
- Guhertina statuya netew dewleta Îranê û nêzîkbûna wê ya bi sîstema global re, bêguman wê hevsengiyên herêmî serûbin bike û bandoreke rasterast û kûr li ser cîranên wê yên mîna Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê bike. Îran heta niha di bin navê “Eniya Berxwedanê” de bi rêya komên xwe yên wekaletê li van welatan xwedî bandorek mezin bû. Gava ku Îran statuya xwe biguherîne û li gorî pîvanên sermayeya cihanî tevbigere, ev hevsengî dê li herêmê belav bibe.
Lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de, berî her tiştî ne encama guherînek îdeolojîk a kûr, bêtir encama pêwistiyên krîtîk û pragmatîk ên her du aliyan e. Ji bo Amerîka û pergala sermayedar a cihanî, Îran bi bazara xwe ya mezin, çavkaniyên enerjiyê û xaleke jeopolîtîk a stratejîk nabe ku li dervayî sîstemê bimîne. Ji bo Îranê jî, krîza aborî ya giran, ambargo û xetereya teqîna civakî, sîstema desthilatdariyê neçar kiriye ku ber bi pragmatîkbûnê ve gavan bavêje. Ev lihevkirin hewldana herdu aliyan a ji bo kontrolkirina krîzan e, ne ji bo aştiyeke mayînde yan jî guherîneke bingehîn e.
Ev gav nayê wateya ku Îran dest ji fikir û îdeolojiya xwe berdide û xwe radestî modernîteya kapîtalîst dike. Berovajî vê, Îran ji bo hebûna xwe biparêze, “paşvekişandina taktîkî” dike. Sermayeya cihanî jî naxwaze îdeolojiya Îranê ji holê rake; ew tenê dixwaze reftarên Îranê yên aborî û leşkerî kedî bike û bixe bin kontrola sîstema fînansî ya global. Îran hewl dide ku mîna modela Çîn an jî Vîetnamê tevbigere; di warê aborî de vekirîbûn û entegrasyonê, lê di warê siyasî û îdeolojîk de parastina kontrola hişk a dewletê û parastina nasnameya Komara Îslamî pêk bîne. Dema ku Îran di warê aborî de entegreyî pergala sermayedar a cihanê bibe, ev yek ti carî nabe sedema demokratîkbûna welat. Berovajî, kapîtalîzma global ji bo aramiya bazarên xwe hîn bêtir piştgirî dide sîstemên otorîter. Dewlet wê hewl bide çavkaniyên nû yên aborî ji bo bihêzkirina dezgehên xwe yên ewlehiyê bi kar bîne. Di warê civakî de jî, tevlîbûna di nav sermayeya cihanî de dibe ku çîna navîn hinekî fireh bike, lê cudahiya çînî wê hîn kûrtir bibe û civak dê di navbera modernîzma aborî û fişara siyasî de asê bimîne.
Ev rewş wê di navxweyî de bibe sedema şerekî desthilatdariyê yê kûr, lê ne şerekî fîzîkî yê vekirî di navbera rayedaran de. Di nav Sipahê Pasdaran û baskên muhafizekar de du bîrdozî hene. Baskê îdeolojîk û radîkal vê lihevkirinê wekî xiyanetê dibîne, ji ber ku ditirse pêgeha wan a qaçaxçîtiya aborî û desthilatdariya leşkerî lawaz bibe. Lê baskê pragmatîk ê aborî û hinek nermtir ku gelek fermanberên payeband ên Sipahê bi xwe ne, dixwazin bibin xwediyê fîrmayên fermî yên navneteweyî û dewlemendiya xwe legal bikin. Sipah wê bi hêsanî tawîzan nede; ji bo ku tawîzan bide, divê sîstem di nava projeyên nû yên aborî de pişka şêr bide wan. Ger berjewendiyên aborî yên Sipahê werin parastin, baskê radîkal wê were marjînalkirin. Zemîna vê lihevkirinê di navxweyî de tenê bi darê zorê heye. Rêberê winda yê Komara Îslamî herdem di bin navê nermbûnê de rê li ber lihevkirinên wisa vekiriye da ku sîstem hilneweşe. Lê ji ber ku lihevhatina di navbera desthilatdarî û civakê de tine ye û gelekî ji hev dûr in, lihevhatina bi derve re mîna avakirina xaniyekî li ser qûmê ye.
Guhertina statuya netew dewleta Îranê û nêzîkbûna wê ya bi sîstema global re, bêguman wê hevsengiyên herêmî serûbin bike û bandoreke rasterast û kûr li ser cîranên wê yên mîna Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê bike. Îran heta niha di bin navê “Eniya Berxwedanê” de bi rêya komên xwe yên wekaletê li van welatan xwedî bandorek mezin bû. Gava ku Îran statuya xwe biguherîne û li gorî pîvanên sermayeya cihanî tevbigere, ev hevsengî dê li herêmê belav bibe. Li Libnanê ku Îran hîn jî yek ji stûnên bingehîn ên parastina Hizbullahê ye, ev lihevkirin dibe ku bibe sedema kêmkirina bandora leşkerî ya Îranê yan jî guherandina şêwazê hebûna wê ber bi hevkariyên aborî ve. Ev pirs tê hişê mirov gelo Îran pişta Hizbullahê berdide, vê bi taktîkî dike yan êdî neçare stratejîk tevbigere. Ev rewş dê rê li ber Amerîka û pergalên navneteweyî veke ku li Libnan û Sûriyeyê nexşeyeke nû ya siyasî dîzayn bikin ku dibe ev rewş li dijî berjewendiyên statuya heyî ya eniyên radîkal be.
Lê, ev hevkariya qirêj a herdu pergalên zordar nayê wateya ku qedera gelan hatiye nivîsandin û nikare biguhere. Mijara herî esasî, dînamîka herî mezin û hêza bingehîn a ku dikare van hemû planên qirêj ên bazarê vala derxîne; zindîbûna Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ye. Ev şoreş ne tenê pêleke protestoyê ya demkî bû ku hat û çû; ew niha di kûrahiya hişmendî, çand û jiyana rojane ya civaka Îranê û taybetî di vîna jinan de bi rengekî radîkal zindî ye. “Jin Jiyan Azadî” wekî felsefeyeke jiyanê ya alternatîf, paradîgmaya herî xurt e li dijî hişmendiya baviksalar û totalîter a dewletê û sîstema talanker a sermayedar.
NEWAYA JIN / GELAWEJ EWRIN







