
- “Me xeyal û dahata xwe ya tekakesî, xiste turekî ku bi destê dayîkan hatîye hunandin... Dibe ku yek ji me venegere, lê em ê tim di dilê dayîkan de lêbidin.”
OSMAN KAPAN
Tavê wekî sêla sor gerdûn di pijand. Her tim rojê ewqas têhn dida ,an îro welê dijwar û şewat bû.An jî heya niha ewqasî bala wê ne kişandibû? Ji nava hev dernedixist. Lê tişta niha şênber dizanî, heya niha tu carî wekî îro,an jî vê kêliyê ji germê aciz nebûbû. Ji rojê qet ! Lewra roj li gel wê pîroz bû, navê welatê wê jî “ROJ” bû.
Ji bona hinekî din hênik bibe, çarlepkî bi jor ve hilkişiya. Çiqasî zor da xwe birîn diêşîya û şil dibû. Li gel dizanî xwînî dibe jî, ne sikinî û hildikişiya. Hindik mabû ku xwe bigihîne beltika latê a jor. Xwêhdan herikî ser birînê. Xwîn û xwêhdan, bu agir û birîn şewitand. Êş bû bisteke sor,mêlak dax didan.Êş li laşê wê belav dibû, di serî de kom dibû. Çîka serî serî dibû sanco, zimên û gumênî bi guhan diket. Xwe bi xwe got : “ Ji bona mirov vê rewşê fam bike, divê mirov bijî. Ma ezê çawa karibim vê êşê, ji zên ku ne jiyayî re bibêjim. Ku bêjim jî, bawer nakin…”
An wê li ber rojê ji germa ziwa bibûya, an jî dê hinekî li ber êşa birînê debar bikirana.Hilkişiya. Piştî qederekê xwe gihande beltikê. Bayekî lê xist, ew jî germ bû. Te digot qwy ji nava agir tê! Lê tiştekî bikirana tune bû.Dê hinekî din xwe bikişanda paşîya beltikê. Li ser dev xwe dirêj kir û xwe xijikande bi dawîya beltikê ve. Lê teng bû, ne sekinî, hinekî din çû ferih bû. Xwe xijikand ronîyê da çavan, çû. Çû, çi bibîne şikefteke fireh û di nava şikeftê de hetikekî avê.
Ji keyfa êşa xwe hemû ji bîr kir. Çengek av vexwar, têhna wê ne şikest. Kir ku xwe dernexwîn bike û avê vexwe,gotina ku dema tevlî tevgerê bûyî hevaleke wê jê re gotibû: “Divê birîndar zêde avê venexwin” hate bîra wê. Hema serê xwe berdana nava avê.Aveke cemîdî,aveke bihûştî! Hênik bû, bêhna wê fireh bû.
Xewê xwe li çavan radipêça. Lê nêhta wê tune bû ku rakeve. Belkî hevalên wê bihatana û gazî wê bikirana, ku raketa dê deng nekirana. Ew hefteyek bû ji hevalên xwe qut bûyî.Ya rast di şer de ji ranê xwe birîndar bûbû. Di vekişînê de nikarîbû bi meşe û haya hevalên wê jî jê nebû.
Çenteyê xwe vekir,lênusk û pênûsa xwe derxistin.Li lênuskê nerî, hin nivîs yên wê bûn, hin jî ji hevalên xwe girtibûn. Nivîsek e bê nav bala wê kişand. Fikirî bê ya Kî/ kê ye. Lê nahate bîra wê.Erê rojnivîseke bê nav bû.Çavên xwe kuskusande nivîsê û dest bi xwendina wê kir:
“ Me xeyal û dahata xwe ya tekakesî, xiste turekî ku bi destê dayîkan hatîye hunandin de û me derê turik hişk girêda.Emê çend kes vegerin nizanim. Lê dizanim turik dê tim li cih be, ku hevalên me vegeriyan dê li turik binerin, ya rast nenerin jî, dê bizanibin di turikê devgirtî de çi heye. Lewra xeyalên me yekin.
Em ketin rê, me li ser dilê dayîkan gul û êş çand. Em hem gul in, hem êş!dema em vegerin ew gul dê bibe baxekî gulan. Di wî baxî de nevegerên me dê ji me hemûyan pirtir bêhn bidin, lewre ew in yên jiyana vegerê dayî me, dê ew bin yên me şanaz û bextewar bikin.Dibe ku yek jî, ji me venegere lê emê tim di dilê dayîkan de lêbidin,zarok dê bi navên me bêne bi nav kirin.
Em diçin ber bi welatê rojê ve,em bi coş û kelecanin. Heke em ketin himbêza axa sar, qet xemgîn nebin. Lewra ew ketin xwesteka axê ye! Ew xwesteka yên ku li ser vê axê bûne cangorî ye.Îca xemgîn nebin,we li gul,kulîlkek dît bi zanibin rengê xwe ji xwîna me girtiye.Li ber rûnin tilîliyekê bidin,çîrokeke welatê rojê jê re bibêjin,Avekê berdine ber, da wekî me geş bibe..Li çol,çolter,lat,zinar,deşt,newal,çem û kanîyên me binerin,winê me bibînin.Bi her dîtinê me bi bîr bînin,da evîna welatê rojê tim zindî bimîne…”
Ev nivîs ya kê / kî bû? Ew şehîd ketibû, an na? Pirs dibûne tava teyrokê û di barîn…











