
- Rexnedana li hember şehîdan tiştekî ku meriv bîne ziman û derbas bibe nîne. Lewra kêmasî û şaşiya li hember rastiya şehîdan gunehkarî, sûcdarî û şermezarî ye. Lewra şehîd awêneya heqîqetê ne ku meriv nikare xwe jê veşêre.
Gelê kurd şehîdên xwe pêşwazî dike, gelê kurd şehîdên xwe bi rê dike. Belkî pênaseya rasttir ev be; gelê kurd şehîdên xwe dijî û didin jiyîn. Wekî gelê kurd em di mijara jiyîn û jiyandinê de hîna bi kêmasî bin jî, bawer dikim ku divê mebest û beregeh ev be.
Bi rastî pêşwaziya van rojan, jiyîna van kêliyan gelekî dijwar e. Wek kesek ji malbata şehîdan jî, ragihandina agahiya şehadetê ji bo malbatên wan gelek dijwar e. Şehadet, ji ber ku yên me yên herî delal bedel didin, jixwe giran e. Sal di ser şehadeta gelek hevalan re derbas bûne. Ji ber mercên dijwar û nekarîna gihîştin û zelalkirina şehadetan, îlana şehadetan bi derengî ket. Em wekî gel di pêvajoyeke nû de ne ku, hêviya aştiyeke birûmet û sîyaseta demokratîk xurttir dibe. Wekî xwezayî hêvî û bendewariya malbatên me pirtir dibe ku zarokên wan bi serbilindî û rûmet vegerin ser axa xwe. Ev sedem hemî pêşwazkirina şehadetan dijwartir dike.
Serê her kêliyê heval Atakan Mahîr tê bîra min. Ji ber ku ji bo me gelê kurd û zarokên gelê kurd mezinkirina tekoşînê, bilindkirina berxwedanê ewqas ferz e, em nikarin bisekinin, li ser êşên xwe bifikirin. Belkî jî wekî heval Atakan gotî; ger em bisekinin û bifikirin, heye ku em nikaribin bimeşin. Êşên me ewqas dijwar û giran in. Pêwîst e em di ferqê de bin ku wekî netewe, wekî gel me hîna şîna xwe negirtiye. Çawa ku civaka me yê êzidî ji ber bidawînebûna fermanên li ser civaka êzidî, şînê nikare bi dawî bike, bi gelemperî wekî gelê kurd jî em nikarin şîna xwe bijîn û bi dawî bikin. Wekî me li jor anî ziman, her tim pêwîstiya bilindkirina tekoşînê heye û her tim mijarên ku me di nav şînê de aciz bikin, teng bikin, me li ser sitriyan û ser tetikê bigirin hene.
Me hîna şîna xwe negirtiye, em li benda wê rojê ne ku em êşa xwe ta şaneyên xwe, bi têgihîştin bijîn û şehîdên xwe bikin kirdeyên jiyana xwe. Ne wekî hezkiriyên, ezîzên ber dilan yên wendayî, wekî xoşewîstên ku bi me re dijîn û dimeşin bikin kirdeyên jiyana xwe. Lewra gotina ku herî rasteqîn wan îfade dike bêmirinî ye. Ne tenê wekî bîranînên pîroz û bi bîr anîn, ew esil xwediyê jiyana ku em ji bo wê têdikoşin û em ê ava bikin in. Ew esil xwedî û avakarê wê jiyana di xeyalên me û beregeha me de ne.
Di vê wateyê de têkiliya me û şehîdan ji bo roja me jî, siberoja me jî, ji bo meş, xebat û jiyîna me ya rojane jî pir û pir grîng e. Dema em vedigerin li salên xwe yên borî mêze dikin, em dibînin ku; me çi demê şehîd fêm nekirine, em çiqas dûrî rastiya şehîdan ketine, em ewqas qels ketine, me ewqas wenda kiriye. Em ewqas dûrî xeta Rêbertiyê û dûrî heqîqetê ketine. Di vê wateyê de em di pozîsyona rexnedanê de ne.
Rexnedana li hember şehîdan tiştekî ku meriv bîne ziman û derbas bibe nîne. Lewra kêmasî û şaşitiya li hember rastiya şehîdan gunehkarî, sûcdarî û şermezarî ye. Lewra şehîd awêneya heqîqetê ne ku meriv nikare xwe jê veşêre. Bi gotina Rêbertiyê; “Şehîd ew heqîqet in ku pêk hatine.” Bi van îlanên şehîdan, taziyeyan û xwedîderketina gelê me, zelalî hate dîtin ku di her mercî de şehîdên me rê nîşanî me didin. Şehîdên me bi diyalektîka xwe nîşanî me didin ku, em ê çawa bijîn, çawa bimeşin, çawa bi ser bikevin? Ev yek bêmirinî û pêşengiya şehîdan ya bêdawî îspat dike.
Niha em wekî gel, wekî malbatên wan, wekî hevrêyên wan bi vebijêrk û biryarekê re rû bi rû ne. Şehîdên me biryar wergirtine, tercîha xwe ya azadiyê kirine. Pêwîst e em jî biryara xwe werbigirin, tercîha xwe bikin. Em ê bi tenê ji wan hez nekin; em ê li pey wan bimeşin, wan bidin jiyîn. Ji bo vê jî em ê wekî wan bimeşin, wekî wan bijîn. Lewra girêdana bi heqîqeta şehîdan ve ev e.
AZADIYA WELAT / ŞADÎYE MANAP














