Keda jinan a ‘Li Pişt Dîwaran’

Nûçeyên Jin

În 17 Tîrmeh 2026 - 18:00

 

Li Mexribê di nav nîqaşên berdewam ên li ser aboriya lênêrînê û reforma Qanûna Malbatê de, Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê roja Çarşemê 15’ê Tîrmehê li Kazablankayê kurtefîlma bi navê ‘Li Pişt Dîwaran’ pêşkêş kir.

Fîlma ku senaryoya wê ji alî El Houari Ghobarî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, çîroka jina bi navê Amal ku ji bo zarokên xwe mezin bike dev ji kar berdide û jiyana xwe ji bo lênêrîna malbata xwe diborîne vedibêje. Roja wê beriya her kesê bi amadekirina taştê, birina zarokan a dibistanê, kirîna tiştan û lênêrîna xesûya xwe ya nexweş û razayî dest pê dike û bi gelek karên malê yên nedîtî diqede.

Lê belê nexweşiya dayîka wê û pêdiviya bi emeliyata ku maliyeta wê zêde, li gel redkirina hevjînê wê yê ji bo dabînkirina piştgiriya darayî, wê ber bi fikirîna vegere ser kar ve dibe. Ev yek dê destpêka qonaxek nû di jiyana wê de nîşan bide; ji nû ve avakirina serxwebûna wê ya aborî û vekirina derî ji bo parvekirina berpirsiyariyan di nav malbatê de, bi vî rengî tiştê ku çêkerên fîlman wekî ‘mêraniya erênî’ bi nav dikin, şênber dike.

Armanca komeleyê teşwîqkirina berpirsyariya wekhev e

Fîlm di çarçoveya herwldaneke herêmî ku Urdun, Misir û Tûnisê digre nava xwe ji aliyê UN Women ve beşek ji projeya ‘Dare to Care’, ku li Mexribê tê pêk anîne. Armanca vê Komeleyê ew e ku parvekirina berpirsiyariyên lênêrînê di navbera jin û mêran de teşwîq bike û wêneyên stereotîpîk ên rolên zayendî di nav malbatê de bişkîne.

Aboriya lênêrînê, ji ber ku karê malê, lênêrîna zarok û lênêrîna kesên bê parastin ji aliyê jinan ve bê beramber tê kirin digre nava xwe, nîqaşên navneteweyî yên li ser wekheviya zayendî her diçe zêdetir balê dikşîne. Rêxistinên navneteweyî dibêjin ku tevî rola wê ya girîng di piştgiriya aramiya malbatê û çalakiya aborî de, hêjabûna wê bi têra xwe nayê nirxandin û ew armanc dikin ku naskirina vê xebatê û belavkirina dadwertir a berpirsiyariyên wê di navbera jin û mêran de bi pêşve bibin. JÎNHA/MEXRÎB

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.