. Medya diyar kir ku Sozê di navbera du dibistanan de dijî û wiha domand: “Dibistanek ji bo malbata wê ku bûye stargeh û dibistanek jî cihê wargehê xeyalên wê ye. Pêwîst e Sozê biryarê bide: Wê biçe an wê bimîne û xeyala xwe pêk bîne. Herdû biryar jî hevdu temam dikin. Sozê bi mayînê jî wê bibe bersiv ji bo welatê xwe û bi çûyinê jî wê hesreta bi salan biser bixe. Em naxwazin encama fîlm bînin ziman. Kesê ku li fîlm temaşe bike, wê biryara Sozê bizane.”

Fîlm xebateke kolektîf a jinan e

Medya Mihemed bal kişand ser xebata kolektîf a xwendekar û mamosteyan di amadekirina fîlm de û got ku hilbijartina fîlm di festîvalekî mezin de, encama vê kedê ye û vê keda pîroz wiha vegot: “Fîlm xebateke kolektîf e. Me bi hev re, bi rihê kolektîf û wekî jin di vê fîlmê de bûn bersiv ku em çima dixwazin sînema bixwînin. Em bûn nameyek û di çarçoveya kamerayekê de êşa hevala xwe û welatê xwe derxist. fîlm hûrguliyên jiyana koçberan û şertên nifşekî ku di nav şer û zehmetiyên giran de ji bo xwendinê biser bixe, nîşan dide. Ji bo me fîlm tenê berhemeke sînemayê nîne, her wiha beşek ji jiyana mirovekî ye ku 8 salan koçberî jiyaye. Fîlm ji bo me jiyana mirovekî piştî 8 salan koçberiyê bû. 8 salên ku bi hûrguliyên xwe yên zehmet û xweş derbas bûne.”

‘Hilbijartina fîlm moraleke mezin e’

Medya Mihemed tekez kir ku ked û hezkirina xwendekaran û mamosteyan di pêkhatina fîlm de roleke mezin lîstiye û got ku hilbijartina ‘Biryar’ di festîvaleke mezin de ji bo wan moraleke mezin e û kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Keda peymangehê û mamosteyên ku bi me re bûn, em gihandin vê encamê ku fîlm di festîvaleke mezin de hat qebûlkirin. Ev ked û hezkirineke kolektîf a jinan e. Em sê xwendekarên jin bûn û bi yek kamerayê me ev ked derxist. Îro em encama keda xwe û ya mamosteyên xwe distînin. Ji bo me hilbijartina fîlm di festîvaleke mezin de serkeftina herî mezin e ku çîrokê jinên welatê xwe bi welatên din parve bikin.”

‘Em dixwazin çîrokên xwe bighînin cîhanê’

Medya Mihemed dsetnîşan ki ku jinên di qada sînemayê dixebitin erkekî girîng dane ser mile xwe û got: “Hûrguliyên jiyana welatê me, çand, zehmetî, kêfxweşî û berxwedana jiyana jinan kes nizane. Lewma em vê yekê digrin ser xwe. Wekî jinên Kurd em dixwazin civaka Kurd a li vê derê derxin pêş û ji hemû dinyayê re bibe mînak. Ji ber ku tiştê ku jin li vir dijîn dikare ji bo hemû jinên cîhanê bibe mînak.”

‘Huner dikare guhertineke mezin çêke’

 Medya Mihemed bal kişand ser hêza hunerê ya di civakê de û got ku huner dikare bibe hêzeke ku guhertin û veguhertinên mezin çêke. Medya got ku “Em wekî civaka Kurd huner dîroka me ye. Bi rêya hunerê me heya roja îro gelek tişt parstine û em ê wisa bidomînin.”

Medya bang li keçên xwedî şiyan û jêjhatîbûn kir ku berê xwe bidin peymangeha bilind a hunerê û bibin çavê çîrokên ku li vê derê tên jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji bo her keçeke xwedî huner û dixwaze bibe çavê hemû çîrokên ku li vê derê tên jiyîn ev e: bila serî li peymangehê bidin, bila xwedî xeyal bin. Ji ber ku di jiyana şer a demdirêj de xeyal tên perçiqandin. Ji ber wê em rê nedin ku xeyal bên perçiqandin û em xwedî li çîrokên jinên welatê xwe derkevin.”

RONÎDA HACÎ- JÎNHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.